Emrên ku ji Hêla Keftaran ve Hatine Daqurtandin

Emrên ku ji Hêla Keftaran ve Hatine Daqurtandin

EMRÊN KU JI HÊLA KEFTARAN VE HATİNE DAQURTANDIN

     Li ser çiyayên Tian-Shan Alatavê ku li başûrê rojhilata Almatıyê ye, li girê Talgarê ku ev der lûtke ya çiyê ye, çend şikeftên asê ku ji xeynî  rewir û ajalên dirende ti mexlûq hê xwe negihandibûn wan hebûn. Jixwe van şikefta ji mij û ewrên ku wekî xêliya bûka serê wî çiyayê xemilandibûn nedixuya. Li gor efsaneyeka Hinda tê gotin ku demên pir berê çiya û qot û gir hemû bi bask bûne û geh xwe li vir danîtine û geh jî firiyane û çûne xwe li cihekî din danîtine. Di dema xwe danîtina wan da erd û ezman bi tevahî dihejiya. Lewma ji ber gilî û gazinê erd û ezmana Sudra ku xwedayê Hinda ê xweza û sirûştê ye , baskên wan teveka jêkiriye û ji wê rojê vêda êdî nema çiya û qot dikarin xwe ji şûna xwe bilivînin. Dîsa li gor vê efsaneyê ew mij û ewrên li dora serê çiyayan baskên çiyayan ên ku hatine jêkirinê ne. Wan dev ji çiyayan bernedaye û li rêyekî digerin da ku dîsa mîna demên berê bibin bask û bikin ku çiya ji nû va dikaribin bifirin. Dema meriv li girê Talgarê dinêre wisa xuya dike ku ev gir di amadehiyek da ye da ku roj kî ji roja din zûtir xwe ji çiyayên Tian-Shanê xelas bike. Lewma jî mij û ewrên li dora serê wî diçûn û dihatin. Ji meriv tirêqê wê hema rabikin girê Talgarê û wê bifirin û ji wê derê dûr bikevin û herin. Tim û daîm xirecirek û aloziyek li wir hikim dikir. Lê ev salekî bû ku ji wê xirecir û aloziyê ti tiştek nemabû. Mij û ewrên li dora girê Talgarê bi miqate tevdigeriyan û bi dengekî nizm ew û girê Talgarê bi hev dişêwirîn. Bi qasî salekî berê mirovekî bi çiyê va kişiyabû û xwe gihandibû van şikeftên asê û nepenî. Ew mirov ji roja ku xwe gihandibû vê der û pê da qet ji vir neqetiyabû û neçûbû cihekî din. Bi tenê ji bo nêçîrê û daneheva hin qirş û qemaşa diçû û çend ajala dikuşt û li nêzî wan şikefta di bin berfê da diveşarte û herrojê pariyek ji xwe ra li ser agir dipijan û zikê xwe têr dikir. Ji ber hatin û mayîna vî merivê a li vê derê girê Talgarê û mij û ewrên li dora wê digotin ku ev mirov sixûrek Sudra ye û hatiye vê der da ku dema em tiştekî ne li rê bikin ew ê agahiyê bigihîne Sudra û wê Sudra jî xezeba xwe biser me dan bibarîne. Jixwe dema ku Sudra ferman da û got “Ji aniha pê va ti qot û çiya nikarin ji şûna xwe bilîvin û herine cihekî dinê. Ger ku qot yan jî çiyayek li dijê fermana min derkeve ez ê bi tûndî xezeba xwe bi ser wan da bibarînim.” Ji ber vî jî wan digot ku divê em bi miqate bin û divê em haya vî merivê jê çênekin da ku em dixwazin xwe ji nû va bigihînin hev û wekî demên berê bikaribin bifirin.

     Rojeka zivistanê ya pir sar, di meha kanûna paşîn de, li ser girê Talgarê berf û şilapeyeke xedar dibariya. Ew mirovê ku xwe gihandibû wê der û nêzî salekî bû ku li wê der dijiya ketibû şikeftekî û agir vêxistibû û xwe li ber dirêj kiribû û ketibû xeweka giran. Di wê şeva zivistanê ya sar de girê Talgarê û mij û ewrên li dora wî xwe gihandibûn hev û dîsa mîna berê wan mij û ewra jê ra bibûn bask û ew wekî berê dîsa dikaribû bifiriya. Girê Talgarê pir bi kelecan bû. Bişev nîvê şevê girê Talgarê baskê xwe li hev da û perwaz da û bi hewa ket. Berê xwe da rojavayê xwe û bi lezgînî firiya û dûr ket ji çiyayên Tian-Shanê. Ew şikefta ku ew mirovê ha jî tê da bû bi xwe ra bir. Lê ew mirovê ku di şikeftê de razayî bû hêjî bi xwe nehisiyabû û ji xewa xwe şiyar nebibû. Girê Talgarê pir bi kêf û kelecan perwaz dida û difiriya û kêfa wî li cih bû. Sudra bi vê tevgera girê Talgarê hisiya û xezeba xwe pê da barand. Ber destê sibê Sudra baskên wî jêkir. Girê Talgarê ji jor de kete xwarê. Bi ketina wî re ew mirovê ku di şikeftê de di xew de bû hilpekiya û firiya ji şikeftê de ket xwarê.Girê Talgarê çend teqle li ser hev avête û di şûna xwe de hûr hûr bû û hilweşiya. Ew mirovê ha rabû ser xwe lê paşê hezrî nîv xulek şûn de li hev şêwişî û hêz di çokên wî da nema û hişê wî ji serê wî çû û got terp û kete erdê. Çend demjimêr şûn de hate ser hişê xwe û rabû ser piya. Dît ku bajarek li nêzî wî heye û dengê stran û muzik û bi wan re jî teqîna tifinga jê dihate. Xuya bû ku ew şahiyeke. Ew mirovê ha bi kelecane ka mezin berê xwe da wî bajêr û lez kir. Ev nêzî salekî bû ku wî ne bajarek, ne şaristaniyek û ne jî mirovekî dîtibû. Pir meraq dikir ku ka ev bajar kîjan bajar e û gelo mirovên li vî bajarê dijîn bi kîjan ziman diaxifin. Bi hezaran pirs di serê wî da diçûn û dihatin. Her ku ew nêzî bajêr dibû tirs û kêfa wî li hev diqelibîn û hiseka ku hetanî aniha qet tehm nekiribû his dikir. Berê xwe dabû nediyariyeke û ji hev dernedixist da ka ew dixwaze here vî bajarê an jî na. Mîna ku ew hatibe hîpnotîze kirinê ew her ber bi bajêr va diçû. Dema ku ew gihaşte sînorên xaniyên bajêr êdî hin xweştir denga ji hev derdixist. Kete nava kolanên bajêr lê leqayê ti kesekî nehate. Berê xwe da cihê ku deng ji wê tê û ber bi denga ve meşiya. Xuya bû ku ew çalakiyeke pir mezin bû lewra hêjî ew leqayê ti kesekî nehatibû. Di ber xwe da digote; “Dême hemû mirovên vî bajarê çû ne vê şahiyê.” Ji nişka ve deng qut bû û êdî ti tiştekî nedihate bihîstinê. Ew jî di şûna xwe da rawestiya û guhê xwe mûç kir. Bêdengiyê çepik û awaz vedana mirova xera kir. Wî jî dîsa dest bi meşa xwe kir û hinekî din lez kir. Di demeka pir kurt da ew gihîşte qadekî. Di şûna xwe da mat ma û li der û dora xwe diniharte. Di ber xwe da got; “Wisa xuya dike ku ez miriyame û ez hatime bihûştê. Nexwe vî tiştê ku ez dibînim ji vî pêştir nayê ti wateyê.” Hê ew bi şaşwazî li der û dora xwe diniharte ji nişka va ew mirovên li qadê teveka bi hev re “Ey Reqîb” bi dengekî bilind û zelal xwendin. Jixwe çar aliyê qadê bi alaya rengîn xemilandî bû û qad di nav rengê kesk û sor û zer da mabû. Ev mirovê ha çend cara xwe nihiçande û çen şirqam li xwe xist lêne ew di xew da bû ne jî wî xeyala didît. Van tiştên ku diqewimîn hemû rast bûn. Lê ev der kuder bû û ew çawa hatibû ev der? Çend xulek şûn da ew kesên li qadê tevekî bêdeng bûn. Deng ji ti kesekî dernediket. Yekî ku hinek kaxiz di destada bûn hêdî hêdî ber bi dikê va diçû. Dema ku ew çû ser dikê kaxizê xwe danît ber xwe û destê xwe bilind kir û silavekî germ bi kurdiyeke zelal da gel. Ew kesên li wê der hemûya bi yek dengekî gotin; “Her bijî Qazî Mihemed!” û li çepika xistin. Qazî Mihemed dest bi axaftinê kir û got; “Xuşk û birayên min ên hêja! Hun tevekî bi ser sera û bi ser çavan hatine qada Çarçira yê…” û axaftina xwe domand. Di axaftina xwe da ragihande ku îro yanî 22 yê kanûn a 1946a roja damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê ye. Da zanîn ku serokê komarê Qazî Mihemed e, serokwezîr Hacî Babe Şêx, wezîrê Perwerde û Hînkariyê Menaf Karîmî… û axaftina xwe bi vî awayê domande. Ew kesên li qadê tevekî ji kêfa diqîriyan û hêstiran dibarandin. Te digot qey îro cejna Newrozê ye û hemû Kurd ji bo ku pêşwazî ya biharê bikin civiyane. Bi rastî jî îro her çiqas ku çileyê zivistanê ye û serma û seqemeke tûj û tûnd heye jî ma ne bihar e ji bo kurda?  Belê ev bihare lê bihareka ku pir dereng maye, bihareka ku piştî sedan sala hatiye û Kurdistanê ji nû va vejandiye ye. Ev mirovê ku bû şahidê van hemû bûyera dîsa di ber xwe da gote ku ew miriye û hatiye bihûştê. Dîsa çokên wî sist bûn û hişê wî ji serê wî çû û gote terp û kete erdê.

     Ev mirovê me çavê xwe vekir û hêdî hêdî hişê wî hate serê wî. Dîte ku ew li eywanekî û di nav nivîna da ye. Ji xeynî wî çend kesên din jî li wir hebûn. Ji nav wan kesa yekî kal û navsere ku qelûna wî di destê wî da û şaşikekî li serê wî bû û wisa dixuya ku ji dûxana çixarê riyê wî zer bibûn ferq kir ku wî çavê xwe vekiriye. Bang li lawê xwekir û gote: “ Ka xwarinek ji mêvanê me ra bînin. Vayê mêvanê me çavên xwe vekire û bi ser hişê xwe va hatiye.” Û berê xwe da wî û gote; “Birazî tu çawanî?” ew mirovê me xwe da hev û rabû ser piya xwe avête destê wî mirovê kal û gote kur û giriya.

     Xwarin hat û piştî xwarinê dîsa ew ê kal dest bi axaftinê kir û got; “Birazî! Ez hêvî dikim ku ti aniha hin baştir î. Me te li qada Çarçirayê bêhiş li erdê dirêjkirî dît. Me te anît vê derê û ev demekî dirêje ku tu ne li ser hişê xwe bûyî. Lê va baş e mala Xwedê ava be tu bi ser hişê xwe va hatî. Niha jî tu li mala min î û tu mêvanê min î. Navê min Sidiq e lê herkes ji min ra dibêje Apê Sido. Ka navê te çi yê birazî?” ji xeynî Apê Sido çend kesên din jî li civatê amade bûn. Yek ê ji wanê ku li wir amade bûn jî Ezo yê fesad û dizbero bû. Piştî bihîstina vê bûyerê wî bi awayekî xwe gihandibû mala Apê Sido.

     Ew mirovê ha dest bi axaftinê kir û bersiv da Apê Sido û gote; “Apo tu bi ya rastî bixwazî navê min Şêxo ye. Lê ji ber hêrs û şerûdî ya min kalê min navê Dîko li min kiriye û tim ji min ra digote; ‘Tu jî mîna dîka ji nişka va hêrs dibî û xwe hildiperikînî.’ A ji wê rojê û pê da nema yekî ji min ra dikote Şêxo. Teveka ji min ra digote Dîko.”

     Apê Sido dîsa dest bi axaftinê kir û got: “Baş e biraziyê min Dîko! Lê ka ji apê xwe ra bibêje tu ji kuderê yî? Lewra va ez nêzî heftê salî me. Hema em dikarin bibêjin ku ez hemû kesên li Mehabadê ji zaroka bigire ta kal û pîra û kesên li der û dora wê teveka nas dikim. Lê divê ku ez bibêjim xuya dike ku ti ne ji van dera yî. Nexwe ti ji bo vê roja taybet a damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehebadê hatiyî? Ka ji kerema xwe ra ti dikarî ji apê xwe ra qala xwe û malbata xwe bikî? Tu ji kuderê û ji kîjan heremê yî?”

     Dîko axineke kûr kişand û dest bi axaftinê kir: “Belê belê Apê Sido! Te rast gote. Bi rastî jî ez ne ji van dera me. Ez ji kurdên Qefkasa me. Pêşê min ji ber bûyerên 1915 ên ku li bakûra Kurdistanê qewimîbûn berê xwe dabûn jor û çûbûn li wî aliyê sînor li gundekî Ahiskayê ku di nav sînorê Gurcîstanê da dimîne bicîhbibûn. Hetanî sal sal û nîv kî berê jî em bi malbatî li wir rûdiniştin. Halê me xweş bû, me çandiniyê dikir û nizanim çend serî terş û ajalên me hebûn. Lê niha ez li vêderê me û malbata min jî…” peyv di qirika wî da asê man û çend dilop hêstir ji çavên wî rijiyan. Qurtek av vexwar û axaftina xwe domand: “Malbata min mîna morîkên tizbiyê ji hev belav bûn. Hin şikiyan û hinên din jî winda bûn. Ji wan morîkan yek jî ez im û vayê ez jî li vêder im.”

     Bîskek deng ji ti kesekî derneket. Apê Sido hilmek li qelûna xwe xist. Dûxana wê ji dev û bêvila xwe da berda. Dû re quxikek pê girt. Çend qurt av vexwar û dest bi axaftinê kir: “Birazî vê çixarê malik li min mîrat kiriye. Lê bê wê kambaxê jî jiyan bê tehm me. Ez bibêjim ew gul ez jî bilbil im.” Û dîsa hilmeke kûr kişand ku meriv digote wê niha pişê wî biteqe. Dû re dîsa li Dîko nihêrî û gote: “Birazî! Ez pir ber vî halê te ketim. Xuya ye ku birîna te pir kûr e. Lê ka ti dikarî ji apê xwe ra qal bikî çi bi serê te û malbata te hat?”     

     Dîko bîskek mîna peykerek kevirîn ku hemû hest û pejn jê weşiyabûn di şûna xwe de bêliv û bêdeng û bêlebt ma. Dû re dest bi axaftinê kir û got:

     “Apê Sido! Dibêjin tenêtî ya hiş dibe ji serî û meriv dixe berberî yan jî meriv wê bikartîne bihostatî û bihunerî. Vêca ve ez nêzî salekî ye di nav behra tenêtiyê da avjenî û soberiya dikim. Dibên her tişt di destê meriv da ye. Ger ku meriv bixwaze meriv dikare her tiştî bike. Lê ez pir li ser vê peyvê fikirîm. Gelo ma bi rastî jî her tişt di destê meriv da ye? Awê ku min gava dinê jî gote pir wextê min hebû û ez pir li ser vê mijarê sekinîm. Lê gava ku ez bala xwe didimê ez dibînim ku rastî ne wusa ye. Lewra mirov mîna teneyê genim û ceh di nav çerxa felekê da tê hêran û herişandin. Pirî cara bûyerên ku diqewimin ne bi destê meriv in. Meriv li ber wan bûyera nikare ti tiştekî bike. Mîna zilikekî li ser avê çawa ku av bixwaze wî bi ku da bibe dibe, meriv jî li hember van bûyera di rewşa wî zilikê da ye. Vêca ku em dinêrin em dibînin ku Herba Cihanê ya Duyemîn jî yek ji van bûyera bû. Lewra ew bû destpêk a hilweşîna malbata me. Bê ku haya me ji tiştekî hebe em li gundê xwe bi kar û xebatên xwe ra mijûl dibûn lê ew kambaxa hanê mîna ewrekî reş û tarî hate û ser gund û gerema me tevekî nixumande.

    Biryarek hatibû stendin. Li gorî vê biryarê nêzî çil hezar kurd hatibûn bijartinê û diviya bû ku wana herin û bibin leşkerê Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst û di Herba Cîhanê ya Duyemîn da şer bikin. Di nav van kesên ku hatibûn bijartinê da ji bavê min û apê min bigire pirî meriv û nas û dost û hogirên me hatibûn bijartinê. Diviya bû ku ew biçin û bikevin nav refên  Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst û şer bikin. Ti tiştekî ji destê me nedihat lewma jî ew rabûn û çûn ketin nav refên Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst. Piştî çûndina bavê min diya min a reben û pepûk roj bi roj jar û lawaz dibû. Pariyek nan û xwarin di gewriya wê da nediçû xwarê. Wê çi dixwar pê ra pê ra diavête jî. Laşê wê bibû ku êdî xwarin nedipejirande. Wê çi bixwara lê nedihat û mîna ku wê jehrî yê xwaribe pêşî laşê wê zer dibû dû ra ber bi şînîtî û reşîtiyê va diçû ta ku hetanî wê wî tiştê ku xwariye diavête derva hê nû behna wê derdiket. Vêca heftekî du hefte piştî çûndina bavê min wê jiyana xwe ji dest da û xatir ji vê dinyayê xwest û koçê dinya ya din kir. Hê me şîna wê digirte lê rojekî piştî çûna wê em pê hisiyan ku bavê min jî di şer da jiyana xwe ji dest da ye. Ez wisa texmîn dikim ku wan di kêliyekî da jiyana xwe ji dest dane. Dinya ya me bi serê me da xera bû. Per û baskên me hatibûn jêkirin. Bihara me bibû zivistan û tava me winda bibû û mij û ewrên reş bi carekî ser me nixumandin. Me digote ‘Ma Xwedayo! Ev xerabiya herî mezine te bi serê me da anît. Ma rewşeka ji vê xerabtir heye? Ma van evdên te wê çawa bikiribin berxwebidin? Ma qet gunehên te bi me nehate?’

     Me ji xwe ra digote ji vê rewşê xerabtir ti rewş tune ye û tiştê herî xerab ev e ku hatiye serê me. Lê sed heyf û mixabîn em şaş fikirîbûn. Ev tiştên ku hatibûn serê me hê ne ti tiştekî bûn. Lewra ev hê xunava pêşiya bahoz û tofanê bûn. Hê wê bahoz û tofana mezin jî bi ser me da bihata.

     Di demekî kurt da Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst biryarek girte ku divê em dev ji her tiştî xwe berdin û bi tenê têkber û alavên xwe yên sivik ên ku pêdiviya me bi wan hebû bigrin û xwe amade bikin. Lewra li gorî wan em ji bo Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst xeternak bûn. Wan digote ku em bi mirovên xwe yên bin sînor ra dikevin têkiliyê û qaşo em ji bo dewleta Tirkiyeyê dixebitin û mîna sîxurên wan ditevgerin. Ev tişt ji bo Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst pir xeternak bû û diviyabû ku ew me biajon Asyaya Navîn. Leşkerên  Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst ref bi ref li ser gundên kurda girtin û di nav sê çar demjimêran de me hemûya wekî keriyên pez li trêna siwar kirin. Wan digote ku wê rêwîtiya me sê yan çar roj bidome lê ne rê diqediya û ne erê û ne belê. Ji ber pitbûna hejmara me em ji piya bûn. Lewra hejmarên me bi deh hezaran bû. Di bin şert û mercên pir dijwar da me rêwîtiya xwe didomande. Ne xwarin hebû ku em bixwun û ne jî cil û kinc hebûn ku em li xwe bikin û da ku em xwe ji serma û seqemê bikaribin biparêzin. Her ku diçû mîna sêvên kurmî ku çawa ji darê dikevin xwarê, hin hevrêyên me jî ji serma û seqem û birçîna digotin terp û diketin erdê. Di wê rêwîtiyê da ez û kal û pîra min û xuşk û birayê min bûn. Piştî ku du hefteyeke rewîtiya me qediya pîr û kalê min herdû ya jî koçê dinya ya din kirin. Bi texmîna min şev û rojekî me bi cendekê wan re rêwîtî kir. Jixwe rojê carekî deriyê trênê dihatin vekirinê ew çax jî çend parî nan û hinek xwarin didan me û cendek û çengira ji trênê diavêtin xwarê. Bê ku trên raweste hema deriya vedikirin û digotin gur û miriya ji trênê diavêtin xwarê.

     Dema ku du leşker hatin û hin miriya ji trênê avêtin xwarê ku kal û pîra min jî di nav wan da bûn, çav li min sor bûn û hiş ji serê min çû û tianya ez dîn bibûma. Lê dîsa jî min xwe girt û min êrişê wan nekir. Ti bala xwe didiyê Apê Sido! Ez Dîko yê dîn û bihêrs ê ku ji nişka va mîna dîka gojangê xwe tûj dikir û xwe hildiperikand lê dîsa jî min xwe girt. Lewra hê xuşk a min û birayê min li dinyayê bûn û nedibû min jî dev ji wan berda. Diviya bû ku haya min ji wan hebe û ez miqate yê wan bim. Ger ku ez jî biçûma ma wê kî li wan xwedî derketa û wan biparasta? Min kevir da ser dilê xwe û min wan xiste bin per û baskên xwe. Êdî meh û nîvkî di ser rêwîtiya me da derbas bibû û dihate guhê me ku em ji bajarê Kazakîstanê ê bi navê Almatiyê derbas bûne. Digotin ku wê li çend gundên ji vî bajarê wê da me bicîhbikin. Wê ji wan gunda yekî bibe rawestanga me ya dawiyê û em ê li wir bicîhbibin. Lê her ku diçû xuşka min û birayê min diheliyan û laşê wan ên narîn û nazenîn jar û bêhêz dibûn. Ti tiştekî ji destê min nedihat. Min nîvê pariya nanê xwe û xwarina xweli li wan parî dikir û hin cil û kincên xwe jî li wan kiribû. Lê sed heyf û mixabîn hemû xîret û hewlên min pûç û vala bûn. Herdûya jî di nav lepên min da rih dan.  Dinyaya min bi serê min da hilweşiyabû. Êdî ti wate ya jiyanê nemabû. Mirin û jiyan yek bûn li ba min. Êdî ti tiştekî ku min bi vê dinyaya qebîh va girê bida nemabû. Min her tiştî dabû ber çavê xwe û min digote êdî çi dibe bila bibe. Hetanî min gote; “Xwedayo! Wisa xuya dike ku tu jî li aliyê Stalîn î. Tu jî li hember vê zilm û zordestiyê bêdeng mayî. Lê ez ê bêdeng nemînim. Ez ê li hember vê zilm û zordestiyê, li hember Stalîn û ger ku hewce bike ez ê li hember te jî derkevim.”

     Dema ku du leşker derî vekirin û hatin ku miriya ji trênê biavêjin ez jî rabûm ser xwe. Wan bi piyê xuşk û birayê min girt û wan bi erdê ra kaşkirin û birin ber derî. Wan herdûya jî ji trênê avêtin xwarê û hê wê bifetiliyana û wê  bihatana ev ên din jî biavêtana hema ez bazdam û min xwe avête ser wan. Ez û herdû leşkera bi hev re em ji trênê ketin xwarê û gêndir bûn. Di dema ketina me da serê yekî ji wan li tehtekî ket û di cih da rih da. Di wê kêliyê da min rakir kevirekî û dakir li nîv textikê aniya leşkerê din xist û min xwe gihande wî û kêra wî ji ber wî derxist û li ser dilê wî xist. Got bilq û xwîn jê pijiqî. Ji bo ku dilê min bikeve cîh min kêrekî di ser dilê ê din da jî lêxist û ez reviyam û min xwe veşarte. Dema ku ez pê bawer bûm ku haya ti leşkerekî jî ji vê bûyerê çênebibû û jixwe trên jî qet nesekinîbû û li rê ya xwe domandibû ez çûm min rakire herdû tifing û alav û têkberên wan herdû leşkera. Piştre min meytê xuşka xwe û ê birayê xwe dît û du mezelê li gorî wan veda û wan li wir veşarte. Piştre min berê xwe da çiyayên bilind û ez bi wan va kişiyam jor va. Piştî hefteyek min xwe gihande lûtke ya çiyê. Dema ku min xwe gihande lûtkeyê ez li wir leqayê çend şikeftan hatim. Xuya bû ku ew qulên hin ajalên dirende bûn. Min hin qirş û qemaşa da hev û ez çûm min di yekî ji wan şikeftan de agir vêxist û ez bicîhbûm. Çend demjimêr şûn da min dîte ku roviyek berfê ku di devê wî da kîvroşkek hebû hate û kete şikeftê. Hema di wê kêliyê da min rakire tifingê şîrqîn jê anît û rovî kuşt. Min rahişte rovî û di bin berfê da veşart û kîvroşkê jî zûzûka gura û li ser agir pijand û xwar. A bi vî awayê jiyana min a wê destpêkir. Hema em dikarin bibêjin ku ez nêzî salekî li wir jiyam. Lê Apê Sido ku ti ji min bipirsî bê ka ez çawa hatime vêderê bi rastî ez jî nizanim vî. Doh bişev li girê ku ez lê dijiyam bahoz û tofanek qetiya û berf û şilape dibariya. Min agirê xwe vêxist û min xwe li ber agir dirêj kir û ez di xew da çûm. Serê sibê ku min çavê xwe vekir û min dît ku ez li vê me.”

     Dîko axaftina xwe kut kir. Bêdengiyek ser wan girt. Apê Sido ji titûna ku ji bo hişk bibe û ji hev veqete li ber agir raxistibû rakir hinek titûn û berî qelûna xwe da û vêxiste. Piştre rakire pelekî çixarê û dest bi pêçandina çixarê kir. Quxtîniyeke pir dijwar pê girt ku meriv digote wê niha kezeb û gurçikên wî di devê wî da derên. Piştî quxîna wî sekinî şaşika xwe ji serê xwe kir û danîte ber xwe. Ji xeynî çend tayên spî piça por di serê wî da nemabû. Seriyekî rût û pût mîna hêkekî bû. Apê Sido hinek serê xwe xurande û dû ra dest bi axaftinê kir û got: “Biraziyê min Dîko! Di vî emrê te yê ciwan da bûyerên ku ji sedsala carekî diqewimin hemû hatine serê te. Bi rastî jî ez pir xemgîn im û ez pir ber vê rewşa te ketim. Xwedê van tişta neyne serê neyarên min jî. Li hember vê rewşê tûrikê meriv ê peyva vala dimîne.” Dû re hinek bi rihê xwe leyîst û di ber xwe da nehwirî û got; “Çima Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst li wê der xezeba xwe biser we da dibarînin û li vir jî aliyê me dikin û j ime ra dibin piştgirî? Ma ne em herdû jî Kurd in? Weleh bavo meriv ji vî tiştê ra heyirî dimîne.” Berê xwe da Dîko û got; “Biraziyê min! Ti bixwazî hinek xwe dirêj bike û razê. Lewra ev giraniya ku felekê li pişta te kiriye malik li meriv xera dike. Divê ku ti hay ji xwe hebî û baş li xwe binêrî. Çi ji destê me bê em ê ji bo te bikin û em ê bi te ra bibin alîkar. Ji niha pê va ger ku tu jî bibêjî erê ev mal mala te ye û ev malbat jî malbata te ye.”

     Dîko çend hêstir barand û nizanibû çi bibêje. Minet û spasiyên xwe pêşkeşî mazûvanê xwe kir û xwe dirêj kir û kete xeweka giran.

     Êdî Dîko jî li Mehebadê bicîhbibû û ew jî bibû niştecihek wêder.  Her çiqas birînên wî pir kûr bûn û nediceribîn jî lê dîsa ew şanaz û serbilind bû. Lewra êdî Kurd li ser vê dinyayê ne bêxwedî û bindest bûn. Êdî dewleteka kurda jî hebû- her çiqas di bin bandora Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst da bû jî dewlet ev a kurda bû- her tim ala rengîn li jor dipêlpêlî û li her der dengê sirûda netewî “Ey Reqîb” bilind dibû. Dîko digel ku ji xwendin û dibistanê hez nedikir jî perwerdehî ya bi zimanê kurdî pir bala wî kişandibû û kêfa wî pir ji xwendina kurdî re hatibû. Jiyana li vêder pir li xweşa wî çûbû. Bikaranîtina zimanê kurdî a di her warî da bala Dîko kişandibû. Lewra ew difikirî ku bi tenê kurdî li gunda û ji aliyê gavan û şivanan, cotkar û karker û gundiyan va dihate axaftinê. Qet nehatibû hişê wî ku wê rojekî kurdî bibe zimanê fermî ê dewletekî û wê bi vî zimanê perwerde bête kirin. Ev cara yekemîn bû Dîko li vir dîtibû ku ji xeynî gavan û şivan û cotkar û gundiyan kesên mîna mamoste û siyasetmedar û endazyar û leşker û parêzer û bajarvanî û hwd. bi kurdî diaxifîn. Wî di ber xwe da wiha digote; “Xwedayo! Piştî hewqas xerabî û nebaşî û bedbûniyên ku tebi serê min da anît lê niha jî tu dixwazî xwe bi mîn şêrîn bikî. Digel ku ez hê li ser rûyê dinyayê me lê te ji aniha va bihûştê li ber piyê min raxistiye û te min avêtiye hemêza wê.”

     Bi gotina Dîko li vê bihûştê êdî her tişt li şûna xwe rûdinişt. Pîr û pergaleke xweş û birêkûpêk hatibû danîtin. Jiyan bi her alî va ber bi xweşiyê va diçû. Kêfa Dîko li cî bû. Ew birînên wî yên derûnî jî hêdî hêdî dicebirîn. Tê gotin ku dem dermanê her tiştî ye. Bi rastî jî dem pirî tişta bi Dîko dabû jibîrkirinê. Dîsa dem e deriyê ji hev cuda li pêşiya meriv vedike. Geh deriyê xêrê geh deriyên nediyar û nepenî û geh jî deriyê qeza û belayê li pêşiya meriv vedike. Vêca dem ji nû va û deriyekî nû li pêşiya Dîko vekiribû.

     Rojeka biharê ku tav diçirisî û bi tîrêjên xwe silaveke germ dida derdora xwe. Dîko li sûkê leqayê du leşkerê Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst hat. Di wê kêliyê da dilê wî çîk da û dilteng bû û tengijî. Mîna ku wî dizanibû wê nebaşiyek bê serê wî. Ew herdû leşker xwe gihandinê û wî sekinandin. Wî kişandin cihekî averê û du kêr di zikê wî da lê dan. Yek ji wan bi ser Dîko da qêriya û got; “Tu yê li dij fermana Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst derbikevî û di ser da jî du leşkerê wê bikujî ha. Te digot qey wê ev tişt li ba te bimîne. Ma tu nizanî ku Xwedê jî jibîrbike lê serok Stalîn jibîrnake? Tu dikarî ji Xwedê birevî lê ne pêkan e ku ti ji serok Stalîn û leşkerên wî yên pîroz birevî.” Û herdû bi hev ra bazdan û ji wêder bi dûr ketin. Dîko li ser devê ketibû û di nav xwînê da mabû. Çend kesên ku di wir da derbas dibûn wî dîtin û zûzûka wî gihandin nexweşxaneyê. Çend bijîjk li dora wî civîyan û xwîna wî sekinandin. Lê ew êdî nema hate ser hişê xwe û ew jiyaneke nebatî dijiya.

     Piştê vê bûyerê bi taybetî Apê Sido û ev ên ku Dîko nas dikirin tevekî pir xemgîn bûn. Wê kî û çi ji vî reben û pepûkê hanê bixwestana û wî bianîtina vî halê? Ma wî çi bi kî kiribû û çi zirarek dabû kî? Apê Sido gote ku divê ez semedê vê yekê hîn bikim. Jixwe destê Apê Sido pir dirêj bû. Nas û dostên wî, heval û hogirên wî pir bûn. Piştî  lêpirsîn û lêkolîneke kûr Apê Sido hîn kir ku Ezo yê fesad ji bo çend quriş dirav çûye û fesadiya Dîko ji wan leşkera re kiriye. Hemû çîroka Dîko ji wan re gotiye û daye zanîn ku Dîko du leşkerê Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst jî kuştiye. Jixwe piştî vê bûyera Dîko vê da hê ti kesekî Ezo yê fesad jî nedîtibû. Belê Apê Sido hîn kiribû ku çi qewimiye lê ti tiştekî ji destê wî nedihat. Lewra bêyî Ezo kes nizanibû van leşkera kî ne û Ezo bû mîna ku erd qul bûbe û ketibû bin erdê winda bibû. Jixwe Dîko yê reben û pepûk jî li ber rehma Xwedê bû. Roj bi roj ew diheliya û di erda reş da diçû.  Hêvî ya wan ew bû ku Xwedê deriyekî xêrê li pêşiya wan vebike.

     Lê ji qalûbelayê vê da bi tenê ji bo kurda deriyê qeza û belaya hatibûn vekirinê. Vê carê êdî herkes bawer dikir ku vî deriyê hatiye vekirinê wê deriyê xêrê be. Lewra Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst hemû leşkerên xwe ji nav sînorên Komara Kurdistanê ya Mehabadê kişandibû.ev bi rastî jî deriyê herî bi xêr bû ji bo kurda. Lê ka kî dizanibû ku ev lîstikeke felekê ye. Pêşî aliyên xwe yê baş û erênî nîşanê kurda dabû û paşê jî mîna hertim hemû xezeba xwe bi ser kurda da barandibû. Piştî vekişîna Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst jî her tişt li rê bû. Herroj ji bo kurda cejn bû lewra êdî ew bêyî ku di bin bandora ti dewletek da bimînin serbixwe û azad bûn. Ma ji vî xweştir tiştekî din hebû li ser rûyê vê dinyayê?  Lê Dîko yê reben hêjî nîvmirî di nav nivînan de dirêj kirî bû.

     Piştî vekişîna Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst bi qasî şeş meh şûn da li Mehebadê hêdî hêdî zivistan destpê dikir. Lê ma wê kurdên reben ji ku bizanibûna ku wê ev zivistan bibe zivistana dewleta wan jî. Êdî bihara wan li paş mabû. Artêşa İranê bajarê Mehebadê dagir kiribû û dest danîtibû ser her tiştî. Komara Kurdistanê ya Mehebadê ji aliyên hêzên İranê va hatibû hilweşandin. Dîsa felekê rûyê xwe yê rûxîner û wêranker nîşanê kurda dabû. Dîsa felek mîna pisîkeka ku bi mişka dileyîze bi kurda leyîstibû. Dîsa felekê kurda di çerxa xwe da herişandibû.

     31 ê adara 1947an de serokkomar Qazî Mihemed, serokwezîr Hecî Babê Şêx û wezîrê Ceng û Parastinê û hevkarê serokkomar Mihemed Husen Xanî Seyfî Qazî ji aliyê hêzên İranê va hatin dar de kirin. Di heman demê da Dîko jî li nexweşxane yê xatir ji vê dinyayê xwest û bi serok Qazî Mihemed û hevalên wî ra berê xwe dabû bihûştê.

EMRE MÛHARGÎNÎ

          

Bersivekê binivîsin