Di Mîtolojiyê de Efsaneya Lilithê

Di Mîtolojiyê de Efsaneya Lilithê

Di Mîtolojiyê de Efsaneya Lilithê

Li gor vê mîthos/çîrokê Xwedê, Adem û Lilithê, ji axê diafirîne û wan di bihuştê de bi cîh dike. Bi demê re di navbera Adem û Lilithê de, pirsgirêk dest pê dikin û navbera wan xira dibe. Pirsgirêkên di navbera jin û mêran yên îroyîn, yekemîn car di navbera wan de xwe dide der. Wekî zilamên îroyîn, Adem jî dixwaze ku her dem gotina dawî ew bibêje. Belam, Lilith vê yekê qebûl nake û li dijî Adem derdikeve. Di jiyana cinsî de ku her dem Adem diçû ser Lilithê, vê yekê Lilithê aciz dikir. Lilith naxwaze ku di bin Adem de bimîne û vê yekê wekî kêmasîyeke dibîne. Lilith wiha angaşt dike ku ew herdu jî ji axê hatine afirandin û wekhev in.

Adem xwe dişibîne ezmana bêdawî ya bi xêr û bereket, Lilith jî xwe dişibîne axê, axa ku berhemdar e. Têkilîya wan bi rengekî wiha didome. Piştî, demekî Lilith wiha biryara xwe dide ku wê ew ê êdî nikaribe vê têkiliyê berdewam bike. Navê Xwedê yê ku vegotina wî hatiye qedexekirin tîne ziman û dertê ezmanan. Dev ji hemû mafên xwe berdide û di nav yên ku hatine qewirandin de dijî. Bi cinên li cem xwe û bi Şamael re dikeve têkilîya cinsî, zarokên wê çêdibin. Adem, di bihuştê de bi serê xwe tenê dimîne. Ji Xwedê lawlawê dike da ku ya Lilithê vegerîne bihuştê. Xwedê, sê ferîşteyan dişîne cem Lilithê; Sanyai, Semangelof û Sansanvai. Hege Lilith venegere bihuştê, wê her roj sed (100) zarokên wê werin kuştin. Lilith dibêje ku wê ez ê qet venegerim bihuştê û ferişte fermana Xwedê tînin cih. Lilith, êş û azareka mezin dikişîne û wisa sond dixwe ku wê ew ê piştî vê kirinê, bibe dijminê jinên ducanî û yên ku nû zarokan anîne dinyayê.

Di rewşeka wiha de Xwedê, Hawê ji parsûya Adem diafirîne û ji ber ku Hawê perçeyek ji laşê Adem e, li dijî Adem dernakeve. Efsane xwe gihand roja me ya îroyîn û bû semboleka femînîzmê. Jinên ku naxwazin bibin wekî Hawê, navê Lilithê li xwe dikin û heta yên ku vî navî li zarokên xwe jî dikin hene.

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin