Em kurd mezlûm in ne zalim

Em kurd mezlûm in ne zalim

Em kurd mezlûm in ne zalim

Meriv dikare çand, dîrok, ziman û hemû nirxên neteweyê xwe biparêze û jê hezbike. Heke miletê meriv bindest û mezlûm be, meriv dikare wan nirxan bilind jî binirxîne, ev yek asayî ye, normal e. Herweha ji bo parastina miletê xwe, meriv dikare li dijî dagirkerî û faşîzma dewletan jî rabe û li ber xwe jî bide. Ev yek jî rewa ye, ehlaqî ye û heq e. Lewma jî kurdek dema bibêje ‘bimre dagirkerî, bimre faşîzm û bimre nokeriya her cure hêzên dagirkeriyê!’ ev jî asayî ye û mîna şîrê dayê, ji me re helal e, meşrû ye û ehlaqî ye.

Lêbelê, dema kurdek rabe û bibêje ‘ji ereb, tirk û farisan re mirin û dojeh!’ ev yek faşîzm bi xwe ye, faşîzma reş e û nîjadperestî ye. Nijadperestî û faşîzm jî, bila ji me dûr bin û bila qet têkoşîna me kurdan ya rewa nelewîtînin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

15.03.2016

Bersivekê binivîsin