Erkan Semo: Bipirsin da ku hûn azad bibin

Erkan Semo: Bipirsin da ku hûn azad bibin

Erkan Semo: Bipirsin da ku hûn azad bibin

Felsefe û kurd, mîna xirab û baş dijî hev in. Çima gelo felsefe qet bala kurdan nakéşe qey gelek beredayi ye? Na, li gor min bersiv ne wisa ye. Felsefe, ne bi şaristaniya yûnanî dest pê kir. Arîsto û Platon an yên din, ne bav û xwediyé fikra felsefeyê ne. Beriya wan em hêla xwe vebigerin cihê mirovatiyê. Ango Mezopotamyayê.

Warê Zerdeştê kal, warê Çiyayê Cudî û Çemên Dîjle û Firatê. Jiyana bajêrî, kedikirina ajalan û şoreşa çandiniyê. Ev nîşan didin ku cihê qedimtir yê cihanê ye ku jiyan û şaristanî li vir dest pé kiriye. Felsefe, li ser van xalan geş bû û belav bû. Îro bêtir kurd hewceyî felsefeyê ne da ku bingeha fikra azad û meraqa xwenasiyê di xwe de dihewîne. Xwenasî, xwedênasî û xwedîderketina nirxên pîroz, hemû bi saya meraqé derdikevine holé. Meraq bikin da ku hûn bipirsin, lê bipirsin da ku hûn azad bibin.

Erkan Semo 

08.03.2016 

Bersivekê binivîsin