Felsefeya Dahûraniyê [Felsefeya Analîtîk, Felsefeya Dewiyaniyê]

Felsefeya Dahûraniyê [Felsefeya Analîtîk, Felsefeya Dewiyaniyê]

Felsefeya Dahûraniyê [Felsefeya Analîtîk, Felsefeya Dewiyaniyê]

Piştî şerê cîhanê ê duyemîn, li İngilîstan û Amerîqayê derketiye holê. Li gorî vê tevgera felsefî, pirsgirêk û karê felsefeyê ê resen, dahûrandina ziman û têgehên ku di ziman de ne, ye. Bi vê rêyê re wisa bawer kirine ku, wê ew pirsgirêkên kevnoşopî ên felsefeyê; ku rê li tevlîheviya mejiyan vedikin, wê ji holê rabin. Damezraner û nûnerê herî mezin ê vê tevgerê, fîlozof Ludwig Wittgensteinê Awistralyayî ye. Ev tevgera felsefî ku di salên 1945- 1960- an de derketiye holê, mirov dikare bibêje ku berdewama tevgera “Pozîtivîzma Mantiqî” ye, ku ji ramana Rastîparêzî “Realîzm” û Piranîparêzîyê “Pluralîzm” derketiye, ku ji aliyê Bertrand Russel û G. E. Moure ve hatibûn berfirehkirin.

Di vê tevgerê de ramana bingehîn, ziman e û wiha tê bawer kirin ku mijara yekda ya felsefeyê, ziman e.

Di pozîtîvîzma Mantiqî de tê parastin ku, felsefe bi xwe; tu zanayiyan neafirandiye û fîlozofên ku di dîroka felsefeyê de xwedî berhemên felsefî ne, bi pirsgirêkên ku ji aliyê ziman ve hatine afirandin re mijûl bûne. Herweha bi dahûrandina avahiya zimanî re, wê felsefe bigihêje mijar û karê xwe yê resen. Karê felsefeyê yê resen jî ew e ku, wan pirsgirêkên qelp ên ku, ji bikaranîna ziman ya ku ji derê qada rojane dertên; çareser bike.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin