Felsefe û Wêje

Felsefe û Wêje

Berhemên wêjeyî yên baş, ji bo felsefeyê derfet/îmkanên baş diafirînin. Zarokên ku berhemên edebî dixwînin, xweş têdigihêjine tehma xwendin û fikirînê. Aso û hizra wan, berfireh dibe û dest bi pirsen xwe yên xwezayî dikin. Guman tê de nîne ku destpêka/daketina pirsîna pirsan, wan ber bi aliyê felsefeye ve dahf dide. Lew re, xwendin pêdiviyek sereke û jêneger e.

Lewma jî, zarokên ku ji berhemên edebî baş ditehmijin; pirraniya wan bere xwe didin wêje, huner, zanist, û felsefeyê. Di encamê de wê behredariya ku bi rêya xwendine zeft dikin, ew di seranserê jiyana wan de rênîşandêriya wan dike û ew bi xwe jî dibin kesayetiyên afirandêr.  

Ali Gurdilî

felsefevan@Hotmail.com

08.12.2014

Bersivekê binivîsin