Felsefe, jiyan bi xwe ye.

Felsefe, jiyan bi xwe ye.

Sultan Arslan: Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye? 

Heta ku em hebin dê felsefe jî her hebe. Felsefe jiyan bi xwe ye.  Em henin û hebûna me jî  dîyardeyekî civakî ye.  Em dibihîsin, tamdikin, hîsdikin, diaxivin, dibînin û difikirin. Ji bo naskirina xwe her fikrandin felsefe ye û divê em dîtinên xwe, bi hevdu re parve bikin ji bo têgihîştina hebûna  xwe re wateyek û armanceke peyda bikin. Îcar ji bo çi pêdivîya me kurdan bi felsefeyê re heye? Erê, ji ber ku em dîyardeyeke civakî ne û ji bo naskirina xwe û hebûna xwe pêdivîya me bi felsefê re heye. Felsefe ji bo me kurdan gelek girîng e,  ji ber ku kurd hê jî xwe nas nakin û  ji bo ku em hebûna xwe a kurdî baştir nas  bikin, pêdivîya me gelek bi felsefeyê heye.

Gava ez difikirim, tamdikim, hîsdikim û diaxivim, dibînim ku felsefe bi  kurdî xweştir e ji bo ku kurd xwe nas bikin.

Sultan Arslan

02.03.2016 

Bersivekê binivîsin