Dawî...

Destpêk > Nivîs > Ehmedê Xanî û Ramana Dîyalektîk

Ehmedê Xanî û Ramana Dîyalektîk
Parvebike!

Ehmedê Xanî û Ramana Dîyalektîk 

Ehmedê Xanî felsefeya xwe ya tasawwufî di dîwana xwe de bil aş û gewde dike. Ew tasawwufa ku şeytan ne wek periyekî saqit, lê wek tevkarê Xwedê û yekitî perestê wî yê tekane nîşan dide. 

Bi destê şeytan Xwedê insanan ji rê derdixîne, wan diêşîne, pîs û nizm dike, da ku paşê wan bigehîne xweşî, delalî, azadî û bilindahiyê. 

Piştî kuştina Beko, Zîna Ehmedê Xanî, de…r heqê wî de, van gotinan deprêş dike: 

“ Ji ewwil ve eger çi wî cefa kir
Axir b ime re ewî wefa kir.

Zahir wî eger mixalefet kir, 
Batin bi me re mûwafeqet kir.” 

Xwe winda kirin, perîşan û ji her tiştî merhûm bûn, û piştre ji nû ve bi awayekî ronak, ji xwe ageh, azad, bextiyar serbilind- “Aliênation-dêsaliênation” ramanekî felsefî ye, pir kûr û berz e. Ev felsefe bingehê felsefeya du peyayên elmaniyên bi nav û deng pêk tîne: Hegel û Marks.

Hegel mîsalî ye: Li gor wî pêşî û paşiya her tiştî raman, fikir, giyan e. Di pêşiyê de Raman û Madde –tebiet- yek bûn, yekbûneke pehêt û xurt. Di vê yekitiyê de pêşî û serdestî ji ramanê re bûn. Ev yekîtî midetekê dom dike, lê piştre Raman, ji ber ku her tişt di destê wê deye, xwe jiMaddê vediqetîne, xwe dikişîne alikî û Madde jî dehif dide aliyê din.

Demekê ûsa dimîne. Lê paşê raman, her wekî madde cewherê wê bû, ji bi tenê bûnê xwe kêm dibine, bihteng û bêzar dibe û êdî xwe nas nake. Da ku bigehe rewşa xwe ya ewil, li Maddê digere û dide pê wê. Gava dighiyê pê re “Thêse Hevjîn” eke nû pêk tîne. 

Di vê hevjînê de Raman û Madde di rewşeke a diyalektîkî “Lihevdan” î de ne. Yekîtî ya wan yekitiyeke demdar û bi xir û cir e. Piştî midetekê di vê Hevjînê de Raman xwe tekûz dibîne, ji hêyîna xwe dîsa bêzar dibe û li maddê radibe. Hingê Raman <Anti-thêse>, <Lêrabûnek> ê saz dike, hinekî ji xwe dide Maddê û hin tiştên bi kêr, tiştên misbet jê distîne û diçe bi van tecribeyên xwe û yên bi Maddê re “Syntêse”, “Lihevgihan” ekê pêk tîne. Piştra dîsa ev Lihevgihan jî xirab dibe û Raman ji nû ve Hevjîneke zengîntir û firehtir datîne. 

Ev hevjîn, Lêrabûn û Lihevgihan tim dom dikin bêj ku Raman û Madde bikarin wek di pêşiyê de yekitiyeke xurt û sabit bînin meydanê. Lê di her lihevgihaneke nû de Raman dewlementir, bilintir û bextiyartir e. 

Ev fikrên kum e derpêş kirin di kitêba Mentiqa Hêgel a Mezin- Gros Logik- de hatine nivîsandin. Di Felsefeya xwe ya Tarîxê de- Philosphie der Weltgeschichte- Hêgel ji ezmanê Ramanê tête xwar û dikeve nav mirovan û dibêje ku ev hevjîn, Lêrabûn û Hevgihan dîroka insaniyetê dirust dikin û wê tînin meydanê. 

Di pêkhatina Dîrokê de Raman bi destê peya an jî miletên hêja xwe dihihîne Maddê, jê cewherê xwe distîne û zîrekî û rûhaniyeta wê bi pêş ve dibe. Û ev tevger tu caran nasekine û her bi rê ve diçe. Hêgel ji alikî ûsa difikire û ji aliyê jî pêşveçûna Tarîxa insaniyetê di hikumeta Prussiyayê de dida rawestandin. Bi a wî, bi hebûna dewleta Prussiyayê mirovatî êdî gihabû kumbeta xwe û sekinî bû. 

Heçî Marks bi xwe maddî ye. Ango, bi awî pêşî û paşîya her tiştî, heta hiş, raman, giyan bi xwe, madde ne. Hiş û Raman bi tena xwe tu caran peyda ne bûne û nabin. Hiş û Raman neticeya pêşveçûna mirov a tabiî’ ne. Bê saziya mijiyê insan ê xas Hiş û Raman qet ne dihatin wûcudê. Hiş bi xwe, bi celebeki din, ji Maddê pêve ne tu tişt e lê, piştî ku insan bi laşê xwe gihaye dereceke ku jê hiş pêyda bibe, insan ji afirandiyên din bi dûr dikeve û şûna ku wek wan li ber tabiatê reben, bê deng û destgirêdayî bimîne û xwarina xwe tê de hazir bibîne, li tabiat radibe, wî li gora hewcebûnên xwe diguhêrîne û her diçe serdestiya xwe li ser wê firehtir û xurttir dike. 

Bi guhirandina tabiatê ku tê de dijî, mirov tebîetê xwe jî, her ku diçe diguhirîne. Di navbera mirov û tabiet de xir û cireke diyalektikî, lihevdanî heye, û wek riya pêşveçûna Ramanê ya li ba Hêgel, ango ya Hevjîn, lêrabûn û Lihevgihanê, mirov dîroka xwe pêk tîne û her bilintir û azatir dibe. Li cem Marks insan ciyê Ramana nependî digire û ew bi xwe mirovîtiya xwe bi destê xwe bi cî tîne. 

Lê bi a Marks, insan ne afirandiyekî bi tena xwe lê civakî ye. Di destpêkê de girêdanên wî bi mirovên din re girêdanên pir tabi’î, xurt lê teng û hindik in, ji ber ku hîn destpêka pîşk û xebatên wî bi tebiet re ye. Hin despêka alet û hacetan e. 

Lê her wekî insan êdî her û her xwe bi tebiet re tev dide û zor dide xwe ku her divê wî di destê xwe de çêtir bigire û hikmê xwe li ser wî zêdetir bike, hacet û alavên xwe pêşve dibe. Bi vê pêşveçûnê, dan û standinên wî ne bi tenê bi tabiet re, lê bi insanên din re jî bêtir, firehtir, kûrtir û pehintir dibe. Bi vî awayî di civatan de <Bêşa Karan> xwe nîşan dide. Bi belav bûna Bêşa Karan, hêdî hêdî milk ku civakî bû, dibe ferdî; dewlemendî, xezanî û koletî dikevin nav civatê. Dan û standina tiştan jî ji nav eşîrê derdikeve û dibe navnijadîn. 

Bi peyda bûna bazirganiyê pere derdikeve meydanê û her diçe di civatê de şûna her tiştî digire û dibe armanca hemî tevgerên insan. Ji bo peyda kirina pere û milk, ne ji bo civatê bi temamî, lê bi tenê ji bona xwe, insan xwe davêje her texlît pîsîtiyê. Milk û pere ku endamên civatê kirine dijminên hev û ji wan hissên insaniyên tebi’î birine, xwe xistine şûna cewherên wî. 

Mirov ku insaniyeta xwe êdî wenda kiriye dide dû wan bi baweriya ku wî bigehînin tiştên insanî yên winda bûyî. Lê bi vê tevgerê xwe hîn bêtir winda dike û nizimtir dikeve. Di civatekê holê de milk, pere, beşa karan û dewlet dibin sebebên winda kirina insan û derketina wî ji rûçikên rastîn ên insanî. <Causes de I’Aliênation de I’homme.> Bi vî awayî şûna ku mirov bi destê insanên din, bi awakî ageh, hêzên tabiet bêxe destê xwe û bike ku her kes jê kar bibîne û serbest û serbestiya xwe hember tabiet zêdetir bike, dikeve paş xulyan û ji cewherên insaniyên bingehîn bi dûr dikeve. 

Marks dibê ku heya niha Bêşa Karan a civakî, pere, Milk ê Xas û Dewlet, bi awakî diyalektîkî, lihevdanî, bûn sebebên pêşveçûna insaniyetê. Va dixuye ku diviya bû insan pir nizim bikeve da bikaribe xwe rake û serbilind bibe. Di vî babetî de Marks bi xwe wa dibêje: < Diviya bû ku afirandinê insanî: bikeve vê perîşaniya mezin ku bikaribe hemî dewlemendiya xwe ya li hundir bide zayîn.> 

Ev ramana ha bi temam îli cem Ehmedê Xanî bi xwe heye. Li van malikan binêrin: 

<Heta nekevit ji ewcê izzet, 
Heta negihête xakê zillet. 

Ew nabite salikê terîqê 
Ew nabite maesera heqîqê.> 

Li ser vê niqtê: Xwe winda kirin, nizm ketin, madiyen û insaniyên perîşan bûn û piştre xwe ji nû ve nasîn, bilind û bextiyar bûn, Hegel û Marks xwe digehînin Seydayê me yê gewre. Ehmedê Xanî. Divê bizanin ku Çiraya kurdîtiyê 100 salî berî Hegel û 150 sal berî Marks hatiye dînê. Di dîtina wan de, bê şik, hin ferq hene: Xanî bextewariya insan dihêle ji bo Bihûştê, Hêgel insan dike <Giyankî nependî> û Marks mezinahiya insan li vê dinê dixwaze û wê mimkin dibîne. Lê riya ramana diyalektîki li cem her siyan jî yek e. Û ev ji bo me tiştekî pir pir hêja ye. 

Dr. Nurettin Zaza 

Çavkanî: Pêşgotina Memê Alan (Berhevkar: Roger Lescot) Weşanên Orfeus 1996 Rûpel: 55-59

Çavkanî: Malpera Felsefevan


Nûkirina Dawî : 12 Jan 2014 7:08

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)