Encamên Komxebata Felsefe bi Kurdî Ya Zanîngeha Mardin Artukluyê

Encamên Komxebata Felsefe bi Kurdî Ya Zanîngeha Mardin Artukluyê

Çend Nirxandin û Pêşniyazên Encama Komxebata “di Zanistên Civakî û Mirovahî de Bikaranîna Kurdî:  Felsefe bi Kurdî (I)”  

    Komxebat, bi zimanê kurdî (soranî û kurmancî) hate çêkirin. 14 gotarên felsefî, teorîk û rêbazî ji aliyê 14 beşdarvanan ve hatin pêşkêşkirin. Beşdarvanên ku ji felsefevan û zimannasan pêk dihatin, ji Hollanda, Îngilîztan, Herêma Federe ya Kurdistanê û ji zanîngehên Tirkiyê yên cuda beşdar bûbûn. Ji komxebatê ev çend xalên girîng derketin holê: 

1. Tu zimanên paşvemayî yê derî şaristaniyê tunene. Mimkin e ku bi her zimanî ramanên herî bala û razber; her wiha zanist û felsefeyî bên kirin.

2. Her zimanek, rêyên nû li ber raman, zanist û fikra felsefî vedike û ji bo geşedana ramanên nû taybet di her zimanekî de şiyan (potansiyel) û îmkanên serbixwe hene. Di vê komxebatê de şiyanên taybetmendiyên zimanê kurdî hatin dîtin.

3. Ji bo avakirin û pêşvebirina zimanekî felsefî û zanistî asteng û dezavantajên li pêşiya zimanê kurdî divê bên rakirin.

4. Em dikarin bêjin ku pirsgirêka “felsefe bi kurdî” pirsgirêkeke zimanî ye; ne pirsgirêka felsefeya kurdî ye. Ji ber pêwîstiya zimanekî yekgirtî yê zanîstî û ramanî, dê rêya têgihiştin û fêrbûna felsefeya bi kurdî bê vekirin û piştre ji bo avakirin û hilberîna wê xebat û lêkolîn bên kirin.

5. Divê zimanekî zanistî ji îmkanên hemû zaravayên kurdî bê çêkirin û ji bo vê yekîtiya zimên, xebat û lêkolînên akademîk bên kirin. Ev yek, encameke komxebatê ya herî girîng e. Wek gaveke pratîk a pêşîn dê ferhengokeke destan a felsefî bê amadekirin.

6. Tecrûbeya li Herêma Kurdistanê bi Soranî hatiyê holê ji bo xebatên bi kurmancî bên kirin giring e. Divê ji van xebat, berhem û tecrubeyan istifade bê kirin.  

7. Zimanê Kurdî wek Erebî, Farisî û Tirkî zimanekî serekeyê gelên misilman ye. Divê di xebatên li ser avakirina zimanêkî zanistî û felsefî de tecrûbeya van gelan pêş çavan bê girtin. 

8. Her wiha di avakirina termînolojiyên zanistî û felsefî de divê em haydarê talukeya xwerûkirina ziman bin. Dema lîteratura felsefî tê çêkirin divê em ji endîşeyên wek “bila her kes jê fêm bike” û “bila bi kurdiyeke xwerû be” dûr bimînin.

9. Divê li ser dîroka ramana kurdan lêkolînên xurtir û hûrtir bên kirin; ev xebatên ha dualî ne:  xebatên fîlozof, alim û zanayên kurd ên ku bi zimanên wek erebî, tirkî yan farisî hatine nivîsîn; ya din jî xebatên bi zaravayên kurdî hatine kirin. Divê ev her du cure xebat bên nasîn û li ser wan lêkolînên akademîk bên kirin. Bi girêdayî vê xalê: bi serê xwe felsefeya İşraka Suhrewerdî û filozofên ku felsefa wî şopandî ku piraniya wan kurdin wiya xebat û lekolînên nû liser bên kirin. 

10. Ji bo ziman û hizreke felsefî, klasîkên kurdî çavkaniyên girîng in. Di nav wan de gelek term û têgehên felsefî cih digrin; her wiha di nav xwe de gelek tema, rê û şopên felsefî jî dihewînin. Divê li ser wan bi rêbazên felsefî û zanistî lêkolînên akademîk bên kirin.

11.  Ji bo avakirin û cihgirtina têgeh û zaravayên zanistî cihekî taybet ê wergerê heye. Divê ji bo wergerên klasîkên felsefeyê komîteyên pispor bên avakirin.

12.  Ev gotarên ku di komxebatê de hatine pêşkêşkirin dê bên çapkirin û wek pirtûkekê bê weşandin.

13.  Daxwazeke sereke ya beşdarvanan, avakirina yekîtiya felsefevanên Kurdistanê ye. Bi vê komxebatê re xebatên binesaziya vê yekîtiyê dest pê kiriye.

14.  Ji bo van xebatan yan dê malpereke nû bê avakirin yan jî li ser malperên bi van xebatan re têkildar, ev xabat dê bê belavkirin.  

Liser navê licneya rêxistin a Komxebatê

İbrahim BOR (Doç. Dr.)

Serokê Beşa Felsefeyê

Zanîngeha Mardin Artukluyê 

Çavkanî: http://felsefe.artuklu.edu.tr/ 

Bersivekê binivîsin