Êzdî Xwe Çawa Dinasînin/Dibînin?

Êzdî Xwe Çawa Dinasînin/Dibînin?

Êzdî Xwe Çawa Dinasînin/Dibînin?

       Ji roja hatin/derketina ser rûyê erdê ta roja me ya îroyîn, mirovan xwestine ku gerdûn, xweza û jiyana civakî şirove/rave bikin û bi sedemên kirû û bûyerên xwezayî û civakî bizanibin. Bêguman, mirov dikare bibêje ku ev helwesta wan hêjî berdewam e. Lêgerîna mirovî ya zanîna yên nenas, bi mîtolojiyê dest pê kiriye. Di dewra mîtolojîk de, gelek bûyer bi şiroveyên metafizikî hatine ravekirin. Di dewra mîtolojîk de heyînên xwedayî û nîvxwedayî hene û gelek tişt, bi mîthos/çîrokan têne şirovekirin yan jî ravekirin.

Piştî dewra mîtolojîk, dewra olî dest pê kiriye. Di dewra olî de, zanayiyên mîtolojîk cihê xwe ji zanayiyên olî re hiştine. Tevlîheviya ku di dewra mîtolojîk de hatiye dîtin, di dewra olî de ji holê rabûne û rêkûpêkiyeke xwe daye der. Ol, hem weke zanyariyeke û hem jî, wekî awa/terzeke jiyana civakî derketiye holê. Piştî zanayiyên/şiroveyên olî, dewra felsefeyê dest pê kiriye û felsefeyê, bi rexnekirina zanayiyên olî dest pê kiriye û wekî lêgerîna aqlî ya mirovî, hatiye pejirandin.

Dewra piştî felsfeyê, bêguman dewra zanistî ye. Di vê dewrê de jî, kirû û bûyerên xwezayî û civakî, bi nêrîneke pozîtiv hatine şirovekirin. Mirov dikare bibêje ku ew dewr hêjî berdewam dike.

Dema ku em bixwazin bi nêrîneke neterefgir/nesnel li zanayiyên olî binihêrin û binirxînin, bêguman em tu caran nikarin bibêjin ku zanayiyên olî zanayiyên misoger/teqez in. Misogeriya zanayiyên olî, li gor bawermendên ol diguhere û bawermendên ol, wiha difikirin û diparêzin ku zanayiyên/zanyariyên ola wan, zanayiyên teqez/misoger û neguhêrbar in. Çimku zanayiya olî, zanayiyeke dogmatîk e û nikare were, rexnekirin yan jî guhêrtin. Nêrîna pîroz û hişkebawerî, rê li rexneyan digire û tevgerên li dijî ol jî, bi tawana jirêderketinê têne tawanbar kirin.

Belam, awira zanistî ne ew awir e ku rabe wekî bawermendekî li bûyera ol mêze bike. Awira zanistî, awireke nesnel e û tu ferq û melitiyê, naxe navbera wan. Bi tenê bi awirek/rêbazeke zanistî li bûyera/kirûya ol mêze dike. Ji ber vê çendê jî, dema ku li zanayiyên olekî hûr bibin, nabe ku em weke bawermendeke olî lê bikolin. Bawermendekî ola Îslamê, bêguman dê li gor zanîn û baweriyên xwe, ola xwe rave bike. Bawermendeke ola din jî, dîsa dê wisa bike. Belam, di vê xalê de bo nirxandineke baş dîsa jî pêdiviya me bi zanayiyên desta yekemîn heye, da ku mirovî bikaribe xwe bigihîne encamên/şiroveyên rast û dirist.

Ji ber sedemên cihêreng ola Êzdayetiyê jî, pirî caran ji aliyê bawermendên olên din ve hatiye rave/şirovekirin. Di van şiroveyan de jî, pirî caran mirovî rastê ramanên aligir û dijminane jî dibe. Ji ber sedemên navborî, ji bo têgihiştina çend zanayiyên resenî, min jî berê xwe da çavkanî û gotin/qewlên bawermendên Êzdî.

Ê baş e, Êzdî xwe çawa dibînin yan jî xwe çawa didin nasandin?  

‘Xwedê, bitenê afiranerê dinyayê ye. Belam ne berdewamkarê dinyayê ye. Ne aqtîv e û li dinyayê mêze nake. Desthilatdarê semaxa/îradeya  Xwedê, Tawisî Melek e û bi riya reenkarnasyonê re, rihê wî xwe gihandiye Şêx Hadî û pêre bûye yek. Tawisî Melek, bi Xwedê re bûye yek û tu carî jê venaqete. Xwedê rih, bêlaş afirand. Rojekî mistek xwelî anî û ji Tawisî Melek xwest ku ji vê xweliyê laşeke biafirîne. Li ser fermana Xwedê, Tawisî Melek du laşan anî holê, ku ew jî Adem û Hawê bûn. Ew li bihûştê dijiyan. Di vê navberê de Xwedê Adem dît û wî pirr eciband. Ji Tawisî Melek xwest ku, ji Adem re secde bike. Tawisî Melek, nêzîkê vê yekê nebû û wiha bersivê da Xwedê: ‘Ez ê çawa jêre secde bikim? Min wî ji wan xweliyên ku te dabû min afirand û te jî, min ji ronahiya xwe afirandî ye. Heçî min Ademî bi ronahiya me hecimand, lê dîsa jî ev yek ne besî secdekirina wî ye. Xwedayê min, afiranerê min! Ez nikarim xiyal jî bikim, ku tu ji min re secdeyê dikî.

Belam, Xwedê di fermana xwe de xwedîbiryar bû. Piştî vê bersivê, Xwedê Tawisî Melek ji bihûştê qewirand û wî şande dojehê/cehnemê ku cezayê xwe bikşîne.

Xwedê piştî vê bûyêrê fikirî û biryar da ku niheqiyê li Tawisî Melek kiriye. Bang lê kir û rûmeta wî lê zivirand. Tawisî Melek, ji nûve bû desthilatdar û gerînendekarê dinyayê. Di rastiyê de, Xwedê wî ezmûn kiribû û bi vê biryara wî re jî, berxwidar bibû. Tawisî Melek, hefthezar (7000) salan li dojehê cezayê xwe kişandibû û di wê xemgîniyê de, bi hêstirên/rondikên çavên xwe, jixwe agirê dojehê jî temirandibû.’ [Xwediyê van gotinan bi navê Yunus Êzdiyekî ji Mêrdînê ye û ji sala 1984- an ve li Elmanya pênaber e û li wir dijî.]       

‘Hûn ji min bipirsin li gorî min, ji bo mirovekê ji nûve hatina jiyanê çêtir tu tişt tune û ev yek bi tevgerên me yên li dinyayê ve girêdayî ye. Jixwe li ba me, tu ferq di navbera yên ku mirov têne dinyayê û yên ku heywan têne dinyayê de tune. Lewra mirovên baş jî hene û yên xirab jî. Heywan jî wiha ne. Herwiha eynî dinya, ji bo te dikare bibe bihûşt jî, dikare bibe dojeh jî. Lê rihekî qenc, dibe ku (em nizanin gelo ew ki ye? Şêx, cotkar, an tiştekî din) mîna stêrkekê jî, ji nûve were dinyayê û bibe aferînekê ezmanî û carekê din neyê dinyayê.’ [Xwediyê van gotinan Êzdîyekî bi navê Osman e. 54 salî ye. Mirîdekî Êzîdiya ye. Li Bişêriyê/Qeza Batmanê hatiye dinyayê. Li Elmayayê firoşkariya sebze-mêweyan dike.]   

‘Dibêjin ku, dojehek û bihûştek heye. Ez nizanim li kû û çima heye? Lewra, çawa be wê em ê dîsa werin dinyayê. Dibe ku heta biryara ji nûve hatina me ya dinyayê bê sitandin, divê em li cihekê li benda biryarê bimînin. Dibe ku dinya din jî, ew der be.’ [Xwediyê van gotinan Êzdiyekî bi navê Silêman e. 37 salî ye. Ji Bakûrê Sûrî hatiye Elmanyayê û li wir bûye pênaber.]    

‘Xwedê dinyayê afirand. Tawisî Melek jî, bi fermana wî re Adem û Hawê afirandî ye. Adem û Hawê, li bihûştê dest bi vejîyînê kirine. Li ser rûyê erdê jî tu tişt tunebû û hemû, vale bû. Xwedê,  xwest ku bila li ser rûyê erdê jiyan hebe. Wisa fikirî ku Adem û Hawê li ser rûyê erdê bijîn û nîjada wan zêde bibe, dê çêtir be. Rojekî bang li Tawisî Melek kir û daxwaza xwe jêre vegot û ferman dayê ku daxwaza wî bîne cîh. Li ser vê yekê, Melekê Tawisî genim da wan ku bixwin. Dema ku e wan wî zadî xwarin, zik li wan nepixî. Ji ber ku tu cihê destava mezin di wan de tinebû, êşên mezin kişandin. Ji ber vê yekê ji Tawisî Melek re çêran kirin û qîriyan û ji bo wî,  wê peyva qedexe bikar anîn. Di wê demê de Tawisî Melek, hate ba wan û rê nîşanî wan da. E wan jî bi tiliyên xwe, di laşê xwe de qulek vekirin. Bi vê yekê re, ew ji êşên xwe rizgar bûn û xwe rihet kirin.

Lê bi vê yekê re jî, mafê xwe yên vejiyîna li bihûştê jî winda kirin. Lewra avêtiyên wan çepel bû û cihê wan, li bihûştê nema bû. Ji vê sedemê, wan anîn dinyayê. Dema ku qul vebûn, livokên cinsî jî hatin afirandin. Dawîn, daxwaza Xwedê bicîh hat. Ew peyva nebaş jî, di vê bûyêrê de hatiye bikaranîn. Piştî van şiroveyan jî, bikaranîna wê peyvê guneh e.

Ez ji we dipirsim: Di navbera dilopek av û lehiyekê de çi ferq heye? Ma hilika herdûyan jî ne mîna hev e? Ez ferqê bibêjim: Ferq di qederê (qas- hejmar) de ye. Beyî avê, jiyan nabe. Av tinebe, wê hemû jiyan ziwa bibe û wê her tişt bimirin. Ji wê avê hege qederekê zêde bête bahev, wê bibe lehî. Wê hemû mirov û heywan, di avê de bixeniqin. Dirixt û ax jî, wê hemû bixiriqin herin. Ango, gotina min e we ku hemû tişt meseleya qederê (qas- hejmar) ye.’ [Xwediyê van gotinan, Êzdiyekî bi navê Salim e. 34 salî ye. Li Elmanya pênaber e.]

Piştî van şiroveyan, bêguman mirovî dikare xwe bigihîne çend encam/têbiniyan, ku ew jî ev in…  

1- Li gor nêrîna bawermendên Êzdî; beyî fermana Xwedê, Tawisî Melek nikaribû wiha tevbigere. Hege ku bikaribûya, wê ew ê mîna Xwedê bihêz bûya. Mirov bi hêza erênî  û bi hêza neyînî ku di navbera Xwedê û Tawisî Melek de derketibû, nikare şirove bike. Xwedê hemû heyînan li gorî hilika xwe û mîna ronahiya xwe afirandî ye.

2- Êzdî wiha bawer dikin ku, Xwedê ji ronahiya xwe par daye hemû mirov, heywan û dirixtan. Baş û xirab; jiyana xas ya xwedayî û qedandeka perçên zagona cosmîk in. Ev herdû, bi hevrezanên dûrîdest ji hevdû ne cûda ne, bi hevdû re girêdayî ne û yekkeriya afirîşê pêk tînin. Hemû tişt, ji heman çavkaniyê têtin. Jiyan, mirin, xirab û baş. Hemû tişt xwediyê hilika mîna hev in .Ya girîng, qedera (hejmara) wan e.

Ango, bawermendên Êzdî heq didine berxwedana Tawisî Melekî ya li hemberî Xwedê. Dema ku gotiye ‘Xwedayê min. Ez bi tenê ji bona ebdîtiya te, fermana te nayênim cîh.’ dîsali gor fermana/dilê Xwedê tevgeriya ye. Dîsa li gor baweriya Êzdiyan, Xwedê her dem ji sitûxwarkirinê jî hez nake. Di vê xalê de, ya Tawisî Melek mûmîn û arif dibînin. Çimku ew baweriya xwe, bi yekkeriyê tînin û wiha difikirin ku Tawisî Melek, bi tenê xwestiye ku di yekkeriyê de bimîne.

3- Bawermendên Êzdî, li çavên nebaş li olên mayî mêze nakin û wan xirab nîşan nadin. Ev helwesta wan ya neyînî, rê li xwedîderketina peyayên/hêjayên olên din vekiriye. Li ser vê mijarê, gorbehiştê Osman Sebrî di sala 1943- an de di kovara Ronahiyê de li ser ola Êzdiyan wiha dinivîse: ‘Tevî ko derheqê Êzdiyan de heya niha çend kitêbok hatine nivîsandin jî, a rast kesî xwe negihandiye rastiyê, ji ber ko rastî ji ber sebebekê winda bûye. Ew sebeb jî heye îro heznekirina Êzdiyan a ji xwendin û nivîsandinê re ye. Gava ez bi têxistiyên van kitêbokan qaîliya xwe nînim, ne ew e ko zanîna xwe a di vî warî de bi navê rastiyê berpêşî xwendevanan dikim!

Êzdî Kurdine xwerû ne û ola wan a îro, ji averûya gelek olan bi hevketiye û hatiye pê. Ji ber vê ye ko dema em bawerî, rê û rêzanên ola Êzdiyan didine ber çavên xwe, bi rehetî tê de şopên olan Zerdeşt, Mûsa û Mihemed tev dibînin.

Di nav avanyên han de gelek bi navên peyayên ola Mihened an kesên ko li nik xelkê wê xweyî rûmet in, hatine çêkirin. Xidir, Îlyas, Evdilqadirê Rehmanî, (Geylanî) Bilelê Ebeş, (Bilalê Hebeş) Habûbê Necar, Indirîsê xeyat, Çêl mêran (Ereb in) jî van kesan in. Ev peyayên ko di efsaneyên ola Mihemed de cihekî çak girtine, Êzdiyan wan ju xwe re kirine mal û di mergehê xwe de ji wan re avanî çêkirine. Ji vê xweya ye ko ola Êzdiyan ji ber nexwendinê çiqas gewherê xwe winda kiriye û ketiye bin darê ola Mihemed. Berê reş û Zemzem dîsa du tiştên ko di heca îslaman de şertê hecê ne, Êzdiyan ev jî ji xwe re çêkirine.’ [Osman Sebrî: Ronahî: 19- 20- 21 (1943) Yên vediguhêzîne: Stig Wikander- Weş: Orfeus. Antolojiya Tekstên Kurdî. Çapa nû. Stenbol 1996. R: 101- 112]

Di encamê de mirov dikare bibêje ku, ola Êzdiyan oleka lihevhatinî ye û di vê çerçoweyê de, li gelek hêjayên olên din xwedî derketine…  

4- Li gor bîr û baweriya min, di ola Êzdayetiyê de dojeh/cehnem jî tune. Di encama bihevketinê re, navenda cezakirinê heta bênatiyê ji holê hatiye rakirin. Çimku li gor baweriya bawermendên vê olê, dema ku Tawisî Melek li dojehê cezayê xwe dikşîne (7000 salan), agirê dojehê jî ditemirîne.

5- Çawa ku me berê jî got, Êzdî berxwedana Tawisî Melek mafdar dibînin. Lewra li gorî nêrîna wan ev bûyêr di esasê xwe de ezmûnek e, û ku Tawisî Melek ji vê azmûnê bi serfirazî derketiye. Çimku Xwedê, ji aferînekên xwe bêqeyd û bêmerc sitûxwarkirinê naxwaze, ne li azmanan û ne jî, li ser rûyê erdê. Herweha, li gor baweriyên Êzdiyan, cezakirin yan xelatkirin, encama tevgerên mirovî ne û li vê dinyayê pêk tên. 

6- Li cem Êzdiyan, şey/ibl… yan jî xirabiyeka qozmîk, tune. Mirovên ku vê peyvê bikartînin jî, ji cimeetê têne qewirandin. Herwiha, peyvên ku dişibin peyva şey/ibl… jî, li ba wan qedexe ye. Mîna wek şeh, şa û şamû.

Mesela di dewsa peyva şeh de, peyva dar bikar tînin.

7- Dîsa mirov dikare bibêje ku li gor baweriya Êzdiyan, dawiya dinyayê jî tune. Çawa ku dinya ava bûye, di her hezar (1000) salan de carekî, Tawisî Melek tê û berê dinyayê dide riya rast. Bi vî awayî, bandêra bidad dîsa tê damezrandin. Diristkirina dinyayê jî; li gor wê peymana ku di navbera Xwedê û Tawisî Melek de heye, dimeşe. Hasilê bi alikariya tevgera baznekî, dinyaya me heta bêdawiyê hebûna xwe didomîne.

8- Di ola Êzdayetiyê de gelek şopên Zerdeştî, Îslamiyet, Musewî û Xiristiyaniyê tê dîtin. Wekî hemû olên din, ola Êzdiyan jî ji olên din ketumet bûye û di bin bandûra wan de maye. Belam, ev yek nîşan dide ku ola Êzdayetiyê oleke kevnare ya Beriya Dîrokê ye û ji olên ku me qala wan kiriye, kevintir e.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

12.03.2014

Çavkaniyên Giştî

1- Stig Wikander- Weş: Orfeus. Antolojiya Tekstên Kurdî. Çapa nû. Stenbol.

2- Sabiha Banu Yalkut/Melek Tavus’un Halkı Yezidiler. Rp: 80-86. Weş: siyahbeyaz/Stenbol. 

3- Ezdayetî û Kokên/Çavkaniyên Êzdayetiyê. Erol Sever. Weşanên Berfîn. Çapa çaremîn.

4- ttp://ku.wikipedia.org/wiki/R%C3%AAber%C3%AAn_%C3%AAzdiyan

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsan qedexe ye.  

Bersivekê binivîsin