Ebu Reyhan El Birunî

Ebu Reyhan El Birunî

Ebu Reyhan El Birunî (973-1051) 

Di 4 ê îlona sala 973 an de li Harezmê hatiye dinyayê. Şagirdetîya Ebu Nasr Mansur kiriye û di temenekî xwe yê gellekî biçûk de, ji bo qesra Harezmê (Ket) hatiye pejirandin. Di vê demê de di qesra Harezmê de, astronomî û matematîkê fêr bûye.  Navê wî yê rast  Ebu Reyhan Muhammed bin Ahmed el-Birûnî ye. Bi Îbnî Sîna re, felsefe û zanistê guftegoy kiriye. Di warî esmannasî, tip, matematîk, dîrok û fizîkê de, berhemên wî hene. 

Li gor zanînan nêzîkê sedûheştê (180) pirtûkên wî hene. Heftê (70) pirtûkên wî yên esmannasîyê û bîst (20) pirtûkên wî yên li ser matematîkê hene. Lê ji van pirtûkan, bi tenê bîstûheftên (27) wan, heta roja me hatine. 

Gotiye ku dinya di şeklê kûreyê de ye û dizivire. Pirtûkên wî, bi zimanekî gellek giran hatine nivîsandin, ku wî bi xwe jî gotiye ku ew pirtûkên xwe, ji bo zanyaran dinivîsîne. Hinek pirtûkên wî li zimanên rojavayê hatine wergerandin. Li rojavayê, bi navê ‘Aliboron’ tê naskirin. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin