Felsefeya Ehlaqê Ya Arîstoteles

Felsefeya Ehlaqê Ya Arîstoteles

Felsefeya Exlaqê Ya Arîstoteles| Ali Gurdilî

Mirov dikare felsefeya exlaqê ya Arîstotelesî, ji berhema wî ya <Ethika Nikkomakheia–Exlaqê Nikkomakhos> fêr bibe. Etîka Arîstoteles, etîkeke mebestî ye. Ew wiha difikire ku hemû tişt, ber bi başiyê ve diqesidin. Ango, baş ew armance ku hemû tişt ber bi wê ve diqesidin. Sincdarî (rewişdarî, biexlaqî ), ne ew tevgerên me yên ku ji xwe baş in. Sincdarî, ew tişt e ku mirovî nêzîkê <tiştên ji bo başiya mirov in> dike, ye. Arîstoteles, di exlaqê de başiyê bi <tiştên ku ji bo mirovan baş in> re, bisînor dike. Tiştê ku ji bo mirov baş e, çalakiya biaheng Ya ku di navbera rih û başiyê de ye, ye.

Li gorî baweriya Arîstoteles, mebesta jiyanê bextyewarî ye.

Belam, li gorî wî berxwidarî ne tiştekî têgihanî ye. Ew tiştekî wiha ye, ku mirovî encax di hemû jiyanê de dikare xwe bigihînê. Ew cûre çalakiyek e û xweş, bi awayekî xwezayî beşdarî wê dibe. Çawa ku bi yek kulîlkekî û bi yek rojeka bitav, havîn neyête, bi demxweşiyeke kurt re jî, berxwidarî nayê. Arîstoteles, lêdikole da ku fêr bibe ew kîjan jiyan e ku berxwidariyê ava dike.

Di vê xalê de Arîstoteles, behsa çar (4) hêmanan/prensîban dike…

1- Xweşî

2- Şanazî

3- Dewlemendî

4- Jiyana teorîk.     

Li cem Arîstoteles, jiyana teorîk ango daketina fikirînê, armanca herî bilind e. Arîstotelesî wiha dibêje: <Armanca hemû çalakiyên mirovan baş in û her çalakî, ber bi başiyê ve diçe.> Bi vî awayî, pirraniya nirxan/hêjahiyan dertê pêşiya me. Lê, her asta/derenceka heyînê, <Başekê> bilind a xweser e. Erka/wezîfeya felsefeya exlaqê jî, di vê xalê de destnîşankirina yê/ya baş e.   

Berxwidariya mirov ya xas jî, tevgera bi erdem e.

Di jiyanê de ew kesên ku xwediyê pisporiyeka diyar in, encax ew dikarin bigihêjin bextewariyê. Bextewarî, çalakiya giyana bierdem e ku jiyaneka pispor didomîne. Xweşî/zewq jî, temamker û encama hemû çalakiya ye.  

Xweşiya herî bilind jî, bi raman û tevgerên exlaqî pêk tên. Daxwaza bidestxistina xweşiyê, mîna wek navajoya/dozîna jiyanê; tiştekî bêgav e. Belam, bi tenê xweşiya ku mirovê bierdem bidest dixe, xweşiyekê rasteqîn e. Ji zêdetirê tevgera pratîk, tevgera teorîk êdî mirovî ye. Wekî Platon, Arîstoteles jî nirxên/hêjahiyên giyanê wek nirxên rasteqîn dibîne û wisa jî, wan dipejirîne.

Di dawiyê de Arîsto dibêje ku: <Bextewarî, encax di wan tevgerên li gor aqil (amizgerê aqil) û xwedîerdem de, peyda dibe.>

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

28.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/felsefeya-exlaqe-ya-aristoteles-b-z-384-322.html

3- http://www.felsefevan.org/di-ware-heyin-exlaq-u-zanayiye-de-ramanen-aristoteles.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Bersivekê binivîsin