ENEL HEQ

ENEL HEQ

ENEL HEQ

Peyva Enel Heq, peyveka yekhejmar e û di zimanê Erebî de tê wateya hiquqê. Nemaze ev peyv, ji aliyê mutasavvufên Îslamê ve, bi kesta wateya Xwedê tê bikar anîn. Ev yek, rasterast ji Hallac ketumetbunek e.

Di Quranê de heqîqet û*rasteqîn,encamên hikmeta Xwedê ne. Îrada Xwedê, bi vê îrada heqîqetê dertê holê. Lê li gorî bawerên mîstîk, ev îrada Xwedê bi xwe ye. Belam di Quranê de, ev îrada îroyîn bi temamî ne Xwedê ye, ew bi tenê xwiyakirinek e. (1)   

Li gorî bawerî û nêrîna Elewiyan jî: Felsefeya Elewîtiyê, xwediyê dilêrîna Enel Heq û Wahdet-î Vûcud e. Felsefeya Elewî: xwe di dilêrîna Enel Heq û Wahdet-î Vûcud de dibîne û xwediyê teolojiyekê wiha ye.

Li gorî baweriya “Batınî” û Elewiyan: Mirov ne ji axê, belam ji ronahiya (nûra) Xwedê hatiye afirandin. Ji vê yekê jî, çixa ku mirov bilind dibin (qenc an baş) hewqas digihêjin Xwedê û dibin Xwedê bi xwe jî. ”

Seyît Nesîmî jî dibêje ku: ” Xwedê û insan yek in û insan, Xwedê ye. ” Û li hember dilêrîna Quranê ya insan û Xwedê, radiweste.

Dema ku dibêje:  “Hallac got Enel Heq / Peyva wî heq e, heq got.” ramana Hallac dipejirîne.

Di helbestekê xwe yekê din de jî dibêje ku: “Yên te di vê Hisn û cemalê de dîtin /Tirsyan ji te re ne gotin Xwedê, zivirîn gotin însan.”

Di vê helbestê de daxwaza gotinê e we ku: Însan Xwedê ye. Lê ji tirsa desthilatdaran ev rastî ne hatiye vegotin û jê re insan hatiye gotin. (2)  Li gorî aligirên xwendegeha Mutezîle jî: Riya gihêştina Heq di zanistê de dibore û mirov bi alikariya daraz û bi eqil, dikare bigihêje vê encamê.

Li gorî baweriya wan: heqîqet di nava qada têgihiştina eqil de ye. Heçku li gorî sûfiyan, ancax bi paqijî û zelaliya dil, mirov dikare bigihêje Xwedê. Lewra di ilim de sedem hene, lê Xwedê li raserê hemû sedema ye û cewhera aferîneka ye. Heq navek e û di şeklê heqîqetê de xwe pêk tîne. (Ango, tecellî dike.)      

Dilêrîna Hallac ya heq, di warê afiraner û aferînekê de jî, ji ramana mutezilî cihê ye.

Di tevgera mutezilî de di bingeha afiraner û aferînekê de, wisa tê bawer kirin ku bi riya eqil, mirov dikare xirabiyê ji başiyê cuda bike. Lewra Xwedê, li vê dinyayê mirovan bi başî û xirabiyê azmûn dike. Lê, li gorî Hallac însan ne di çarenûsekê wiha de ye. Di bingeha mişwera mirov de dilîn heye û mirov seranser dilîn e.

Dema ku mirov, li daxwaza çûna hicê dinihêre, mirov rasterast vê dilînê dibîne û hic jî; seromoniya vê dilînê ye.

Bi vê yekê re jî; mirov beyî ku biçe hicê, dikare vê seramoniyê pêk bîne.

Di vê armancê de tiştê herî girîng ew e ku mirov, dilê xwe ji hemû xirabiyan rizgar bike û daxwaza gihêştina vê eşqê bike. (3)

Li gorî Yaşar Nuri Öztürk jî: “Enel Heq ne Wahdet-î Vûcud e. Lewra Hallac ne endam û nûçegihanê vê dilêrînê ye. Herwiha ew ne bawermendekî Wahdet-î Vûcud’e jî. Lêbelê, di navbera  Wahdet-î Vûcud û Wahdet-î Şuhud de, têgihiştinek heye ku peyva wî ya Enel Heq di vê wateyê de ye.

Enel Heq, dilêrîna wî ya biryardar e û gotinekê Quranî ye. Gotineka ne xelet an “Şath” e. Ango, gotineka ne ji rê derketî ye. ” (4)

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com  

Çavkanîyên Vê Beşê

1) Louis Massıgnon. Yên vediguhêzîne. Prof. Dr. Niyazi Öktem. Dar-ı Mansur. Weşanên Ant. Rûpel: 34.

2) Erdoğan Aydın. Peywendiya Elewîtî û Îslamiyetê. Kovara Dersim. Hejmar 5 Sal 3. Rûpel: 47- 48- 49

3) Dar-ı Mansûr. Rûpel: 35

4) Hallac-ı Mansûr û berhema wî. Prof. Dr. Yaşar Nuri Öztürk. Weş: Yeni Boyut. Çapa çaremîn. R: 143.

Hege çavkaniya nivîsaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Ev nîvîsar, beşa 4 an, ya kitêba mamoste Ali Gurdilî ye…

Ferhengoka Tevlîhev ( Bi Kurdî- Tirkî )

Yekhejmar : Tekil. Bir şeyin birden çok olmadığını gösteren biçim, çoğul karşıtı.

Nemaze : Özellikle.

Daraz : Muhakeme, yargılama.

Îroyîn : Güncel.

Qad : Alan. Düz açık ve geniş yer, meydan.

Aferînek : Yaratık. Yaratılmış bulunan.

Afiraner : Yaratıcı. Yaratım gücü bulunan.

Azmûn : Sınav, imtihan.

Çarenûs : Alın yazısı, yazgı, talih, kader.

Mişwer : Yaradılış.

Dilîn : Sevgi. İnsanı yüksek mertebelere götüren ilgi duygusu.

Nûçegihan : Haberci. Haber ulaştırıcısı.

Bersivekê binivîsin