Elîta Bi Bêdengiya Gerdûnî

Elîta Bi Bêdengiya Gerdûnî

ELÎTA BI BÊDENGIYA GERDÛNÎ

           Gelek caran ez li nivîs û carina jî li gotûbêjên li ser hebûn û tunebûna rewșenbîrên kurd rast têm. Bê guman lêhurbûneke bi pirsyara, ka bê rewșenbîren me hene an na, dê me neghîne tu deverên balkêș.

Jê bêtir ez pirsyara, „gelo rewșenbîrên me bi karê xwe radibin?“, balkêștir dibînim. Mixabin xebat û gotarên li ser vê babetê hema hema tune ne. Siyasetmedar û kesên li derdora wan carina ji bo berjewendiyên partî yan koma xwe ya siyasî bangan li rewșenbîran dikin û kesên ku wek wan nakin bi gelek navdêrên bêrê binavdikin, lêbelê gotebêjeke ku di nav rewșenbîran bi xwe de pêk hatibe, ya tune ye yan jî ber bi ҫavên min neketiye, ji ҫend gotarên kesên mîna Jan Dost pêve ku di kuncikên malperên înternetê de ji bêndiyê wendabûn.

1958506_756771654347342_1371357531_n

Ji bo destpêkê dikare pirsyareke din bi kêrî me bê: Gelo nivîskarên welatekî divê welatpewer bin? Divê ev pirsyar bê vê wateyê jî: Gelo elîta welatekî dikare di rojên ku êrîșên jinavbirinê tên ser welatê wê bêdeng bimîne?

Ji niha de ez li bende me ku hejmareke mezin ji nivîskarên me –di nava xwe de- bibêjin: Ez ne neҫar im welatperwer bim; ez nivîskar im û vatiniya min jî nivîsandina berhemên biserketî ye, jê pê ve karê kesên din e ku bi șêweyekî aktîf di nav karê siyasetê de ne. Mixabin ew bi vê hizrê ne bi tenê ne. Çi bigre tevahiya mirovên welatê wan ev wisa pejirandine. Ger ne wisa ba me yê rojekê bibihîsta ku nerazîbûnek li dij nivîskarên wisa rûdaye ku di van rojên man û nemanê de demê bi bêdengiya kujer derbasikin.

Piștî ez dibînim dê ev pirsyar tu sûdê ji me re neynin, min dil heye ku ez pirsyareke din bi ser ên heyî ve vebikim: Gelo tu carî di nav kedkarên ҫanda dunyayê de bêdengiya rewșenbîran di dema ku barbarî derdora wan ruxwandiye de wek kiryareke esîl hatiye dîtin? Bi derengî li vir bersîva vê pirsyarê nikare erênî be.

Bê șik bêyî gotûbêjke di ҫerҫeveya van pirsyaran de dê tu guhertin li ba me zîl nede. Yên heyî ya dê bi bêdengîya xwe di quncikên mezela xwe ya xebatê de ji me xatirê ebedî bixwazin, an jî dê ji helbijatinekê heta bi ya din li qoroya „dengê we namûsa we ye, bidin me“ guhdarî bikin.

Husên Duzen, 20.09.2015

Bersivekê binivîsin