Felsefeya Kurdî

Felsefeya Kurdî

FELSEFEYA KURDÎ

EN TO TRE

ONE TWO THREE

UN DEUX TROIS

EIN ZWEI DREI

YEK DU SÊ

  Herçiqasî jimare an jî matematîk gerdûnî be jî, her miletek bi zimanê xwe matematîkê û jimareyan bikar tîne. Ji ber ku baştir were  famkirin  û  têgihîştin, min li ser nivîsa xwe bi wan jimareyan bi zimanê danîmarkî, îngilîzî, fransî, almanî û kurdî nivîsand. Li vê dunyayê her tişt bi ziman re têkildar e û her milet bi zimanê xwe famdike û têdigîhijê. Gava miletek bi zimanê xwe matematîkê diafirîne, îcar matematîk dibe ya wî miletî.

Herwisa, felsefe, biolojî, sosyolojî  û her hwd. her tişt wisa ne û bi ziman re têkildar in. Mirov bi zimanek din çiqasî li ser felsefe, huner, wêje, matematîk, sosyolojî û her wekî din çi dibe bila bibe bizanibe, binivîsîne, biafirîne û biaxive jî, nabe a miletê mirovan û nabe ya malê kurdî û tu hawil nade miletê mirovan, lê  feydeya xwe dide wan miletan a ku mirov bi wan zimanan re têkildar e. Gava mirov bi zimanê xwe biafirîne, hingê dibe malê te û wê gavê mirov dikare bêje, matematîka kurdî, sosyolojîya kurdî, felsefeya kurdî.

Prosesa felsefeya kurdî jî eva çend sal in ku dest pê kirîye û gihîştîye astekî gelek bilind. Hema mirov biçe li ser malpera www.felsefevan.org ê dê bibîne ka felsefeya kurdî çiqasî pêşve çûye. Îcar felsefeya kurdî gihîşt wê astê ku were pîrozkirin û ji bo pîrozkirinê jî 26’ê nîsanê bi xêra bibîranîna mezinê me Celadet Alî Bedirxan hate dîtin. Helbet 26’ê nîsanê wekî roja felsefeya kurdî her sal dê geştir û xweştir bibe.

Felsefe bi kurdî xweş e, ji ber ku tenê kurdî dibe yara kurdî û feyde dide miletê me.

PÎROZ BE û PÎROZ BE  felsefe ya kurdî.

Sultan Arslan

26.04.2016

Bersivekê binivîsin