Edmund Husserl û Tevgera Fenomenolojiyê

Edmund Husserl û Tevgera Fenomenolojiyê

Edmund Husserl û Tevgera Fenomenolojiyê

Fenomonolojî (Zanista Diyardetiyê) di literatura felsefeyê de, tevgereke ramanî ye, ku bêtir bi navê Edmund Husserlî tê zanîn û naskirin. Ji ber ku em bikaribin baş têbigehêjine ramana bingehîn ya vê tevgerê, divê em hebekî vegerin ser felsefeya Kantî ya rexneyî û li ser têgehên wî yên Numen û Fenomen rawestin.

Immanuel Kant, wanekan kiribû du beşan; ango Numen û Fenomen.  Numen, tê wateya tiştê ku di xwe de ye, yan jî tiştê ku bi xwe ve ye. Ango beyî ku di bin bandora hiş û têgihiştina sehekên me de bimîne, tiştek çî be, ew e. Wekî tê zanîn Kant di warê zanayiyê de, zêhna mirov aktîv dîtiye. Yek jî gotiye ku zanayiyên me bi ezmûnê dest pê dikin, lê bi ezmûnê temam nabin, ango temamiya zanayiyên me ji ezmûnê nayên.

Naskirina me ya wanekan/nesneyan, encax bi aliyên wan yên ku xwe bi me didin xwiyakirin pêk tê. Ji ber ku wesf û çendaniyên wan, xîtabê sehekên me dikin, em bi wan dizanin.

Ev yek, aliyê/wesfê fenomen ya waneka ye…

Nesneyek/wanekek hege ji wesf û çendaniyên xwe were cudakirin, tiştê ku di dawiyê de dimîne, ji bo me nenas e û em nikarin pê bizanin, ango ew numen e.

Lêbelê, Edmund Husserl (1859-1938) dibêje tiştê ku Kant ji wan re dibeje numen û xwedêgiravî mirov nikare bi wan bizanibe, dikarin werin zanîn. Ji bo vê yekê jî, divê mirov naveroka hişê xwe bêxe nava kevaneyekî/parantezekî û wiha nêzîkê wê bibe. Lewra, em herdem bi nîyetekî nêzîkê nesneyan/wanekan dibin û ev yek jî, rê li pêşdarazan vedike. Ji bo ku em bikaribin rê li ber vê yekê bigirin û nesneyek çî be em bixwazin ku wiha wê binasin, beriya her tiştî divê em hemû bîr û baweriyên xwe yên berê deynin alîyekî û wiha, xwe nêzîkê wê nesneyê bikin.

Di vê xalê de, di babeta zanîna nesneyan/wanekan de, feraset/pêhesî  dest bi kar dike. Ji bo pêzanîna hilika wanekan, pêdivî bi feraseta rasterast heye ku ev yek jî, bi rêya pêşniyarên rast û dirist pêk tê.

Edmund Husserl wiha bawer kiriye ku divê felsefe xwe bispêre fenomenolojiyê û zanayiya wanekan ya misoger û naguher, encax bi zanîna hilika wan dikare were hilberandin…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

03.04.2014

Jêder

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/fenomenoloji-zanista-diyardetiye.html 

Heke çavkanî neyê nîşandan, wergirtina gotaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin