Efsaneya Truvayê

Efsaneya Truvayê

Di Mîtolojiya Yewnan de Efsaneya Truvayê 

Ji dema me ya îroyîn beriya 3200 salan, li tengava Çeneqeleya îroyîn bi navê Troyayê ‘Truvayê’ bajarek hebû ye. Di efsaneyê de tê vegotin ku, gelê vî bajarî di bin serweriya qralê xwe Priamos de di nav aştiyê de û bextewar jiyane. Rojekî Hekabeya jina qral, xewnekî dibîne. Di xewna xwe de dibîne ku, topeka alavê ji zikê wê dertê û xwe, seranser li bajarê Troyayê radipêçe. Hekabe wê xwewna xwe, ewilî ji mêrê xwe re vedibêje û piştra jî, bi kahînan dişêwire. Lê kahîn, vê xewnê bixêr nabînin. Li gorî baweriya kahînan; piştî ku ev lawik bihata dinyayê, wê bibûya bela serê bajêr û bajêrvanan. Ji ber vê yekê jî piştî zayînê peywistbû, ku bihatana kuştin.

Qral Priamos, baweriya xwe bi wan anî û piştî zayîna lawik, biryara kuştina wî da.  Lê zilamê ku ji bo kuştina lawik hatibû wezîfedarkirin, dilê wî bi lawik şewitî û destê vî neçû kuştina lawik. Xulamê qral, lawik dibe çiyayê İdayê û li wir, wiha bi serê xwe tenê; berdide nav daristanekî. Xulam wiha bawer dikir ku zarok, wê ji aliyê heywanên kuvî ve bihatana xwarin. Lê beriya heywanên kûvî, şivanek wî dibîne. Ev lawik bi rastî jî Parîs bû, ku wê di pêşerojê de belayên mezin bianiyana serê Troyayiyan.

Di vê navberê de li çiyayên Olîmposê, tevlîhevîyek dertê holê. Li çiyayên Olîmposê daweta Qral Peleus û Thetisa perîya behrê çêdibe û Erisa Xwedawenda dubendiyê  nayê vexwendin. Li ser vê yekê Xwedawenda Eris gelekî diqehire û biryara, tolhildanê werdigre. Xwedawenda Eris sêveka ku li ser “ji ya herî delal re” dinivîsîne, diavêje ser maseyeka ku li nîvê dawetê hatibû amade kirin. Bi awayekî xwezayî hemû Xwedawendan xwestin, ku bibin xwediyê vê sêvê. Mineqeşeyên mezin derketin û di dawiyê de ji bilî sê Xwedawendan, hemûyên din xwe dane paş. Hera, Athena û Afrodît.  Sê Xwedawendên delal, çûn cem Zeus û jê xwestin ku, biryara destnîşankirina Xwedawenda herî delal ew bide.

Lê Zeusê jîr, xwe nêzîkê vê yekê nekir. Lewra Zeus, ne dixwest ku dilê yekê jî bişkêne. Û wiha ragihande wan, ku ew ji vî karî fêhm nake. Zeus wiha dixwest ku, zû bi zû vê belayê ji çiyayê Olîmposê dûr bike û bike bela serê yekî bergorn. (Bi mirin) “Herine çiyayê İdayê, li wir bi navê Parîs şivanek heye. Herî zêde, ji delaliyê ew fêhm dike û bila vê biryarê jî ew bide. got Zeusê bavê hemû Xwedayan.  Zeus wiha ferman da û wan ji Olîmposê dûr kir. Hermesê rêzan, sê delalan ‘Hera, Afrodît û Athena’ da pêşiya xwe û çûne çiyayê İdayê. Hermesê peyamnerê Xwedayan, sêvê da destê Parîs û babetê jêre vegot. Li gor fermana Zeus, Xwedawenda herî delal; wê ji aliyê Parîs ve bihatana hilbijartin.  

Di dema hilbijartina Parîs de hemû Xwedawendan, wiha xwestin ku bi sozan wî bixapînin. Hera sozê qudretê da wî. Athena sozê şervanî û jîrîtiyê dayê. Afrodîtê jî, sozê jina herî delal ya dinyayê dayê. Parîs di bin bandora vegotina Afrodît de ma û sêva zêrîn, da wê. Afrodît ji Parîs re rêxerîteyekî amade kir û Parîs jî, li gor vê rêxerîteyê çû Yewnanîstanê, bajarê îspartayê. Lewra di wê demê de jina herî delal, Heleneya jina Menelaosê qral bû.

Piştî hevnasîna Parîs û Heleneyê, Parîs wê direvîne Troyayê. Yewnanî li ser revandina Heleneyê, arteşeka bihêz amade dikin û êrîşê bajarê Troyayê dikin. Di efsaneyê de bi awayekî berfireh şerê Troyayê tê vegotin. Şer, zêdetirê deh salan didome. Parîs tê kuştin û bi xêra hespê darinî, bajarê Troyayê tê vegirtin û şewitandin.

Li ser bêyomiya Parîs, kekê wî Hektor rojekî wiha deng lê dike:

“Namerdo, bêyomo!

Xwezî tu qet nehatanî vê dinyayê.

An jî, tu wiha bêjin bimanî heta mirinê.

Tu wê demê ne dibûyî bela serê me û ne jî, şermeka mezin ji bo me.

Te çawa revand, wê jina bimêr ya bêdew û

Te wê kire bela serê me, bela serê bavê min û bajarê me.”  

İlyada III. 39- 50

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin