Em û Salên Me – Shahînê Bekirê Soreklî

Em û Salên Me – Shahînê Bekirê Soreklî

EM Û SALÊN ME  

Shahînê Bekirê Soreklî

Bi dîtina te, mirov bikaribe kê wek “pîremêr” yan “pîrejin” bi nav bike?

Di rojên zarokiya min de jin û peyayên ku temenên wan digihîsht 50 salan êdî wek pîrejin û pîremêr dihatin binavkirin.  Bêguman li tevahiya herêma Rojhilatê Navîn û gellek welatên din jî weha bû.  Tew li hinek herêmên belengaz pirr kes li dû 30-40 salên jiyana xwe bi encama nexweshiyan dimirin. 

Îspatên di dest de çi gumanan li holê nahêlin ku dirêjiya temenê pirraniya mirovan bi rewsha jiyana wan ve girêdayî ye.  Fermo em bala xwe bidin vê nimûneyê:  Li gor hejmarên fermî yên brîtanî, rojên îroj tenê 2.3% ji hemwelatiyên brîtanî pêsh 36emîn roja jidaybûnê dimirin; yanê ji 1000 kesan 23.  120 salan berê, li milê din, 43% ji hevwelatiyên Brîtanya; yanê ji 1000 kesan 430 pêsh 36 salî bibin dimirin.

Di qonaxa îroyîn ya cîhana me de mirov zêdetir dijîn.  Bi encama hebûna dermanên li dij mîkroban û nexweshiyan, pakkirina avê, bashtirkirina rewsha tenduristî û hêsantirkirina shert û mercên jiyanê temenê mirovan (u’mrê wan) li gellek herêmên cîhana me dirêjtir bûye.  Lê li beshine Afrîkayê, Amerîkaya Latînî, Asyayê, hinek herêmên Rojhilatê Navîn jî di nav de, hîn îroj jî gellek mirov bi encama nexweshiyan û dijwarbûna shert û mercên jiyanê zû dimirin, yan zû pîr dibin. Li welatên pêshkeftî û dewlemend, li milê din, mirina bi encama nexweshiyên ji birçîtiyê û nepakiyê dihên zor kêm bûye.  Li milê din, mirovên bi temenên 50, heta 60 salan nema wek pîrejin û pîremêr dihên binavkirin.  Li Swêdê, bo nimûne, hejmareke ji hevwelatiyan ta 108 salan dijîn.  Li Australya jin bi pirranî ji 80 salan bêtir dijîn.  Jê bêtir, bi encama werzishê, xwarina taybet, bikarhanîna dermanan û e’meliyatên bedewkirinê hejmareke bilind ji jin û mêran bi temenê 60 salî jî hema-hema ciwan xuya dikin.  Nuha lêkoler û pijîshkên pispor wê bizavê dikine ku dermanên zêdekirina temenên xelkê çêbikin, û hinek çêdikine jî.

Amanca pijîshk û lêkolerên pispor dîtina dermanekî ye, ku bikaribe biçûktirîn pêtagên giyanî (beshikên bedenê) di mirovî de vejîne.  Yek ji van dermanan li kurman hatiye ceribandin û temenê wan dirêj kiriye.  Li gor pisporan, di kurmekî de 959 pêtag (xeliyye) hene, lê di mirovekî de 100 000 milyar pêtag hene.  Ev cudatiyeke pirr û pirr mezin e, lê cudabûn kêmtir dibe dema em “cînên” (jeans) kurman bidin hember yên mirovan.  Di kurmekî de 19 000 “cîn” hene; di merovekî de 30 000.  Bi gotineke din, “cînên” ku ji nifshên berê derbas nifshên nû dibin li nik mirovan tenê bi 11 000 “cîn” ji kurman zêdetir e.  Zanyarên di vî warî de pispor wê bizavê dikine ku ji vê yekê bigihên amanceke ji bo dirêjkirina temenê mirovan bi sûd.

Lê gelo her mirov bixwaze temenê wî ji 100 salan zêdetir be?  Li gor lêkolînan hinek ji mirovan dixwazin, lê gellekên din naxwazin.  Tishtê herî grîng ji bo gellek mirovan jiyana bi kalîte ye, ne dirêjiya wê; yanê ew dixwazin di jiyana xwe de li ser xwe bin, rewsha wan ya tenduristî bash be û di têkiliyên cinsî de bextiyar bin.  Li milê din, mirovine bijarte hêvîdar in ku di salên jiyana xwe de ji bo cîhanê bi sûd bin, ne ku sed salan bijîn û çi sûdê ne bigîhinin cîhana ew tê de, ne jî mirovên ew li gel wan dijîn.

Dema mirov derbarê pirsên weha de agahdar dibe, mirov dest pê dike di shêweya jiyana xwe de biponije.  Ez bi xwe gellek caran ji xwe dipirsim:  Gelo ev jiyana çi didêye min; û gelo min çi daye/didime vê cîhanê?  Her ku nasek dimire dibêjim xwe, ez ê shêweya jiyana xwe biguherim, lê dirêj nake mirin dîsa ji bîr diçe.  Heke kesek ji min bipirse:  Tu dixwazî temenê te ji 90 salan derbas bibe?  Bersîva min ya îroj bêyî guman NA ye. 

Bash e, xwendevanê hêja, gelo bersîva te çi be?  Tu hêvî bikî ku temenê te bigihê 100 salan?  Heke bersîva te “erê” be:  Wek xelkê me dibêje, “Xwedê u’mrê te zêde bike!”

(12/2001)

Bersivekê binivîsin