Felsefeya Exlaqê Ya Platon/Eflatûn

Felsefeya Exlaqê Ya Platon/Eflatûn

Felsefeya Exlaqê Ya Platon/Eflatûn B.Z. 427- 347

Platon/Eflatûn, yek ji wan feylesofên navdar ê Yewnana Kevnare ye. Dazanîna wî ya ‘îdeayê’ di felsefeya wî de ramaneke bingehîn e. Wekî tê zanîn Platon dibêje ku ‘du cîhan hene, cîhana sehekan û cîhana îdeayê.’ û hemû felsefeya xwe, li ser vê ramana du cîhanan ava kiriye. Di ramanên wî de, cîhana îdeayan, cîhana rasteqîn e û ya fizîkî jî, cîhana qelp/xwiyakirî ye. Cîhana îdeayan, bi aqil tê têgihiştin/dîtin û ya fizikî jî, bi riya sehekan. Mesela di felsefeya heyînê de, heyîna rasteqîn îdea ye, di felsefeya wî ya exlaqê de, tevgera herî baş/exlaqî, tevgerîna li gor îdeaya baş e û di felsefeya wî ya zanayiyê de jî, zanayiya rasteqîn/rast, zanayiya îdeayê ye. Beriya ku em dest bi danasîna wî ya exlaqê bikin, divê em hebekî li ser danasîna exlqaê rawestin û bi kurtasî be jî, exlaqê pênase bikin.

Exlaq, tê wateya nirxdaraziyên me yên ku di têkiliyên di navbera mirovan de dertêne holê û ku bi ‘baş’ yan yan jî bi ‘xirab’ têne binavkirin. Hege em vê danasînê bi awayekî hesantir bibêjin, wê demê em dikarin bibêjin ku exlaq lêgerîna baş û xirab e.

Wateya baş û xirab jî, wekî ku tê zanîn li gorî şexs û civakan û heta li gorî demê jî diguhere. Ango tevgerek xirab, dibe ku di civateka din de ne tevgerek xirab be. Lewra, wateya baş û xirab guherber e. Bingeha peyva exlaqê, di erebî de wûşeya ‘hulk’, yewnanî de ‘ethos’ û latînî de jî, peyva ‘mos’ e. Peyva ‘ethics’ ku di zimanê ingilîzî de di wateya exlaqê de tê bikar anîn, ev peyv jî, ji ‘ethos’ a yewnanî tê. Herwiha, bingeha peyva ‘morality’ jî, ku di zimanê ingilîzî de di wateya exlaqê de tê bikar anîn; ji ‘mos’ a latînî tê.

Rêzikên exlaqî nirxdaraziyên me ne û bi demê re, carinan hinek ji wan girîngiya xwe ya berê winda dikin û bi temamî ji holê radibin. Lê, hinek ji wan  carinan jî dibin rêzikên hiqûqê. Dîsa mirov dikare bibêje ku, exlaq sponton e. Ango, ji ber xwe ve an ji xwe xwe re çêdibin, an dertêne holê û tiştekî neçêkirî ne.

Ew pirsên bingehîn yên felsefeyê jî, pirsên wekî; ‘gelo wateya mirov çi ye? Divê ku çi be?’ û hwd. bivênevê, felsefeyê nêzîkê exlaqê dike û felsefe dixwaze ku fêhm bike, gelo armanca tevgerên mirovan çi ne, an divê ew çi bin û an jî, kîjan tevgerên mirovan êdî mirovî û xwedîerdem in? Bêguman, ev pirs û pirsên mîna van pirsan, rê li felsefeyê vedike û felsefe jî, dixwaze ku bersiva van pirsan bibîne. Ji vê bineşaxa felsefeyê re, felsefeya exlaqê (etîk) tê gotin.

Pirsên sereke yên felsefeya exlaqê çi ne gelo?  

Fikirîna li ser tevgerên mirovan, mirov dikare bibêje ku di Serdema Pêşîn de dest pê kiriye. Çend pirsgirêkên/pirsên sereke yên felsefeya exlaqê jî, ev in…

1- Gelo armanceka tevgerên mirovan heye, yan na?

2- Tiştên ku civak wan bi baş û xirab bi nav dike, bi rastî jî ew wisa yan na?

3- Tevgerên exlaqî yên hevpar, ku ji layê hemû mirovan ve têne pejirandin hene gelo?

4- Mirov di tevgerên xwe de azad e, yan na? An ew di bin bandora berpirsiyariyên xwe de ye?

5- Li hemberê ûcdana mirovî, zagoneka gerdûnî ya exlaqê heye gelo?

Li gor zanînan, Platon/Eflatûn [B.Z.427-347] di dersên xwe de gelekî giraniyê daye rewişt (exlaq, sinc, akar) û siyasetê. Di raman û felsefeya wî de, ji bilî bandûra mamosteyê wî Sokrates bandûra fîlozofên berê jî dixweyî.  Mesela ji dazanîna/felsefeya Pythagoras, regezên Orpheosiyan sitandiye. Baweriya zindebariyê/nemirinê, baweriya cîhana din, hewldana zilamên olî yên şîretkar, allegoriya şikeftê û rûmeta matematîkê, mirov dikare di nava wan regezan Orpheosiyam de bihejmêre.  

Dîsa bi alîkariya ramanên Parmanîdes, Platonwiha bawer dike ku rasteqînî bêdestpêk û bêwext e û divê ku guherîn, ji hêla mantîqê ve, weke tişteke xapînokî were pejirandin. Belam, bi felsefeya Herakleîtos re jî, wiha bawer dike ku her tişt diguherin. Mirov dikare bibêje ku, di nava fîlozofan de yên ku herî  zêde li ser têgeha baş an başiyê (rind, qenc) rawestiya ye, Platon/Eflatûn e.

Platon, ji wan lêkolînên Sokrates yên ku li ser babeta/mijara erdemê bûn, dest bi xebata xwe kiriye. Ji bo xebatên Platon jî, mirov dikare bibêje ku etîka/exlaqa Platon jî bextewarîparêz e. Lewra, li gorî Platon jî, başiya herî bilind bextewarî ye. Platon li wê bextewariyê digere ku ev yek armanceka mirovî ya xwezayî ye û dixwaze ku fêhm bike, ka ew çi ye gelo? Di diyaloxên xwe de herdem li ser erdem û bextewariyê rawestiya ye, wan daye nasandin û hewl daye, ku rêbazên bextewariyê fêrî mirovan bike. 

Li gor felsefeya Platon: Bextewarî (dilşadî, bextiyarî), xwedîtiya başiyê ye. Baş, ew tişte ku hemû kes wê/wî dixwazin. Platon dema ku li ser pirsgirêkê hûr dibe, ne şexsan; lê civakê dide ber çavê xwe û ya civakê, ji xwe re wekî pîvaneke dibîne. Ji zêdetirê mengiya şexsî, ew berê xwe dide mengiya civakî. Çimku Platon ne behsa mirovekê gihaştî (kamil, tekûz), lê behsa civateka gihaştî dike. 

Di felsefeya wî de ‘Baş’ a herî bilind, ji tevlîheviya zanayî û kêfê pêk tê ku tevlîhevî jî, li gorî pîvana a/ê spehî û rastiyê çêdibe. Li gor nêrîna wî  erdem; aheng, rastî û rêkûpêkiya rih/giyan e. Xirabî jî, xirabûna vê rêkûpêkî û ahengê ye. Mirovî çuqasî xwedîerdem be, hewqas jî azad e. 

Lewra, rihê mirovekê wiha, ji aliyê aqlê wî ve tê kargerandin/rêvebirin. Ji ber ku aqlê wî serwer e; ew mirovekê xwedîerdem e, bextewar e, xwedîpîvan û dilrihet/aram e. Ew mirovê ku êsîrê bengîniya xwe ye jî, ew bedbext, bêaheng û bêaram e. Platon, dema ku di felsefeya xwe ya gelemper de behsa têgeha ‘Baş’ dike, mirov dikare bibêje ku ji dazanîna Sokrates behrirehtir li mijarê hûr dibe. Dilêrîna Sokrates ya têgeha baş, di esasê de mirov dikare bibêje ku li hemberê dilêrîna Sofîstan serhildanek bû. Çimku felsefe û dinyabiniya Sofîstan, seranser li ser hîmên berjewendî û li xweşiyê, hatibûne damezrandin. 

Mesela Protagoras wiha digot: ‘Ez Sofîst im û mirovan perwerde dikim. Ev çend sal in ku ez di nava vê hunerê de me. Xorto! Ger tu li cem min bimînî, wê tu yê ji roja ewilî ve bigoherî û wê tu yê baştir bibî mirovekî têgihiştî. Her roj, wê tu ê baştir bi pêşve biçî. Tiştên ku wê ez ê fêrî we bikim, ev in: Di karên malbatî û dewletê de têgihiştina hêza kargerandinê û di siyasetê de pêdiviyên bihêzbûnê. Ez ji bo yek tiştekî sozê didim ku wê ez ê, we bikim mirovên şehraza.’

Mirov ji gotinên Protagoras fêhm dike ku Protagoras têgeha  ‘BAŞ’, hima hima bi berjewendiyê re wekehev dibîne û vê têgehê, di pratîkê de dike tiştekî kêrhatî.  

‘Pîvana hemû tiştî, mirov in. Hemû tişt, xwe ji min re çawa bidin xwiyakirin ew wiha ne. Ji te jî çawa xwiya bikin, ew wiha ne. Ji bo yên ku diqufilîn, ba serma ye. Lê ji bo yên naqufilin jî, ba ne serma ye.’ Protagoras bi van gotinên xwe re jî, mirovan weke pîvana hemû tiştan dibîne û rê, li îzafiyetekê/rolativiteyekê nirxî vedike. 

Lê heçî Platon e, ew di ‘Zagon-Yasaya’ xwe de dibêje:Pîvana hemû tiştan, Xweda ye.’ Û bi vê ramana xwe re jî, dixwaze ku xwe bigihîne mutleqîyeteka/naguhêrbariyeka nirxî û aheng û dengeyekê/parseng jî bigîhîne jiyana mirovan. 

Em ramaneka bi vî rengî, li cem Demokrîtos jî dibînin ku gotibû: ‘Ji bo hemû mirovan, heman tişt baş û rast in.’  

Platon ramanên Herakleîtos jî napejirîne, ku Herakleîtos jî gotibû: ‘Hemû tişt, di herk û bûyînekê de ne û diguherin.’

Platon, li hemberî vê yekê nerazîbûna xwe nîşan dide û wiha dibêje: ‘Zanayiya tiştekî ku her dem diguhere tune û mirovî nikare jê tu zanayiyan bidest jî bixe.’  

Belam, ji ber ku ew jî/Platon jî di dewreka tevlîhev de dijiya ku di wê dewrê de jî şer û pevçûn hebûn; ew jî di nameya xwe ya VII. ê de dibêje ku: ‘Min piştî ku dît hemû tişt bêarmanc dihejin û diguherin, ez ecêbmayî mam û bêhêviyekê min girt.’

Herçiqas, ew li hemberî ramanên Herakleîtos radibe jî, lê dîsa jî mirov dibîne ku di felsefeya wî de, ramana guherinê û herkbûna hemû tiştî heye û ev yek, bûye hêza dahfdana felsefeya wî. Lewra Platon dixwaze nîşan bide ku, li pişt wan tiştên guherînek ku her dem diguherin û di herk û bûyînekê de ne; hilikek/naverokek naguher heye. Platon, navên wan mînakên ku naguher in û her dem weke xwe dimînin, datîne ‘Îdea.’

Platon, wek heyînekê li îdeayê mêze dike û li gorî wî, îdea tişteke herî rasteqîn e. Di jiyana rojane de, hemû tiştên ku em wan dibînin, rastê wan tên yan jî wan dinasin, ew qopyayên îdeaya ne û li gorî qopyayên xwe, îdea rasteqîn in. Lewra qopyayên îdeayan, girêdayê demê ne û bi demê re jî, ji holê radibin. Lê, ew îdeayên ku em dikarin ji bo wan bibêjin ku ew rasteqîniyên resen in; ew tu caran nayên guherîn, heyînên bêdestpêk û bêdawî ne. Platon wiha difikire ku, em ancax dikarin di derheqê îdeayan de zanayiyan bidest bixin. 

Platon, di şibandina xwe ya şikeftê de jî wiha dibêje: ‘Yên ku hemû wanekan/nesneyan ronî dike, îdeaya baş e.’ Çavkaniya îdeaya baş, ronahî û tava/roja ku hemû wanekan ronî dike, ye û ew, çavkaniya hemû zanayî û heyînan e.

Platon dîsa dibêje ku: ‘îdeaya baş, raserê hemû îdeayên din e.’

Platon, vê îdeayê di nava sînorên dinyaya ku mirov têdigihêjî de dibîne. Mirov, bi hêsanî nikare îdeayê bibîne. Ji bo dîtina îdeayê, pêwist e mirov bizanibe ku hemû tiştên baş û delal, jê têtin. Di dinya xwiyakirî de ya/yê ku ronahiyê diafirîne û belav jî dike, ev îdea ye. Di dinya têgihiştî de jî, rastî û têgihîn, jê têtin. Mirov, ancax piştî dîtina îdeayê, dikarin di jiyana xwe ya hûndirîn û derveyî de, bi zanyarî tevbigerin.

Piştra, Platon lêgerîna xwe ya başiyê didomîne. Ew têgeha ku ji aliyê hemû kesan ve, li ser navê başiyê lê tê gerîn û wekî miraza jiyanê tê dîtin. Ew têgeha beyî ku bizanibin ew çi ye, bi tenê girîngiya wê hîsdikin. Lewra, ew tiştekî herî binîrx, raser û baş e jî. Platon, di destpêkê de dev ji eslê têgeha baş berdide û hewl dide da ku beşeka vê têgehê, yeka ku gellekî dişibe wê; yan jî hevramaneka vê têgehê ye, ji me re bibêje.

Li gor nêrîna Platon: Hin tiştên ku hene, ji xwe ew spehî/delal in û ji xwe, baş in. Lê, bi van tiştan re hin nesneyên din jî hene ku ew jî xwediyê yek heyîneka naguher in. Yanê, xwediyê yek îdeayekê ne. Û dibêje ku ‘gellek tişt xwiya dikin, lê nayêtin têgihiştin. Lê, îdea têne têgihiştin; Lê, xwiya nakin.’

Tiştên ku xwiya dikin, em wan bi hêza dîtinê dibînin. Çavên me çiqasê rind bibînin bila bibînin ew tiştên ku xwiya dikin, ew çiqasê rengorengo bin bila bin; hege pergaleka sêyemîn jî tevlî kar nebe, dê çav wan nebînin û ew reng jî, dê xwiya nekin. Ev pergal jî, şewq an jî roj/tav e.

Platon, rojê weke tayê (eş) têgeha baş û beşeka wê dihesibîne. ‘Ew tiştê ku ez dibêjim têgeha baş aniye holê, ew roj e. Baş, rojê ji bo xwe wek ta afirandiye.’ 

Di vê dinya xwiyakirî de ji bo çav û wanekên/nesneyên xwiyakirî roj çi be, di wê dinyaya têgigihiştinê de jî BAŞ, ji bo raman û tiştên ku têne hizirîn, ew e. Tiştê ku rasteqîniya nesneyan dide wan û hêza zanînê dide mejiyê mirov, îdeaya baş e. Ji hêla zanînê ve îdeaya baş, çavkaniya rasteqînî û zanistê ye. ‘Zanist û rasteqîn; çiqasê delal bin bila bin, ji vê yekê bawer bike ku Baş, ji wan êdî raser e.’

Di dinyaya xwiyakirî de hizra nêzîkbûna şewqê û çavan, rast e. Lê, wan wekî rojê hesibandin çewt e. Mîna vê yekê, li dinyaya têgihiştinî de zanist û rasteqînê wekî ‘Baş’ dîtin çewt e. Cihê baş, bêguman raserê herduyan e û ji wan gellekî bilindtir e jî. 

Platon, têgeha baş mîna sedemê gerdûnê yên resen dibîne û vê têgehê, dike tiştekî mitleq. ‘BAŞ’ a wî, di heman demê de maneyeka olî û razdar/mîstîk jî distîne. Platon dibêje ku erdem ne kit e, ew pirr e û ji bo her beşekê rih jî, erdemek heye.

Ev erdem jî ev in…

1- Sophia – Zanyarî

2– Andreîa – Mêrxasî

3– Sophrosyne – Pîvanetî

4- Dikaiosyne – Rastî

5– Osiotes – Xwedîolîtî …  

Zanyarî, bi aqil ve girêdayî ye û serwerê giyan/rih e.

Mêrxasî, di demên xeternak yan nexeternak û xweş yan nexweş de, ew tevgerên me yên ku em wan nîşan didin, e.

Pîvanîtî û Rastî jî, erdemên gelemper in û ahenga yekkeriyê pêk tînin.

Platon rastiyê, erdema herî raser dibîne ku ev erdem, hemû erdemên din li cem xwe dicivîne.

Zanyarî, rastiya têgihanê ye. 

Mêrxasî, rastiya dil e. 

Xwedîolîtî jî, rastiya di navbera me û Xwedê de ye.

Hasilê, exlaqa Platon berawajiya Sokrates û dibistanên Sokratesî/Sokratparêz; civakî ye. Lewra, ew ne tenê li riya berxwîdariya mirovekê, lê li riya berxwîdariya tevahiya civakê digere û çawa ku me berê jî got, gerûya/navenda vê exlaqê jî, îdeaya Baş e…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

13.03.2014

Jêder…

1- Dengê Felsefeyê. Ali Gurdilî. Weşanên Doz. Rêbendan 2006

2- Rewîtiyeke Zanistî- Ali Gurdilî. Weşanên Doz. Gulan 2007

3- http://www.felsefevan.org/platon-b-z-427-347.html

4- http://www.felsefevan.org/di-ramanen-platoneflatun-de-tegeha-bas.html

5- http://www.felsefevan.org/di-ware-exlaq-heyin-u-zanayiye-de-ramanen-platon.html

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsan qedexe ye…

Bersivekê binivîsin