Felsefe, Refleksîf / Bertekî ye

Felsefe, Refleksîf / Bertekî ye

Felsefe, Refleksîf / Bertekî ye

Ji bilî felsefeyê tu disiplînên din, xwe nakin mijara xwe û li ser xwe venakolin. Ango, mirov nikare fizîka zanista fizîkê, yan jî genetîka biyolojiyê bike. Encax, mirov dikare li ser felsefeya felsefeyê bipeyîve. Di nav hemû disiplînan de bi tenê felsefe, xwe dike babeta lêkolînên xwe û li xwe vedikole. Ev yek jî tê wê wateyê ku fîlozofek dikare carekê din li babeta xwe bizivire û ji nû ve, li babeteka xwe ya kevin vebikole.  

Çawa ku di matematîkê de pirs têne çareserkirin, di felsefeyê de jî li ser mijarê carekê din tê fikirîn û vekolandin. Bi vê yekê re jî, tê xwestin ku kêmasî yan jî cihêrengiyên mijarê yên ku heta wê demê ne hatine dîtin, werin destnîşankirin. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

18.02.2015  

Bersivekê binivîsin