Felsefeya Heyînê ya Platon

Felsefeya Heyînê ya Platon

Felsefeya Heyînê ya Platon B.Z. 427- 347

    Platon, di cîhana îslamî de bi navê Eflatûn tê nasîn û di dîroka felsefeyê de jî wekî desthilatdarekî hatiye pejirandin. Ew bi xwe, şagirtekî Sokrates û mamosteyê Arîstoteles bû. Beriya her tiştî, divê mirov bibêje ku di felsefeya wî de ramana îdeayê wekî ramaneke sereke derketiye pêş. Mesela di mijara felsefeya zanayiyê de, zanayiya îdeayan, wekî zanayiyên rast dibîne. Li gorî bîr û baweriya wî du cîhan hene; yek ya sehekî/fizikî ye û ya din jî cîhana îdeayan e. Cîhana îdeayan, cîhana rasteqîn e ku bi saya/rêya aqil tê dîtin yan jî têgihiştin. Cîhana sehekî/fizikî jî, ew cîhan e ku bi saya sehekan tê têgihiştin.

Ev raman jî, felsefeya wî ya heyînê pêk tîne. Di mijara felsefeya hunerê de jî, dibêje ku ‘huner, texlîd/kopî ye, texlîdkirina texlîda ye.’ Çimku ew wiha difikire ku cîhana ku em lê dijîn, cîhaneke qelp e, texlîdeka cîhana îdeayê ye. Hunermend jî, xwezayê texlîd dike, ku xweza jî texlîdeka îdeayê ye. Lewma jî, di felsefeya wî de huner dibe ‘texlîdkirina texlîdê, yan jî qopîkirina qopiyan.’     

Dema ku mirov li felsefeya wî ya exlaqê jî hûr dibe, mirovî dibîne ku li gor baweriya wî tevgera herî exlaqî, tevgera amizgerê îdeayê ye. Tevgerek çuqasî nêzîkî îdeaya baş bibe, ew tevger baş e û îdeal e.

Ê baş e, felsefeya heyînê çi ye û felsefe xwe çawa nêzîkê mijara heyînê dike? Çimku beriya ku em li felsefeya Platonî ya heyînê hûr bibin, pêwîst e em bi kurtasî be jî, li ser danasîna felsefeya heyînê rawestin.

Babeta felsefeya heyînê, heyîn e. Hemû tiştên fizikî û ramanî, heyîn in. Di vê xalê de heyîn, dikare li derveyê hişê (bîra, şiûra) mirovî hebe û jê azad be û dikare, di nav hişê mirov de jî hebe û hebûna xwe girêdayê hişê mirovî be jî.

Wek mînak: Xanî, kevir, ax, av, şêr, mirov û hwd. li derveyê hişê mirov in û jê serbixwe ne. Ev Heyînên ku me qala van kir, heyînên rasteqîn in. Sisê, pênc, prîzma, sêkoşe, hejmara pî û rih, hebûna wan girêdayê hişê mirovî ne û bi hişê mirov re, hene. Ev jî, heyînên ramanî (îdeal, hizrî, fikrî) ne. Heyînên rasteqîn, rasteqîniya xwe ji bûyer, wanek/nesne û ji kesayetiyan digrin. Li fezayê cîh digrin, bi demê re diguherin an jî, ji holê radibin. Lê heyînên ramanî, bi sehekan nayên bihistin; derî feza û demê ne û tu rasteqîniya wan jî tune.

Ji beşa felsefeyê ya ku dixwaze heyînê fêhm bike û lêdikole da ku bizanibe ka hilik û sedemê yekemîn ya/yê heyînê çi ye û pirsa, “gelo heyîn heye an na?” ji xwe dike, felsefeya heyînê, ango ontolojî tê gotin.

Ji hêla zanistê ve heyîn (hemû tiştên ku hene) hem mijara zanistê û hem jî, mijara/babeta felsefeyê ye. Lê, di babeta heyînê de nêzîkayîtêdana zanist û felsefeyê, ji hevdu cuda ye.

Zanist, hem hebûna heyînên ramanî û hem jî, hebûna heyînên fizikî dipejirînin û pirsên mîna “Gelo heyîn heye, an na? û Gelo bingeha heyînê çiye?” ji xwe re nakin pirsgirêk. Yê ku van pirsan ji xwe dike û dixwaze ku van pirsan çareser bike, ontolojî ango, felsefeya heyînê ye.

Her zanistek, ji xwe re qadaka heyînê dike mijara vekolanê. Mesela Bîyolojî li heyîna zindî, fizîk li heyîna cismî û psîkolojî jî, li heyîna giyanî dikole. Ji hêla felsefeyê ve heyîn (pirsgirêka heyînê) ji bo felsefeyê weke zanayî, zanist, estetîk û etîkê, babeteka sereke ye. Babeta pêşîn a ku ji aliyê fîlozofan ve hatiye vekolandin, mirov dikare bibêje ku heyîn e. 

Ê baş Platon heyînê çawa dinasîne û li gor nêrîna wî, hayîna rasteqîn çi ye?

Li gorî nêrîna Platon/Eflatûn, du dinya/cîhan hene. Dinyaya/cîhana îdeayan û dinyaya sehekan. Îdea heyînên esîl, ezelî, ebedî, bêliv û naguher in. Ev heyîn, ‘cîhana îdeayan’ bi tenê biaqil têne têgihiştin. Îdea nimûneyên pêşîn yên tiştên/nesneyên sehekî ne. Hemû tiştên ku li dinya sehekan in, girêdayê îdeaya ne. Li dinya sehekan, hemû tişt dimirin, bi mirin in. Mesela, mirov dimrin û ji holê radibin. Lê îdeaya mirovî, tu caran namire, ji holê ranabe û nayê guhertin. Hemû tiştên ku li hawirdor in û ku em wan dibînin, texlîdên/qopiyên îdeayan in. Îdea, nayên guherîn. Lê texlîdên wan herdem têne guherîn, ji holê radibin û ji celebên cismî ne.

Çend taybetmendiyên cîhana îdeayên Platon jî ev in.

1- Bêdestpek û bêdawî [ezelî û ebedî] ne.

2- Mitleq in/misoger in.

3– Raserî sehekên me ne.

4– Nayên guherîn, neguhêrbar in.

5– Ne girêdayê demê ne, eternal in.  

6- Bi çavan, nayên dîtin.

7– Bitenê, biaqil têne têgihiştin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

06.03.2014

Jêder

1- Dengê Felsefeyê. Ali Gurdilî. Weşanên Doz- Rêbendan 2006

2- Rewîtiyeke Zanistî. Ali Gurdilî. Weşanên Doz- Gulan 2007

3- Antolojiya Fîlozofan. Ali Gurdilî. Berhemeke neçapbûyî

4- http://www.felsefevan.org/platon-b-z-427-347.html

5- http://www.felsefevan.org/felsefeya-heyine-ya-platon-b-z-427-347.html

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsan qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin