Empedokles

Empedokles

Çar madeyên bingeh hene, ku ew jî ax, av, hewa û agir in. Madeyên din, ji tevlîbûna wan têne holê. Ango, madeyên cur be cur ji tevlîhevbûn yan jihevçûna van çar madeyan têne holê. Ango, hebûnê. Çêbûn, jihevçûn û tevlîhevbûna van madeya ye. Encax, ji bona ku ev çar made bikaribin madeyên cûr bi cûr biafirînin, ji wan re tevger divê. Ango, hêzeka tevgerî pêwîst e. 

Made, bêqeyd û bêmerc mirî ye û di naveroka xwe de livdariyê/tevgerê  nahewîne û hilnagire. HeKe tevger di naveroka wê de tunebe, yek rêyek jêre dimîne ku ew jî alikariya hêzeka ji derve ye. Û ev hêz, pêwîst e.  

Ji bona yekbûn û jihevçûnê, du hêzên dijber pêwîst in. Viyan/hez û Buxz/kehr in. An jî, aheng û ne aheng in. Viyan û buxz, du hêzên cismî ne. Çawa ku viyan mirovan nêzîkê hevdu dike, buxz jî wan ji hevdu dûr dike. Ev rastî, ji bona cisman jî wiha ye. Ev du hêzên mirovî, şeklê kişandin û dahfdanê ne, ku xwe di van şeklan de nîşan didin, an jî xwiyakirina wan in ku, ev girêdanî berawajî jî dibe. 

Çêbûna dinyayê, lixweveger e, bêdestpêk e û bêdawî ye. Belam, ji bona hebûnê destpêk pêwîst e û ev niqte jî, sfer ango, girover e. Di vê giroveriya ewilî de, ev çar made bi temamî di bin bandûra hev de mane û tevlîhev bûne. Herweha, av ji hewayê û hewa jî ji axê bêferq e. 

Di navbera van çar regezan de, yekîtiyek heye û di her hêla giroveriyê de wekhev ax, hewa, av û agir heye. Li ser vê giroveriyê jî, du hêz hene ku ev hêz, viyan û ahêng in. Belam, buxz hêza xwe li hawirdorê giroveriyê de nîşan dide û hêdî hêdî di demekê dirêj de, buxz nêzîkahiyê li giroveriyê dike. Herweha, yekîtiya giroveriyê dipelişîne û wan dixe dema jihevçûn û veqetandinê. 

Ev jihevçûn û veqetandin, heta dema yekîtiya perçên wekhev dom dike û yekîtiya madeyên mîna hev, hewayê çêdikin û ev dem, berdewam dike. Regezên avê, avê dixin nava jihevçûnekî û ji vê jihevçûnê, agir çêdibe. Dema ku ev pêvajo diqede, buxz li gerdûnê dibe hêzeka serwer û viyanê, dahf dide derve. Belam, viyan piştî demekî dîsa madeyê dixe bin bandûra xwe û ev pêvajoya lixweveger, di gerdûnê de her dem dom dike. 

Empedokles | B.Z. 490-430 

Çavkanî: Felsefe û Jiyan | Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin