Êzdayetî û Kurd

Êzdayetî û Kurd

‘Di nav lêkolînên xwe de, rast e ku ez herî zêde li ser Ola Êzdayetiyê rawestiya me. Du sebebên min ê vê yekê hene: Sedemê yekemîn ew e ku dazanîn û kitêba pîroz ya Êzdayetiyê (Mishefa Reş) bi temamî bi Kurdî ye.

Sedemê duyemîn jî ew e ku Êzdayetî, ola bav û kalên Kurda ye. Û helbet jenosîd (kokhilanîn) û niheqiyên ku hêjî li wan tê kirin, sedemê min yê bingehîn in. Herweha, ez dixwazim bidim zanîn ku li ser navê ol/dîn, wisa hatiye xwestin ku koka bav û kalan ji holê were rakirin. Wekî tê zanîn baweriya Kurdan, beriya Ola Îslamê, Ola Êzdayetiyê bû.

Heke îro nifûsa Êzdiyan li Kurdistana Başûr xilas bûbe, ev yek nîşana wê niheqî û komkujiyên ku Kurdan li bav û kalên xwe kirine, ye. Lê beyî ku pê bizanibin pirraniya wan dua, îbadet û lawlawên xwe bi uslûba baweriya Êzdayetiyê bikar tînin. Ji ber vê yekê ye ku ez pirr zêde hewqas li ser Êzdayetiyê radiwestim û balê dikşînim ser vê olê.’

Keje Bemal

Çavkanî: Ji Hevpeyvîna Ali Gurdilî
http://www.felsefevan.org/hevpeyvin-bi-keje-bemal-re.html

Bersivekê binivîsin