Etîka Olî

Etîka Olî

Etîka Olî 

Di ehlaqê/etîka olî de ji ber ku lêferzkirin û zordariyek heye, keyfa min zêde ji wê ehlaqê re naye û ez wê qebûl nakim. Di cibicîanîna wê de jî, bêguman tirsa afirander heye û xelatên pîroz hene. Di pirtûkên pîroz de wekê baş yan jî xirab destnîşankirina tevgerên mirovî, ne karekî mirovî û komelî ye. Tenê fermanek e û li dijî wê fermanê stûxwarkirin, encamek bivênevê ye. Ji ber ku ew fermaneke pîroz e, dibe fermaneke naguhêr jî.

Li gor fermanan cibicîanîna wê ehlaqê jî, bivênevê dibe wezîfeyeka xwezayî ya bawermendên oldar. Ango, hin kes dertên û bi destekarî, dixwazin ku yên baş û xirab nîşanî mirovan bidin. Dawiya wê yekê jî mixabin pêvçûn, kûştin, berberî, şîdet û tunekirina gelek nîrxên mirovî û civakî ye. Belam ehlaqa civakî, bêtir mirovî ye. Dikare xwe nû bike, nîrxên nû biafirîne û biryara rêbazên sepandina/cibicîanîna wê jî, mirov bi xwe didin.

Çavkaniya nasandina başî û xirabiyê ango nasandina ehlaqê civakî, mirov bi xwe ne û ev yek, bêtir çalakiyek mirovî û civakî ye. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

16.10.2014  

Bersivekê binivîsin