Felsefeya Heyînê/Ontolojî

Felsefeya Heyînê/Ontolojî

Felsefeya Heyînê/Ontolojî   

Babeta felsefeya heyînê, heyîn e. Hemû tiştên fizikî û ramanî, heyîn in. Di vê xalê de heyîn, dikare li derveyê hişê (bîra, şiûra) mirov hebe û jê azad be û dikare, di nav hişê mirov de jî hebe û hebûna wê girêdayê hişê mirovî be jî. Wek mînak: Xanî, kevir, ax, av, şêr, mirov û hwd. li derveyê hişê mirov in û jê serbixwe ne. Ev Heyînên ku me qala van kir, heyînên rasteqîn in. Sisê, pênc, prîzma, sêkoşe, hejmara pî û rih, hebûna wan girêdayê hişê mirov e û bi hişê mirov re, hene. Ev jî, heyînên ramanî (îdeal, hizrî, fikrî) ne. Heyînên rasteqîn, rasteqîniya xwe ji bûyer, wanek (nesne) û ji kesayetiyan digrin. Li fezayê cîh digrin, bi demê re diguherin an jî, ji holê radibin. Lê heyînên ramanî, bi sehekan nayên bihistin; derî feza û demê ne û tu rasteqîniya wan jî tune.

Felsefeya Heyînê (Ontolojî)

Ji beşa felsefeyê a ku dixwaze heyînê fêhm bike û lê dikole da ku bizanibe ka hilik û sedemê yekemîn ya heyînê çiye û pirsa, “gelo heyîn heye an na?” ji xwe dike, felsefeya heyînê, ango ontolojî tê gotin. Ji hêla zanistê ve heyîn (hemû tiştên ku hene) hem mijara zanistê û hem jî, mijara (babeta) felsefeyê ye. Lê, di babeta heyînê de nêzîkayîtêdana zanist û felsefeyê, ji hevdu cuda ye. Zanist, hem hebûna heyînên ramanî û hem jî, hebûna heyînên fizikî dipejirînin û pirsên mîna “Gelo heyîn heye, an na? û Gelo bingeha heyînê çiye?” ji xwe re nakin pirsgirêk. Ê ku van pirsan dike û dixwaze ku van pirsan çareser bike, ontolojî (felsefeya heyînê) ye.

Her zanistek, ji xwe re qadaka heyînê dike mijara vekolanê. Mesela Bîyolojî li heyîna zindî, fizîk li heyîna cismî û psîkolojî jî, li heyîna giyanî dikole. Ji hêla felsefeyê ve heyîn Pirsgirêka heyînê, ji bo felsefeyê; wek zanayî, zanist, estetîk û etîkê, babeteka sereke ye. Babeta pêşîn a ku ji aliyê fîlozofan ve hatiye vekolandin, heyîn e. Fîlozofên serdema pêşîn ên xwezayê, li arkheaya (dêmade) heyînê vekolandine. Li gorî nêrîna Thales arkhe, av e. Li gorî Thales, hemû tişt ji avê der çûye û wê carekê din, bizivire avê. Li gorî nêrîna Anaksîmenes, dêmadeya (arkhe) heyînê; hewa ye.

Li gorî Aneksîmandros jî, aperîon (nexuyatî, nediyarî, newekatî, kesnezanî) ne. Li gorî nêrîna Demokrîtos, atom û li gorî nêrîna Herakleîtos jî, agir e. Pirsgirêka heyînê, bi lêkolandina xwezayê dest pê kiriye. Metafizîk û Ontolojî, du têgehên cuda ne ku heman tiştî îfade dikin. Li gorî nêrîna Arîstoteles ontolojî, li sedem û prensîbên pêşîn ên heyînê digere û zanayiyek e. Ê ku cara pêşîn peyva Metafizîkê bikar anîye, Andronikosê Rodosî ye. Beriya Zayînê “Beriya Îsa” di salên 70- an de dema ku berhemên Arîstoteles tesnîf dike, nivîsên Arîstoteles ên felsefî; piştî nivîsên fizîkê tesnîf dike. Di felsefeya serdema navîn de, ji bo ku bikaribin bingeheka felsefî ji teolojiyê re bibînin; metafizîk hatiye bikaranîn. Metafizîk, zanayiyeka felsefî ye û hewl dide da ku pirsgirêkên derî xwezayî, bi ramanên eqlî; şirove bike.

Heyîn, xwedê, zindebarî, giyan (rih) û hwd. bi pirsgirêkên bi vî rengî re mijûl dibe û hewl dide da ku van pirsgirêkan şirove bike. Bingeha metafizîkê, têgehên razber “neberbiçav, abstrakt” in û metafizîk ji bo şirovekirina gerdûnê, di hewl daneka giştî de ye û bi pirsgirêkên neçareserkirî re mijûl e. Metafizîk, beşeka felsefeyê ye, û li gorî prensîbên mentiqî tevdigere. Ê ku metafizîkê bi awayekî pirr dijwar kiriye, İ. Descartes e. Li gorî nêrîna Descartes metafizîk, ji bilî sîstemeka danasînê, ku hewl dide heyînên derî sehekî şirove bike; ne tu tişt e. Metafizîk ne zanayiyek e û zanayiyên ku pêşkêş jî dike, ne zanayiyên derbazî ne. Ev ramana Descartes, piştî wî; ji aliyê fîlozofên pêzawer (materyalîst) ve jî hatiye pejirandin. Descartes di berhema xwe ya bi navê “Pêşgotina ji bo hemû metafizîkên, ku rojekî dikarin wek zanistê derkevin holê” de wiha dibêje: “Gelo tiştekî bi rengê metafizîkê, gengaz e?”

“Hege metafizîk, zanistek be; çawa dibe ku ew jî wek zanistên din nayê peyîtandin?”

“Na hege ew ne zanistek be, çima ew di bin qirasê zanistî de mejîyên mirovan mijûl dike?”

“Ji bilî vê yekê, zanistên din her diçe bi pêşve diçin û metafizîk, çima gelo her di dewsa xwe de ye û li cîhê xwe xwe digindirîne?”

1- Felsefe, heyînê; wek heyîna zindî an mirî û wek heyîna civakî, siyasî û giyanî, dabeş nake û bi awayekî tevayî (tumel, giştî) lêdikole.

2- Felsefe, bi pirsa “Gelo heyîn heye?” dest bi xebata xwe dike. Ji ber vê yekê, heta ku felsefe li hebûna heyînê venekole, dest bi babeta heyînê nake.

3- Felsefe piştî pirsa “gelo heyîn heye?, pirsa “heyîn ji çî cinsî ye?” dike.

4- Felsefe, xwe bi rêya aqil nêzîkê heyînê dike û hewl dide da ku pirsgirêka heyînê, bi aqil çareser bike.

5- Felsefe, li heyîn û bûyeran, ne li gorî esasê sedemîtiyê, li gorî rêbaza aqil vedikole.

Di Babeta Heyînê De, Çend Pirsên Metafizîkê Ên Sereke 

1– Heyîn, gelo heye?

2- Kokê heyînê çiye?

3- Hilika made çiye?

4- Heyîn diguhere, an na?

5- Li gerdûnê rêkûpêkî heye, an na?

6– Gerdûn, yek e an ji yekî zêde ye?

7– Gerdûn bidawî ye, an jî bêdawî ye?

8- Gerdûn, bi armace an na?

9- Gelo li gerdûnê azadî heye, an na?

Pirsgirêka Hebûn Û Tunebûna Heyînê

1- Nihilîzm (Hîçparêzî, Hîçperestî)

Di wateya hîçparêzîyê de ye. Nûnerên vê tevgerê ên girîng Gorgiasê fîlozofê serdema pêşîn û Nietzcheyê, fîlozofê serdema nêzîk in. Li gorî nêrîna wan, heyîna rasteqîn tune. Her tişt, xewn û xeyal e û ji bilî, hizrekî ne tu tişt in. Heyîn, wek heyînên di xewnên me de ne. Dema ku xewna me diqede, em têdigêhêjinê ku heyîn ne rasteqîn e. Ji alîyekî ve, ji ber ku em hene; heyîn jî hene. Heçku, hege em tunebin; wê heyîn jî tunebin. Bi kurtî, li derveyê me û ji me serbixwe, heyînek tune û hemû tişt, vala û demî ne.

2- Realîzm (Rasteqînîparêzî, Rasteqînîperestî)

Heyîn, di gerdûnê de hene û heyînên rasteqîn in. Heyîn li derveyê me û bi awayekî serbixwe, hene. Em hebin û tunebin jî, ew hene û wê hebin jî.

Pirsgirêka pêkhatina heyînê

Di babeta çêbûn û binavkirina heyînê de fîlozof, xwediyê ramanên cuda ne û bersivên cuda dane pirsa çêbûna heyînê.

Mirov dikare van bersivan, wiha rêz bike

1- Heyîn, bûyîn e.

2- Heyîn, îdea (raman, hizr, fikir) ye.

3- Heyîn, made ye.

4- Heyîn, hem made û hem jî raman e.

5- Heyîn, fenomen e. 

1- Heyîn, Buyîn e. 

Fîlozofê pêşîn ê ku vê angaştê parastiye, Herakleîtos e û li gorî nêrîna wî; dêmadeya (hilika) heyînê, agir e. Gerdûn, bêrawestan diguhere û di rewşeka herk û çêbûnê de ye. Di gerdûnê de tu tiştê rawestî û naguher, tune. “Mirov nikare xwe du caran di çemekî de bişo.” Guherîna ku di gerdûnê de pêk tê, wiha ne serberdayî ye. Ê ku hemû tiştî dike rêz û rêkûpêkîtiyeke dide gerdûnê, “Aqilê gerdûnî- Logos” e û di gerdûnê de, bandêra yekîtiya dijberan heye. Mesela: jiyan, ji nêr û mê, pêk tê; xwarina giyayê, rê li jiyana pez vedike. Baş- xirab, ronahî- tarîtî, şer û aşitî, encamên pêvçûnê (lihevxistin) ne. Bi vê ramana xwe re, ê ku cara yekemîn dîyalektîkê bikar tîne; Herakleîtos e.

Herakleîtos

1- Bi ramana xwe ya ku dibêje hemû tişt tişt diguherin, ya SOFÎSTAN;

2- Bi ramana xwe ya ku dibêje gerdûn ji aliyê aqlê gerdûnî (logos) ve tê îdare kirin, ya Stoaparêz û Panteîstan;

3- Bi nêzîkayîtêdana xwe ya Dîyalektîkê re jî, ya HEGEL û MARX, xistiye bin bandûra xwe. Di destpêka sedsala 20- an de E. Mach, ramanên xwe ên di derbarê heyîn û gerdûnê de pêşkêş kir û got ku; “Di gerdûnê de hemû tişt têne guherîn. Tiştê ku naguhere jî, westariya (neguhêzbariya) guherînê ye.”

Li gorî H. Bergson jî dinya, herdem di nav guherinekê de ye. Bergson, vê guherînê jî bi navê “Hilpişkîna jiyanê” bi nav dike. Hilpişkina jiyanê, di babeta çêbûn û guherînê de, nîşana rêkûpêkitiya gerdûnê ye. Whitehead, wiha dipejirîne ku heyîn çêbûn e û li hember nêzîkayîtêdana statîk ya heyînê radibe û dibêje ku, gerdûn her dem diguhere û di nav çêbûneka bêrawestan de ye. Ji bo têgihiştina heyînê, berê her tiştî divê em berê xwe bidine xwezayê. Xweza, ne heyîneke çêkirî, statîk, mekanîk û razber (soyut) e. Xweza, pêkhatineka zindî ye. Di nav vê pêkhatinê de jî, hemû tişt bi hevdu re têkildar in û girêdayê hevdu ne. Hemû tiştên ku xwezayê pêk tînin, hebûna xwe deyndarê hinekên din in. Du taybetmendiyên xwezayê hene: Afirandêrî û seraqetî.

2- Heyîn Raman e. [Îdea ye.]

Li gorî vê nêzîkayîtêdanê, hêmana herî girîng ya heyînê, îdea (raman) ye. Ji vê felsefeyê re îdealîzm (mengîwerî) tê gotin. Mengîwerî, hemû tiştên ku hene dispêre ramanê û li derî ramana mirov, rasteqînîyeka serbixwe, an cîhaneka nesneyan (wanekan) napejirîne. Fîlozofên sereke, ên ku vê ramanê dipejirînin; Platon, Arîsroteles, Farabî û Hegel in.

3- Heyîn Made ye.

Li gorî vê nêzîkayîtêdanê jî, heyîn ji hizra mirov serbixwe ye û ji celeba cismî ye. Ji vê ramanê re, pêzewarî (materyalîzm) tê gotin. Nûnerên vê ramanê; di serdema pêşîn de Demokrîtos û Epîkuros û di serdema nêzîk de jî, T. Hobbes, Le Mettrie û Karl Marx in.

4- Heyîn Hem Made û Hem Jî Raman e. [Dualîzm]

Heyîn, hem made û hem jî raman e. Li gorî vê ramanê heyîn, ji du hêmanan (raman û made) pêk tê, ku mirov nikare yekî bixe dewsa ya din. Ji vê ramanê re, dualîzm (dualîparêzî) tê gotin. Nûnerê vê ramanê ê herî girîng, Descartes e.

5- Heyîn, Fenomen e.

Nûnerê vê ramana ku heyînê bi fenomenê şirove dike, E. Husserl ye. Fenomen ew tişt e ku, ji layê hizra mirovî ve tê çêkirin. Ji ber vê yekê jî ev raman, wek ramaneka îdealîst tê dîtin. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin