Edmund Husserl

Edmund Husserl

Edmund Husserl (1859-1939) 

Navê wî resen Edmund Gustav Albrecht Husserl e. Hemwelatîyekî alman e û bi eslê xwe cihû ye. Matematîkzan. Profesor. Avakarê fenomenolojîyê ye. Fenomen, yê/ya ku di dem û war de xwiya dike ye. Zanist, bi pêş ve diçe û her diçû, mijarên felsefeyê ji destê felsefeyê derdixist/distand. Demên nûjen, dihatin dijîn. Husserl, ji bo felsefeyê li bingehîn nû digeriya.

Divabû çî bikara felsefeyê?

Divabû felsefeyê bala xwe bidana kirdeyan (ozneyan) û bi kirdeyan eleqeder bibûna. Divabû felsefe bibûya zanista hilikên ku ji derve û hindirû, bi kirdeyan deng vedidin… Gotina wî ya ‘xistina nav kevanekê- xistina nav parantezê’ navdar e. Wateya vê yekê ev e: Di dema fikirînê de divê mirov biryaran nede, biryarên xwe bide paş. Divê mirov zanayîyên ku ji ezmûnan tên, wan bişuxulîne û vebiguhezîne kirdeyê. Hege felsefe bala xwe bide hilika tiştan û li wan hûr bibe, wê hingê bibe ‘zanista zanistan.’ Îro û di diwarojê de.

Fenomenolojî [Zanista Diyardetîyê]

İmmanuel Kant, wanekan kiriye du beş: Numen û Fenomen. Numen, tê wateya tiştê ku di xwe de ye, an jî tiştê ku bi xwe ve ye. Ango beyî ku di bin bandora hiş û têgihiştina sehekên me de bimîne, tiştek çî be, ew e. Wek tê zanîn Kant di warê zanayîyê de, zêhna mirov aktîf dîtiye. Yek jî gotiye ku zanayîya me bi ezmûnê dest pê dike, lê bi ezmûnê xilas nabe, temamiya zanayiyê ji ezmûnê nayê.

Naskirina me ya wanekan (nesneyan) encax bi aliyên wan ên ku xwe bi me didin xwiyakirin pêk tê. Ji ber ku wesf û çendanîyên (nîcelîkên) wan, xîtabê sehekên me dikin, em bi wan dizanin. Ev yek, aliyê fenomen ya waneka ye. Wanekek hege ji wesf û çendaniyên (nîcelikên) xwe were cudakirin, tiştê ku di dawîyê de dimîne, ji bo me nenas e û em nikarin pê bizanin, ango numen e.

Edmund Husserl dibêje, tiştê ku Kant ji wan re dibeje numen û xwedêgiravî mirov nikare bi wan bizanibe, dikarin werin zanîn. Ji bo vê yekê jî, divê mirov naveroka hişê xwe bêxe nava kevaneyeke (parantezekî) û wiha nêzîkê wê bibe.

Lewra, em her dem bi nîyetekî nêzîkê nesneyan dibin û ev yek jî, rê li pêşdarazan vedike. Ji bo ku em bikaribin rê li ber vê yekê bigirin û nesneyek (wanekek) çî be em bixwazin ku wiha wê binasin, berîya her tiştî divê em hemû bîr û bawerîyên xwe ên berê deynin alîyekî û wiha xwe nêzîkê wê nesneyê bikin.

Di vê xalê de, di babeta zanîna nesneyan (wanekan) de, feraset (pêhesî) dest bi kar dike. Ji bo pêzanîna hilika wanekan, pêdivî bi feraseta rasterast heye ku ev yek jî, bi rêya pêşnîyarên rast û dirist pêk tê. Edmund Gustav Albrecht Russerl wiha bawer kiriye ku divê felsefe xwe bispêre fenomenolojîyê û zanayîya wanekan ya misoger û naguher, ancax bi zanîna hilika wan dikare were hilberandin.

Berhemên wî yên ku li tirkî hatine wergerandin

1- Wek Zanisteka Misoger Felsefe

2- Li Ser Fenomenolojîyê Pênc Ders

3- Qrîza mirovahîya Ewropayê û Felsefe.

Xebatên ku li ser felsefeya wî pêk hatine

1- Di Felsefeya Edmund Husserl de Mantiq. Ahmet İnam

2– Li Cem Edmund Husserl Pirsgirêka ‘Ez’ a Yê Din. Nermi Uygur

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin