Empatî

Empatî

Empatî

Li civaka empatî nebe dê qet dadmendî û aştî nebe. Êzîdî yan pêşî dibêjin: ger tu bû mîr Xwedê neke jibîr! Lê ger tu dewlemed bû hejariyê jibîr neke! Ger tu mêr bî jin û dayika jibîr neke! Ger tu misilman bî êzîdî û olê din jibîr neke! Çenku ew jî bi qasî te ji olê xwe hezdikin! Ger tu tirk û ereb bî;yan xelkekî din xelkê bêmaf jibîr neke!

Dibe tu jî weke wan hatiba jiyanê. Ger tu desthelatdar û bihêz bî; qet bêhêz û lawaza ji bîr neke! Tu jî dikarî wûsa bibî. Ger tu partîzan bî hevalê xwe xayîn neke û nekuje! Tu jî dikarî wûsa bibî. Ger tu mezin bî zaroka jibîr neke. Çenko tu jî zarok bû. Gava tu mirov bî lawira heram neke! Tu jî dikarî bû weke lawir bihata dunyayê. Ger tu goşt û hestî bî, dar û nebata qir neke. Em pêre xwe qir dikin. Ger tu nexwazî jî evîndara bê evîn neke. Gava evîn bimire, hêrs û tundrewî dibe desthilatdar ji nav me kêm nabe qîr û hawar! Ne tenê sempatî, empatî bike û bijî û bide jiyandin.

Newaf Mîro

18.02.2017

Bersivekê binivîsin