E. Durkheim

E. Durkheim

Li Gor E. Durkheim Grûb (Kom) Du Texlîd in

Durkheim li gor piştavanîya civakî koman dabeşandiye. 

1- Grûbên Ku Piştevanîya Mekanîk Nîşan Didin

Di civakên ku bi pêş neketine yên berîya dewra sanayîyê de û di civakên ku jiyaneka kevneşopî didomînin de tê dîtin. Mirov, di karên ku dişibine hevdu de kar dikin. Di pirsgirêkeka grûbî de hemû endam, piştevanîya hevdu dikin. Zibare (îmece) ji bo vê curepiştevanîyê, mînakek baş e. 

2- Grûbên Ku Piştevanîya Organîk Nîşan Didin

Ev curepiştevanî, di civakên pîşesazîbûyî de tê dîtin ku ev civak jî, civakên pêşketî ne. Çavkanîya vê piştevanîyê jî, zêdebûna nifûsê û cihêrengbûna kar e. Şexşên ku kar û hilberandineka cihêreng dikin, ne tenê pêdivîyên xwe, pêdivîyên mirovên din jî hildibirînin. Ji ber vê yekê jî, bi hevdu re dikevine nav piştevanîyeka aqilane. Mînak: Di amadekirina karê derxistina kovarekî de nivîskar, rêveberîya kovarê, çapxane û belavkarê kovarê, bi hevdu re dikevine nav karbeşîyekê û kovar, bi vî rengî çap dibe.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com  

Bersivekê binivîsin