Felsefeya Platon ya Heyînê

Felsefeya Platon ya Heyînê

Felsefeya Platon ya Heyînê (B.Z.427-347) 

Li gorî Platon, du dinya hene. Dinya îdeayan û dinya sehekan. Îdea, heyînên esîl in; ezelî, ebedî, bêliv û naguher in. Ev heyîn, “îdea” bi tenê bi aqil têne têgihiştin. Îdea nimûneyên pêşîn, ên hemû tiştên ku li dinya sehekan hene, ne. Hemû tiştên ku li dinya sehekan in, girêdayê îdeaya ne. Li dinya sehekan, hemû tişt dimirin, bi mirin in. Mesela, mirov dimrin û ji holê radibin. Lê, îdeaya mirov; tu carê namire, ji holê ranabe û nayê guhertin. Hemû tiştên li hawirdor ên ku em wan dibînin, texlîdên “qopîyên” îdeayan in. Îdea, nayên guherîn. Lê texlîdên wan, herdem têne guhertin, ji holê radibin û ji celebên cismî ne.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin