Epîmenîdes

Epîmenîdes

Epîmenîdes wek fîlozofekî efsanevî tê dîtin, di heman demê de wêjekar (Helbestkar) e. Li gor vê efsaneyê Epîmenîdes di şikeftekî de 46 salan razayî dimîne û dema ku ji xewê radibe û çavê xwe vedike, Zeus ‘di mîtolojiya yewnan de Bavxwedê’ hêgîna (zîrekiya) dûrbîniyê daye wî.

Paradoqsa Epîmenîdes

Paradoqsa Epîmenîdes, pirsgirêkeke mantiqî ye. Ev paradoqs, piştî Epîmenîdesê Knossosî hatiye bi nav kirin. Fîlozof wiha gotiye: ‘Hemû mirovên Girîtî, derewker in./Κρῆτες ἀεί ψεύσται.’ 

Vegotineka din ya cihêreng jî, di berhema Douglas R. Hofstadter de hatiye vegotin.

‘Hemû mirovên Girîtî, derewker in.’

Ev vegotin, bi navê Paradoqsa Epoîmenîdes hatiye bi nav kirin. Carinan jî, bi navê Pradoqsa Derewker an jî bi navê Paradoksa Girîtî hatiye nasîn.

Paradoqs ev e: 

1- Hege em pêşnîyara ‘Hemû mirovên Girîtî derewker in.’ rast qebûl bikin, divê Epîmenîdes jî derewker be; çimku ew jî Girîtî ye. Hege Epîmenîdes derewker be, divê wek hemû gotinên wî; pêşnîyara wî ya ‘Hemû Girîtî derewker in jî, çewt be.

Ji vê yekê jî hem çewtbûn û hem jî rastbûna pêşnîyarê dertê holê.

2- Hege em pêşnîyara ‘Hemû Girîtî derewker in’ çewt qebûl bikin; divê gotina Epîmenîdesê ku ew bi xwe jî ji Girîtê ye, rast be. Di vê rewşê de divê pêşnîyara ‘Hemû Girîtî derewker in.’ rast be. Dîsa, rewşeka nakok dertê holê.

3- Pêşnîyarek, nabe ku hem rast û hem jî çewt be. Di, vir de xalaka girîng ya ku bi gellek salan bala matematîkzanan nekişandiye, heye.

Ew jî ev e: 

1- Berevajîya pêşnîyara ‘Hemû Girîtî derewker in.’

2- Ne ‘Hemû Girîtî rastgo ne.’ ye.

3- Divê ‘Yek Girîtî tenê heye ku rast dibêje.’ be.

Piştî vê dîtînê, hatiye têgihiştin ku bi rastî jî ev yek ne paradoqsek e. 

Di bin ronahiya van şirovekirinan de, hege pêşnîyara ‘Hemû Girîtî derewker in.’ çewt be, pêşnîyara ‘Herî kêm, Girîtîyek rast dibêje.’ rast e. Dibe ku yek ji wan jî Epîmenîdes be. Ji ber vê yekê jî, paradoqs ji holê radibe.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin