Felsefe Li Kû Dest Pê kiriye?

Felsefe Li Kû Dest Pê kiriye?

Li gor bîr û baweriya we, felsefe li kû dest pê kiriye û çima? 

a) Li Yewnana Kevnare/Îyonyayê.
b) Li Mesopotamyayê/Kurdistanê.
c) Li Hindistana Kevin.
d) Li Çînê.
e) Destpêka warên felsefeyê ne diyar e.  

1- Juten Jutenya: Felsefe, bi dîroka mirovahîyê re hemsal e. Mamoste elî li ku destpêkirîye?  Adem û Hewayê li ku destpêkirîye, felsefê jî bi dîtna min li wir destpêkirîye.

2- Mîkael Ezîdî: Felsefe tav mirovatîyê dastpêkerîya. Da bahasbîna destpêka felsefa kangê bû. Felsefa hertim habûya. Yê ku dît wê bevîna, yê nadît, ji bo wî felsefa tuna. 

3- Yenigun Nevzat: Her çiqas bi yevnanan weqe nasandin li gori min bingeh û buyina wé mezrabota ye. 

4- Dr-Mohamed Gouma:  Destpêka warên felsefeyê ne diyar e. Di gava ku Merovan jı xwe re dayîte biremankirin, di wé gavê de fesefê dayîte bidestpêkirin; jiber ku felsefe û reman bi hev re bi cêwî ve têtin biderkevtin û ew herdu ji hevdû ve nayêtin bicihékirin… 

5- Arjin Grafolekt: Her çiqas te gotin kû felsefe li Yewnana kevin dest pe kirîye ez tevlî ve ramane nabim; Li gorî min felsefe li Mesopotamyaye, bi Zerdeşt dest pe kirîye û wek Ehmede Xanî jî ev rastî pe de çuye; le bele ji ber kû dîroka me baş naye nasîn ev rastî naye zanîn û bi bawerîya min jî wek her tişte me hatîye dizîn ev jî hatibe dizîn… 

6- Nesrin Rojkan: Felsefeya Ewrûpayé li Yunanan destpékiriye, lé ne yé dinyayè.. Li gor diroka mirovatiyè divé li rojhilata navin destpè bike, lè mixabin tiliyén ewrupayé ketiyè û wèran kiriye dergûsa çandè. Her tistèn héja gihandine xwe, yén beredayî ji me re hélan. Heta iro jî petrol, heman, mineralan ji me distinin çek, hamburger û cola didin me.

7- Ismail Akbaba: Wé dema insanén ewîl difikirin wiha dipirsin: Ez çime? Felsefe wé demé dest pé dike. Cihé mirovahiyé Mezopotomya ye. Felsefe li Kûrdistané dest pé dike.

8- Muhammed Ali Aykaç: Ji gorî min ‘Destpêka warên felsefeyê ne diyar e.’ Felsefe pêşiya afirandin a gerdûnê destpê kiriye.

9- Zeynelabidin Zinar: Eger destpêka Jiyanê li navenda Kurdistanê (Mezopotamya) çîbûbe, wê felsefe jî li wirê derketibe. Felsefeya Girekiyan jî ji Rojhilatê hatiye wergirtin, lê niha kes deng ji xwe dernaxe. Ew devera ku heywan lê kedî bûne, ew devera ku çandinî lê dest pê bûye, warê felsefê ye. Ji min gotin, ji we jî lêkolîn.

10- Qehar Kulbar: Li gorî bîr û nêrîna min: Ger felsefe ji wateya wê ya likar a ‘zanaperweriyê’ hevek were leqandin, û di çarçobeya xîret û şayîşa têgihîştin-watedar kirin hebûnê de bêt helsegandin; her velivîna hizirî (her çi qas ebedîyen dewixî û nivîşkan dimîne jî li ber derbên qelsîyek pircûre, kêmasiyek ontolojîk) dibe felsefe. Ji valî ve cîhê despêka felsefeyê ne dîyare. (e)

Lêbelê, heke pênaseya Alî Gurdilî ya di gotara wî ya ‘Felsefe û Kurd’ de:  <şêwaziya li hemberî xweza û gerdûnê û xwestina zanînê ya bi tenê ji bo zanînê> bi tevî qeyd û belgeyan wek darinde/baz were hilçinîn, despêka felsefeyê Îyoniya ye. (a)

Belam ger, wek ‘Pêdaketinek’ ramanî ya kûr, tîr û birêkûpêk a bi tevliheviya dîmenên olî, kosmogonî û astrolojîk ve bête helsegandin; cîhî felsefeyê hem Hindistan, hem jî Mezopotamiya bi hevûdu re ye, ji ber kû têkilî û pareleliya di navbera doktrînèn Veda û Avesta yê de. (b,c) 

11- Serhat Avcı: Li mezopotamyayê dest pê kiriye û yekem feylesof jî pêxamber zerdeşt e. Eger felsefe bi tenê fikirîn be ku li kû mirov hebûye mariv dikare bibêje ku di wir de felsefe heye lê bi ya min felsefe fikirîn û lêgerîna bi rêkûpêk e lewma mariv nikare bibêje fikirîn bi tena serê xwe bes e.. wek yewnan tê zanîn lê elî şerîatî jî bixwe dibêje ku yewnaniyan ji kurdan ango ji mezopotamyayê hînî felsefeyê bûye ya rastîn destpêka felefeyê ya li yewnan li ser texstên avestayê pêk hatiye dema îskender hatiye nûshayên avestayê şiyandiye yewnanîstanê jixwe di dîrokê de jî wek zerdeşt jî tê zanîn.

12- Hamza Altaylı: Bi ya min ji li Kurdıstan destpê kiriye. Lewra hezreti zerdeşt û avesta wê deri derketiye.

13- Ahura Mazda: Ji afirandina mirovan ve heya véga.felsefe bi xwe ji jîyané ye. Hewce û pirsén her tiştî, hemû tiştan daxûyanîya felsefe ye. Ji destpéka jiné ve heta vé gavé felsefe heye bi min.

14- Isa Kaya: Bi destê Magûyê Kurdan ramandin a di warê felsefeyê de çûye îyonyayê. 

15- Mahmut Özçelik: Li Yewnana Kevnare/Îyonyayê.

16- Zeynelabidin Demir: Bi ya min felsefe bi mirovan ve dest pê kiriye. Dema mirov derketine holê felsefê jî dest pê kiriye.Dem û cihê wê jî mirov yekemîn car li kuderê jiyabin ew der e.

17- Mehmet Heyvster: a (Ango, Li Yewnana Kevnare/Îyonyayê) 

18- Sozdar Sevîm: Destpėka warėn Felsefeyė helbet diyare. Lė mixabin ew destpėka her dem hatiyė veşartin. Em bala xwe bidinė, Netewdewletėn ku em niha lė dijin, Dibistan û Zaningehėn ku em lė dixwunin, bi tenė bi perspektiva ixtidarė û eurozentrizmė, ango avrupa kiribin navend û destpėk, li Dirok, Felsefe u Çande dinerin.

Li gor wan Felsefe ji Yewnanan u her wiha şaristani ji li Avrupa destpėkiriye. Bi zanin Rastiyek Rojhilata navin hatiye vesartin ew ji ewe , ku Şaristaniya Mirovahiye li Kurdistanė, li Hilala zėrin Mezopotamyayė hatiye destpė kirin. U felsefevanė yekemin ji Zerdeşte. 

Li gor nėrina min Felsefevanė navdar e yewnan hwd. himė xwe li ser Felsefa Zerdeşt ava kirine u mixabin Şaristaniya ku li Kurdistane di astek heri pėş de bû, bi paş xistine. Rewşa Rojhilata Navîn ya niha li ber çava ne. Şaristani/Medeniyet bi gumana min ne heman tistin.

Piri caran herduk ji wek şaristani ten pejrandin. Li vederė jî yek bi gelan re mijule,bi Jiyan u Felsefeya we re , bi çande re. u ya din bi ixtidarė, zagon, zanist, siyasi re mijule. 

Ji bo pirsa didoyan, ez di wė baweriyė deme, ku Ramana diyalektîkê bi Zerdeşt hatiye destpėkirin.Lėhurbuna li ser tiştėn dijberi hev mîna Roj û Şev/ baş-xerab wî kir u her wiha di Felsefa xwe de , Piroziya Ax, Roj u Agir raber dike. Ev bingeh şaxėn xwe avėtin Yewnanė. Ku li wėderė ji Xwedawendė Roj, Agir, Axė hebun. 

Mirov bi gihistî li Felsefė binėre, tu kes ji me nikare beje, kengė destpė kiriye ! Ji ber ku hebuna wė hişė me tėnagihije, em vėya bi Mirovan re girė didin! Felsefe wiha bi qalib dikin, daku were ber çav!

Ew pėvajoyeke ku herdem hebu û ė hebe !Li gor her Mirovi Felsefe bi qasi tėhgistina hişė wi ye şexsîye!  

Spas, malî ava bo bersivên we yên hêja û ku we bi nefbiçûkî, bersiva vê pirsa me da.

Bersivekê binivîsin