Felsefeya Exlaqê ya Jean Paul Sartre

Felsefeya Exlaqê ya Jean Paul Sartre

Felsefeya Exlaqê Ya Jean Paul Sartre/1905-1980

Li gor bawerîya Jean Paul Sartre; tiştekî ku em bikaribin jêre bibêjin ‘xwezaya mirov’ tune û mirov bi dest û keda xwe, xwe diafirine û destnîşan dike. Kêzik û çûk, çawa bûne heyîn, wisa jî dijîn û nikarin vê yekê biguherînin. Lê mirov, li xwezayê hatine avêtin û hilika xwe, bi destê xwe (bi ked, bi zanyarî û hwd.) diafirînin. Ji ber vê yekê jî divê tevgerên wan neyêtin astengkirin (sînorkirin) û divê mirov azad tevbigerin. 

Ango Sartre dibêje: ‘Mirov, mehkûmê azadîyê ye.’ 

Di bin kîjan şert û mercê de bin bila bin, em azad in û jiyana xwe bi destê xwe diafirînin. Ji ber ku hemû kes cihê xwe (nirxên xwe, hêjahiya xwe) bi destê diafirîne; zagoneka exlaqê yeka ku em bibêjin ji bo hemû kesan derbasdar e, tune.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin