Egocentrîsm

Egocentrîsm

Egocentrism têgeheke psikolojîyê ye û ji bo  beşa xwezayî a zarokatîyê tê bikaranîn.  Li gor dîtina psîkolojîyê, mirovên mezin ên ku bi egosentrismê tevdiger in, li mêjîyê wan de pirsgirêk hene. Ji ber ku mejîyê wan ji zarokatî ve hêj bi giştî negihîştîye û nizanin çawa bi yên din re têkildar bin. Têgihîştînên wan bi mirovên din re bi tevayî ne teman e û biqusûr in.  Têgihîştinê wan û hestê wan bi mirovên din re kêm in û fam nakin ku ji xeynê wan jî jîyan hene.  Egosentrîsm ji zarokatîyê dest pê dike û tevdaneke xwezayî a zarokatîyê ye.

Lê gava zarokek mezin dibe û hê jî pê re tevdanê egosentrîsmê çêdibe an jî  bi mejîyê ku hêj negihîştî tevdigere, tê wateya ku pê re komplîkasyona hişmendîyê peyda bûye.  Îcar bi mejîyê egocentrîsk dikeve di nav têkilîyan de û ne ji hestan fam dike ne jî zimanê beden fam dike. Bi têkilîyê wan re mirov dikeve rewşek wisa ku mirov bi tu awayê nikare bi wan re biaxive têgihîştineke hevpar peyda bike.  Bi tevdana zarokwarî, ewana tenê xwe dibînin, ji xwe bawer dikin û  tênagîhin ku  mirovên din jî hene ku bi hest û bi perspektîf in.

Sultan Arslan

14.09.2016

Bersivekê binivîsin