Felsefeya Ehlaqê Ya Jean Paul Sartre

Felsefeya Ehlaqê Ya Jean Paul Sartre

Felsefeya Ehlaqê Ya Jean Paul Sartre| Ali Gurdilî 

Li gorî bîr û baweriya Jean Paul Sartre 1905-1980, tiştekî ku em bikaribin jêre bibêjin <xwezaya mirov e> tune û mirovî, bi dest û keda xwe, xwe diafirine û destnîşan dike. Kêzik û çûk, çawa bûne heyîn, wisa jî dijîn û nikarin vê yekê biguherînin. Lê mirov, ber bi xwezayê ve hatine avêtin û hilika xwe, bi destê xwe (bi ked, bi zanyarî û hwd) diafirînin. Jiber vê yekê jî, divê ku tevgerên wan neyêtin astengkirin/sînorkirin û divê mirov, bikaribin bi azadî tevbigerin.

Ango Sartre dibêje ku: ‘Mirov, mehkûmê azadiyê ne.’

Di bin kîjan şert û mercan de bin, bila bin; em azad in û jiyana xwe, bi destê xwe diafirînin. Jiber ku hemû kes cihê xwe (nirxên xwe, hêjahiya xwe) bi destê xwe diafirîne, zagoneka exlaqê yeka ku em bibêjin ji bo hemû kesan derbasdar e, tune…

Li Gor Nêrîna Sartre Azadî û Berpirsiyarî… 

Mirov heyînek ji bo xwe ye, hiş û azadî ye. Sartre vê ramana xwe û bivênevêtiya azadiyê bi hevoka <mirov, mehkûmê azadiyê ne.’ şirove kiriye. Em di bin kîjan şert û mercan de bin bila bin, em azad in û bi biryarên xwe, em jiyana xwe diafirînin. Helwesta me ya ku em ji bo rewşekî nîşan didin, bi pêşnûmayên me yên ji bo siberojê re digihêjine wateyekî û tevgerên me jî, li gor van pêşnûmeyan derdikevine holê.

Azadiya giştî, bi xwe re berpirsiyariya giştî tîne. Jiber vê yekê jî mirov, hem ji xwe û hem jî, li hemberî hemû kesan berpirsiyar e. Hilbijartina li hember rewşekî jî, di destê me de ye. Biryara vê yekê, em bi xwe didin. Hilnebijartina tiştekî, di rastiya xwe de hilbijartina tiştekî ye û divê (em bêgav in) em hesabê vê yekê jî bidin.

Di dema hilbijartina rewşekî de em ne jiyana xwe tenê, em di heman demê de hêman û hêjahiyên xwe jî, ku bingeha vê hilbijartina me ne; em wan jî destnîşan dikin û pêşkêş dikin. Mengiyên/îdealên exlaqî û hêjahiyên me, bi tenê dikarin li ser azadiya me, werin hîmdarkirin. Mehkûmbûna mirovan, ya azadiyê û têgihiştina mirovan ya berpirsiyariya xwe,  diltengiyekî jî derdixe holê. Diltengî, ji hestên herî bingehîn yên hebûna mirovî ye…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

24.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/li-gor-nerina-jean-paul-sartre1905-1980-azadi-u-berpirsiyari.html

3- http://www.felsefevan.org/felsefeya-exlaqe-ya-jean-paul-sartre1905-1980.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…  

Bersivekê binivîsin