Epîkuros û Felsefeya wî ya Hedonîst

Epîkuros û Felsefeya wî ya Hedonîst

Epîkuros û Felsefeya wî ya Hedonîst| Ali Gurdilî

Epîkuros, Beriya Zayînê di navbera salên 341-278 an de jiya ye û wekî  Epikûr jî hatiye nasîn. Fîlozofekî, madeperest e. Di mijara şirovekirina/ravekirina heyînê de jî, atomperest e û fîlozofekî navdar yê tevgera *Hedonîzmê (Exlaqa Xweşiyê) ye. Di dilêrîna xwe ya exlaqî de, giraniyeka mezin daye xweşiyê. Lê mirovan, vê felsefeya wî çewt fêhm kirine. Qesta wî ya xweşiyê, cureyek şahiya dil e…

Ango, ji jiyanê têhmsitandin e. Nexwe, li gor Epikurosî ji bo ku em bikaribin jiyana xwe xweş derbas bikin, divê em çi bikin? Divê ku em, ji tevlîheviya dinyayê dûr bisekinin. Ji bengîniyan/îxtîrasan divê em xwe rizgar bikin. Herweha, divê em ji hişkbawerî û xurafeyên ku çavkaniyên wan ol in jî, xwe xilas bikin. Divê em mirinê neynin bîra xwe. Heger em saxbin, ne hewceye ku em mirinê bînin bîra xwe, na ger em miribin, jixwe em mirî ne wê demê. Tirsa me, bêwate ye. Belam çawa ku li jor jî me got, ev felsefeya wî çewt hatiye têgihîştin û wekî <felsefeya Berazan> hatiye binavkirin. Lewra, hinekên ku baweriya xwe bi vê felsefeyê anîne, bi awayekî bêsînor xwe berdane kûrahiya zewq û xweşiyên dinyayê yên madî.

Epikuros, derheqê azadiyê de determînîst e. Dibêje: ‘Mirov dikare, bi tenê hinek tiştan bi îradeya xwe hilbijêre!’

Derheqê exlaqê de jî dibêje: ‘ji bo biryardayîna derheqê başî û xirabiyê de, ji bilî xweşî û êşê, tu pîvanên din tune nin.’ Dîsa derheqê mirinê de jî wiha gotiye: ‘Dema ez heme, mirin tune. Dema mirin heye, ez tinim.’

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

20.04.2014

*Hedonîzm/Exlaqa Xweşiyê: Li gorî vê felsefeyê tiştên ku li xweşê mirovî diçin, ew baş in û tiştên ku êşê didin mirovî jî, xirab in. Herweha, derheqê baş û xirab de, ji bilî xweşiyê tu pîvanekî din tune. Ev felsefe, ji aliyê Epikuros û Arîstîppos ve hatiye parastin. Ji vê felsefeya wan re Hedonîzm/Exlaqa Xweşiyê hatiye gotin…

Jêder 

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- Dengê Felsefeyê. Ali Gurdilî. Weşanên Dozê. Rêbendan 2006.

3- http://www.felsefevan.org/epikuros-b-z-341-278.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.  

Bersivekê binivîsin