Ez û tu, ne em in!!

Ez û tu, ne em in!!

Ez û tu, ne em in!!

Tev derbasbûna demeke dirêj di ser herdu şerên cîhanî re, lê hîn metodên propagandayê û germkirina xelkê/cemawerî û bi taybet li civakên ne zanistî wek yên Rojhilata Navîn û Afrîkayê li dar e.

Wek diyar e, li civakên zanistî wek ya Ewrûpayî êdî kesên pîroz kêm bûne û ber bi tinebûnê ve diçin. Komkirina mirovan bo armanceke siyasî, dînî û civakî dijwartir bûye. Ji xwe bo armancên dînî û komkirin propagda ji zû de derbas kirine  Ev jî sedema wê ji ber xurtbûna derûniya kesayetî ya wan li ser hesabê derûnî û psîkolojiya civakî bû.

Li gor fîlozofê navdar, Gustave Lobon yê Fransî, giyan û ruhê civakê ne wek yê kesan e, dema kesek dikeve nava komekê ji xelkê dibe xwedî kelejanek din û pisîkolojiyek din. Û ev dihêle karibe bi kiryarin rabe nikarîbû bi ruh û derûniya xwe ya kesayetî a taybet, pê rabe.

Gustave Lobon, komcivîna cemawer dişbihîne bi textorê pisîkolojiyê û magnatîsê, û ev komcivîn dihêle kes têkeve serxweşiyekê an xewekê nikarebe jê hişyar bibe, û her wî bi ber xwe ve kişandî û girêdayî dihêle.

Ger em îro li komên civaka xwe binerin, em ê di ya biçûktirîn de jî, ew kesên pîroz û xelk pê ve girêdayî bibînin. Ji xwe derûniya siyasî, dînî,  etnîkî/milî û îdiyolojî, hîn bi her awayên xwe li dar e. Û prpganda li ser van bingehan dikare germkirinekê û kelejanekê têxe nav koman û bihêle serên hev jî jêkin û hev bi serbilindî bikujin û ziyanê bghînin hev.

Ez çendîn bala xwe didim raghandin û medyaya Ewrupayî, ez bikarhanînên wek (serokê gel, rêberê gel/milet, serokê neteweyî, ayetûllah û hwd) nabînim. Êdî wan ev ruh û derûnî li paş xwe hiştine. Bi şermî li wê dîroka xwe ya li ser vî ruhî hatibû avakirin û ji aliyê gelek dîktatoran wek Hîtler û Mosîlînî ve hatibû bikarhanîn dinerin.

Belê, dema em li gel hev bin, em xwedî ruhekî din in. Yanî ez û tu û ew, her yek ji me bi tena xwe be û bê em kom bibin, nabin ‘’Em’’ ya bi hev re, û di hundirê komê de, her yek ji me ji kesayeta xwe derdikeve û dibe perçak ji kesayet û derûniya komê.  

Mihemed Xêr ŞÊXO

26.11.2013 

Bersivekê binivîsin