Felsefe Bo Kurdan!

Felsefe Bo Kurdan!

Mihemed Xêr Şêxo: Felsefe Bo Kurdan!

Ez ê bersivê bidim ne ji ber bersiva min rast e belê ji ber ez li ser vê pirsê mijûl bûm û fikirîm. Belkî mesele hemû ev be, tew belkî felsefe pirsa ‘çima’ be! Îroj rastî nivîsekê hatim behsa Supermanê Kurd dikir û didomand; digot dê ew supermanê me jî fanatîkê taximên tirkan yên gogê bûya û dê bigota ‘kurtçe anlıyorum ama konuşamıyorum’ belkî çepgir bûya û li Geziya Stembolê ji bo darekê biçûya protestoyê. Tew ne dûr e ku riha xwe dirêj bikraya û xwe li nav refên şervanên kurd biteqandaya û bigotaya ‘Ellah û ekber!’

Mebest ew e, em nizanin bifikirin, newêrin ji xwe û derdora xwe bipirsin ‘çima?’

Lêgerîna li sedeman gava herî muhîm e bo dîtina dermanan.

Heger bi hevokekê bersivê bidim: pêdiviya me bi fikirînê heye da ku bibînin, bibînin da ku fam bikin, fam bikin da ku em li çareyekê bigerin!

Mirov hezar çavî ji mejû veqetîne û kevirekî li pêş wan hemÛ çavan deyne, dê ew çav fam nebînin û ne jî bizanin ew çi ye.. devera dibîne mejû ye cihê fikirîn analîz û ramanê ye!

Mihemed Xêr Şêxo

08.03.2016 

Bersivekê binivîsin