Em Nikarin Bibêjin ‘Laîssez Faîre’

Em Nikarin Bibêjin ‘Laîssez Faîre’

Em Nikarin Bibêjin ‘Laîssez Faîre’ 

Di cîhana zanistiyê de her çi qas her feylesof û zanyar li gorî xwe tasnîfkirinek (wekî mînak; Arîstoteles zanistî wekî zanistiyên teorîk, pratîk û poetîk tasnîf kiriye, Îbn-î Sîna tenê wekî teorîk û pratîk tasnîf kiriye) zanistiyê kiribe jî îro di Serdema Nûjen (Modern) de wisa tasnîfkirinek teqez tune ye. Lê dîsa jî em gelek caran gotin û têgehên wekî Zanistiyên Xwezayî û Zanistiyên Civakî dibihîzin.  

Felsefe, civaknasî (sosyolojî), derûnasî (psîkolojî), siyaset, mirovnasî (antropolojî), xwedênasî (teolojî) û hwd. dikevin nava kategoriya zanistiyên civakî (di nava van de Felsefe wekî dayika hemû zanistiyan, çi xwezayî çi civakî, tê qebûl kirin. Yanê zanistiyên ku îro hene, hemû ji felsefeyê qetiyane û bûne zanistiyên serbixwe. Hans Freyer, Dîn Sosyolojîsî (Civaknasiya Olî), (Weşanên) Doğubatı Yayınları, Ağustos (Tebax)-2013, s.15). 

Civaknasî jî zanistiyek ji zanistiyên civakî ye. Civaknasî zanistiyek civakî ye ku bandora kirûyan (olgu) a li civakê û ya civakê ya ku li van kirûyan dikolîne. Jixwe li gorî Emîle Dûrkheîm jî divê ev kirûyên civakî wekî wanekan (nesne) werin hizir kirin û pejirandin. Û Dûrkheîm dibêje ev kirûyên civakî li şexs bandor û zordariyê dike û ev jî dibe mijara civaknasiyê (E.Dûrkheîm, Sosyolojîk Yöntemin Kûrallari, Dost Yayinlari, Mart-2012, s. 35-38). 

Yanê em dikarin bibêjin civaknasî têkiliyên civakî ji xwe re dike mijar û dikolîne. (Em ê înşela di nivîsek din de bi awayekî gelemperî li ser civaknasiyê bisekinin). 

Loma jî lihevnekirinên ku îro di navbera Tevgera Fethûllah Gulen û AKP’a Erdogan de rû daye bêguman civaka (ya rast neteweya) gelê Kurd jî kêm-zêde (çi netewî be çi navnetewî be, çi siyasî be çi aborî be, çi jî çandî be) eleqeder dike û bandorê dê li me gelê Kurd jî bike. 

Yanê rastî û kirûyek civakî ye (dibe mijara civaknasiyê) û em neteweya Kurd jî bi vê rastiyê re têkildar in. Ji ber vê yekê em nikarin xwe ji ‘şerê’ van herdu aliyan dûr bigirin. Belê, divê em xwe nedin aliyekî ji wan lê divê em (him siyaseta me him jî em wekî gelê Kurd bi xwe) ji xwe bipirsin; gelo em wek neteweyek bindest û xwediyê welatekî dagirkirî divê li hemberî vî ‘şerê’ herdu xwînmij û mêtingerên Kurdistanê çawa tevbigerin û siyasetek çawa bimeşînin ? 

Gava ku em li her du aliyan dinêrin her du jî bi taybetî li Kurdistana Bakur (di kesayetiya dibistan, sazî û şîrketên xwe û ola Îslamê de li Başûr, di kesayetiya mezheb û terîqatên xwe de jî li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê ji ber têkiliyên wan ên bi Îranê re) xwedî bandor in. Yanê asta bandorkirinê her çi qasî ne wek hevdu bin jî ev her du alî (Gulen-Erdogan) li her çar perçeyên Kurdistanê li aborî, çand, siyaset û hwd. ên Kurd û Kurdistanê bandorê dikin û wê bikin jî. 

Ji bo Rojavayê Kurdistanê li têkiliyên wan û çeteyên wekî El-Qaîde û El-Nûsra û ÎŞID’an, ji bo Rojhilatê Kurdistanê li têkiliyên wan û Îranê (çi aborî çi siyasî çi jî olî. Jixwe şexsekî ku di vê operasyona bertîlê de hate girtin dibêjin li ser bankaya Dewleta Tirk re bi Îranê re xwediyê têkiliyek xurt e), ji bo Başûrê Kurdistanê jî li têkiliyên wan ên aboriyên bi Rêveberiya Kurdistanê re jî li yên wan ên bi Rêveberiya Bexdayê re jî em binêrin em dê hîn baş fêm bikin ku dê çawa û çi qasî li me û welatê me bandorê bike. 

De îcar em ji aliyê Bakurê Kurdistanê ve lê binêrin em dê hîn baş bibînin. Ji ber ku em Kurdên Bakurê Kurdistanê bi şexsî be jî, bi sazî û partiyan be jî têkiliyek me ya civakî bi wan re heye. Loma jî em nikarin bi qewlê dirûşmeya lîberalîzmê bibêjin ‘Laîssez Faîre (Berdin Bila Bikin)’. Divê em hebkî realîst bin. 

Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê pirsgirêkek e ku bi sedan sal in, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, hîn nehatiye çareser kirin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê jî (her çi qas hêvî nema be jî û dixwaze bi dilê me be an ne bi dilê me be) ev salek e hevdîtin tên meşandin. 

Dîsa gelek Kurdên me yên Bakurê Kurdistanê wekî siyasî hîn alîgirên Erdogan in. Li Bakurê Kurdistanê bi sedan dersxane û dibistanên taybet û mal û saziyên Tevgera Gulen hene.  

Di vir de dixwazim hin pirsan bipirsim: 

Gelo ev hevdîtinên ku nêzî salekê ye tên meşandin di navbera kê de tên meşandin ? 

Kurdên alîgirên Erdogan in qey ma ne Kurd in ? 

Bi hezaran zarokên Kurd naçin dersxane û dibistan û malên Tevgera Gulen ? 

Li vir ji aliyê wan ve nayên birêxistkirin û Tevgera Gulen wan nakin dijminên neteweya xwe ?  

Bi hezaran kargeh û şîrket ne di destê alîgirên AKP’yê û Gulen de ne ? 

Ev ji aliyê aborî ve qet bandorê li neteweya me nake ? 

A bersivên ev pirsan tenê jî dê bidin xuya ku ev ‘şerê’ (hin Kurdên me li ser gotina kûçik pêl dêla kûçik nake hîn bi vî şerê her du aliyan bawer nakin loma wisa dinivîsim) Tevgera Gulen û AKP’ya Erdogan bandorê li neteweya me jî dike û wê bike jî. 

Naxwazim zêde dirêj bikim lê divê em Kurd, çi siyasî çi civakî, vî ‘şerî’ baş analîz bikin û binirxînin. Bi taybetî divê civaknas, aborînas, derûnas, perwerdekar û siyasetnasên me li ser vê yekê hûr û kûr bibin û ji saziyên me yên sivîl û siyasî re raportan amade bikin, da ku yê dê di vî ‘şerî’ de serkeftî bibin em bin. 

Loma jî di vir de peywira herî giran dikeve ser milên zanyarên me yên civakî. Di vê hengamê de wekî neteweya Kurd di qada neteweyî de jî di qada navneteweyî de em çi bidestxin ew ji me re kar e. Îro her tişt li lehê me ye, ne li elehê me ye. 

Mistefa Dewlemend

zengin-mustafa2010@hotmail.com 

29.12.2013 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye… 

Bersivekê binivîsin