El Kîndî

El Kîndî

El Kîndî (801-873) 

El Kîndî wek fîlozofê yekemîn yê felsefeya îslamê tê dîtin. El Kîndî hewl daye ku zanayîyên Îslamî û felsefeya yewnan ya berê bigihîne hevdu û sentezeka wan çêbike. Ji bo vê yekê jî li ser wergerên ewilî rawestiyaye û carekê din li wan hûr bûye. Li gor bîr û bawerîya El Kîndî Qûr’an û felsefe, heman rastiyê vedibêjin û di navbera wan de tu nakokî tune nin. Sebebê yekemîn yê hemû heyînan xwedayê bêdestpêk û bêdawî (ezelî û ebedî) ye.

Hemû tişt bi îradeya wî çêbûne û bi îradeya wî wê carekê din ji jolê rabin., ango dîsa wê bi îradeya wî dawîya wan were. Li gor bawerîya El Kindî, ji ber ku yên tevayî (yên tumel) nayên bihîstin, ew aqlî ne. Navê wî yê rasteqîn Ebū-Yūsuf Ya’kūb ibn Ishāk el-Kindī ye û li rojavayê  bi navê “Alchindus” tê naskirin. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin