Felsefeya Fileh ya Serdema Navîn

Felsefeya Fileh ya Serdema Navîn

Felsefeya Fileh ya Serdema Navîn

Dêra filehan (Xiristiyanan) ji bo ku bikaribe felsefeyeka xwe ya xwerû ava bike, ji felsefeya antîk sûd wergirtiye û bi vî awayî jî, vê felsefeyê pêk anîye.

Ev felsefe di nava xwe de dibe du beş.

1- Felsefeya Patrîstîk

2– Felsefeya Skolastîk 

1- Felsefeya Patrîstîk

Ji dewra pêşîn ya felsefeya fileh ya serdema navîn re tê gotin. Di vê felsefeyê de rolê xoşewîstan (ezîz, bav û kalên dêrê) gelekî mezin e û ev felsefe, ji alîyê wan ve hatiye ava kirin. Mirov dikare bibêje ku ev felsefe heta dawîya sedsala 8 an (Piştî Zayînê) berdewam kiriye. Nemaze li hember êrîş û zordestîyên Împaratorîya Romayê, vê felsefeyê di bingeha îmanê de û bi awireke olî, filehtiyê parastiye. Felsefeya Patrîstîk hewl daye xwe ku bi rêya ramanên Platon û Plotînos, li hember êrîşan raweste û danezanîna (doktrîna) filehtîyê bi vê yekê ava bike.

Di destpêka vê felsefeyê de em  Tertullianus dibînin.

Li gor bîr û bawerîya Tertullianus divabû rê û rêzikên filehtiyê bêşert û bêqeyd bihatina pejirandin û divabû bi felsefeyê re jî ne hatibûna peyîtandin. Xwestina gîhêjtina sînorên xwedê, bêrûmetîya mirovan bû, quretîya wan bû. Ji ber vê hindê jî Tertullianus wiha gotiyê: “Ji ber ku derêaqil e, ez bawer dikim.- Credo Quia Absurdum Est.” Lê belê mirovê pêşîn yê ku li ser filehtiyê ceribandinan nivîsandiye û li ser babetên xwedê û rih rawestiya ye, xoşewîst Augustînus (354- 430) e. 

Li gor bawerîya Augustînus xwedê yek e û li her derê ye. Li hemberê xwedê, mirov ne tu tişt in. Lewra xwedê derêzeman e û mirov jî, girêdayê demê ye. Xwedê bi îradeya xwe ya azad gerdûn û mirovan afirandiye. Di destpêkê de mirov azad hatine afirandin, lê Ademê mirovê yekemîn bi vê azadiya xwe guneh kiriye.

Gunehê wî ku gunehê yekemîn e, bi rêya veguhastinê dihihêje hemû mirovan û mirov êdî nikarin beyî gunehan jiyana xwe bidomînin. Beyî xwedê, mirov nikarin ji gunehên xwe, xwe rizgar bikin. Ev yek jî, encax bi başiya xwedê dikare pêk were. Li gor bîr û bawerîya Augustînus, di navbera xwedê û mirovan de hevrezanek mezin heye û kes nikare ji vê hevrezanê derbas bibe. Xwedê û mirov, ne ji heman hevîrê ne. Tiştê girîng ew e ku mirov, xwedê binasin.

Ji ber vê yekê jî Augustînus wiha gotiye: “Ez dixwazim bi tenê xwedê û rih binasim, ji bilî van tiştekî din min eleqeder nake.” Li gor Augustînus erdem, li hember xwedê sitûxwarkirina mirova ye, bi awayekî nefsbiçûkî xwe radestkirina xwedê ya mirova ye. Li gor felsefeya wî ya dîrokê, dîrok ew rê û çûyîn e ku wê tu carê nezivire paş û ber bi amadekirina damezrandina dewleta xwedê ve ye.

2- Felsefeya Skolastîk

Felsefeya Skolastîk ew felsefe ye ku herî zêde rengê xwe daye felsefeya serdema navîn ya fileh. Ango, herî zêde vê felsefeyê bandorê li felsefeya serdema navîn ya fileh kiriye. Felsefeya Skolastîk mirov dikare bibêje ku heta sedsala 15 an berdewam kiriye.

Armanca vê felsefeyê ew bû ku ramanên filehtiyê yên ku di dewra felsefeya Patrîstîk de dest pê kiribûn, bi rê pêk bike, bingeheke ji wan re ava bike û bi vî awayî bike danezanînek felsefî. Xwestine ku dogmeyên filehtîyê di dibistanên dêrê de bi alîkarîya aqil bipeyîtînin.

Di vê peyîtandinê de nemaze Arîstoteles û qiyasa wî ya deduksîyonê hatiye bikaranîn. Nêrîna “ji ber ku ez têdigihêjim, ez bawer dikim.” hem xala despêkê û hem jî xala dawîyê ku vê felsefeyê xwestiye xwe bigihînê; ya vê felsefeya dadayî ye.

Nûnerên vê felsefeyê yên girîng: Anselmus, Thomasê Aquînoyî û Williamê Ockhamî ne.  Anselmusê nûnerê Skolastîkê yê sereke (1035 – 1109) derheqê tevayîyan (tumelan) de rasteqînîya têgehan parastiye.

Li gor nêrîna Anselmus têgehên tevayî, li derveyê hiş in û bi serê xwe hene. Nebawerîya vê yekê, rê li lihevhatina ol û felsefeyê (ango, bawerî û aqil) digre.

Hêlên veşartî yên bawerîyê, encax bi rasteqînîya têgehan dikarin werin têgihiştin.

Nûnerekî din yê sereke jî Thomasê Aquînoyî (1225 – 1274) ye û Thomas jî, rasteqînîya nerm parastî ye. Li gor bawerîya Thomas têgehên tevayî, formên nesneyan yên derûnî (ozsel) ne. Li gor bawerîya wî wehî û aqil, wek du texlîdên zanayîyê ne û ne li hev in. Çimku aqil, nikare têbigihêje xefîyên ol, lê dikare ya xwedê bipeyîtîne.

Thomas wiha gotiye: “Aqil û zanist, bi tenê dikarin derbaseya perestişgeha bawerîyê rohnî bikin. Lê nava perestişgehê, ji alîyê wehîyê ve tê ronî kirin.”

Derheqê exlaqê de jî, erdema hezkirin, hêvî û bawerîyê, li wan çar erdemên yewnana antîk zêde kiriye, ku ew jî mêrxasî, sînorîtî, zanyarî û edalet bûn. Li gor Thomas, ji ber ku devlet di navbera xwedê û mirovan de navcîtîyê dike û rê li rizgabûn û erdembûna wan vedike, xwediyê asûneka bilind e.

Nûnerekî Skolastîkê yekê din jî Williamê Ockhamî (1300 – 1340) ye, ku wek damezranerê Nomînalîzmê tê dîtin. Li gor bîr û bawerîya William jî têgeh, hilbera aqilên mirov in û di hiş de têne pêşnûmakirin.

Di dewra Skolastîk de bandora Arîstoteles gelekî mezin e. Nemaze dixwazim bibêjim ku di naskirina Arîstoteles de rolê Îbnî Sîna û Îbnî Rûşd gelekî mezin e û rojavayê, bi alîkarîya xebatên van zanayaran, Arîstoteles baştir nas kiriye.

Di Serdema Navîn de taybetmendiyên gelemper yên felsefeya fileh

1– Babeta herî sereke ya vê felsefeyê ol e, felsefeyeke doxmatîk e û di dibistanên dêrê de hatiye afirandin.

2- Armanc, bi rêya bikaranîna felsefeyê, bingehkirina doxmeyên filehtîyê ye.

3– Fîlozof, di heman demê de zilamên olî ne.

4- Derîyê vê felsefeyê dadayî ne û sazîyê rexneyê bi awayekî baş nehatiye bikaranîn.

5– Pirtûka pîroz, dêr û Arîstoteles, sê desthilatdarên sereke yên girîng in û li dijrabûna wan, ne gengaz e.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin