Dualîtî

Dualîtî

Dualîtî 

Her çend mijar ne ziman û peyv be jî, ji bo têgihiştina wateya Dualîtiyê pêwist wateya peyvê jî bête zanîn. Dualismus, Dualizm, Dualîtî ji aliyê Kurdan ve gelek asan dikare bête zanîn. Ji ber ku çawan tê gotin di Kurdî de wateya wê jî heman wisane. Du alî. Ji berku binemala zimanê Hînd û Ewrûpî yeke gelek peyv her wekî hevin. Her çend di latînî de Duo – wateya Du – de tête bikaranîn jî di Elmanî de her Dualität bi gotin Dualîtêt tête gotin. Wateya vê peyvê Dualîbûn an jî Dualîtî ye. Berî ku em bizanin Dualîtî çiye? Tiştên ku em bi xwe bi hesin û bibînin hene. 

Her çend dema derketina peyvê û wateya wê xwedan dîrokeka demdirêj jî be, li gorî gelek lêkolînera bi rêka Felsefeya Zerduştî dualîtî ketiye nav hizirvaniya mirovan de. Lê diyare ku dîroka vî hizrê felsefê kevne û şunve diçe hetanî dema ku mirovan du aliyên jiyanê dîtî û aşkere kirî. 

Di mîtolojiyê de, an jî dema pirxwedayî de mirovan kariye dualîbûna jiyanê, rastegîn û realîta jiyanê bizanin û di nava derûnê xwe de pevçûn û şerê xwezayê aşkere bikin. Ev aliyên diyalektîk yên jiyanê bi rêka çîrok û hizrên curbecur bi navê xweda û xwedawenda derbirîne û bi hezaran sal bi van baweriyan jiyane. 

Peyvek heye ku ji aliyê filozof û zanyaran wekî xwedayê mezin tête dîtin. Ew jî – Yasayên xwezayê- ye. Xweda ji bo bawermendekî çibe, ji bo zanyar û filozofekî jî Yasayên Xwezayê ewe. Ji xwe gelik filozofên sedsala 16-17-18 an ev peyv aşkere derbirîn û eve bû sedema ku ji aliyê desthilat û rêvebirên dêr û mizgeftan bêne serjêkirin. 

Lê rêvebirê vê tevgerê, vê şeroşê jî birêveçûnê jî (Revolution û Evolution) xweda dibe an xweza dibe xwedî yasayên wisaye ku bingehê çêbûn û berdewamiya feza,cîhan û jiyanê ye. Ev hêza xwedayî û xwezayî her çend ji aliyê mirovan ve pir kêm tête zanîn jî xwedî hêzekî wisane ku sînorên mêjiyê mirov gelek şûn xwe ve dihêle û derbas dike. 

Qencî û xirabî, reş û sipî, ciwanî û kirêtî, Xeyal û Rastî, derûn û tişt û hemî aliyên jiyanê yên dijî hev di nava peyva Dualîtî yê de mirov dikare şirove bike.

Di ola zerduştî de weha tê hizrandin; Ahura Mazda xwedayê ku qenciyê belav dike, başiyan diparêze û piştevaniya qenciyan dike. Angra Mainyu an jî Ehrîmen jî xwedayê xirabiyê, kirêtiyê, reşbînî û reşiyê. Li gorî baweriya Zerduştî ev herdû alî ne tenê di navbera mirovan de an jî di nava xwezayê de di tiştên berçavde hene heman demê di nava derunê mirovde herdu alî cih digrin. 

Him xirabî him başî, him reş him sipî. Û li gorî baweriya Zerduştî jiyan ji şer û pevçûna van herdu aliyan pêk tê. Di warê olî de herçend ev yek di hemî olan de derdikevê pêş de jî di warê felsefî û zanistî de jî rastiya xwezayêye. Jiyan ji dijberî,nakokî,pevçûn,guhertin û encaman pêk tê. Xweza bi giştî, mirov bi taybetî bi vî rengî çêdibin, dijîn, dimrin û didomin. Dijberê Dualîtiyê, Yekalîye. Jiyan jî bi yekalî nameşe. Ew buhuşta di xeyala mirovan de, ew jiyana bê arîşe, bê pevçûn, bê dijberî, tenê di nava xweşbînî û xweşiyê de diçe ne li gorî rastiya xwezayê û yasayên xwezayê ye. Ji xwe derveyî soz û peymanên olî di nava felsefeya olan de jî ev yek nayête gotin. Lê tenê dema ku bawerî û bîr ji bo bawermendên xwe sozan didin, an jî pêşniyazan dikin wê demê jiyanekî xeyalî ya derveyî rastiya xweza û hebûnê didin. Ji ber ku xeyala mirovan bi xweşî û başiyan ve tijî ye. 

Heya piraniya mirovan jê nîne ku tiştê xweşiyê ava dike, tiştê xweşiyê xweş dike, nexweşiye, nebaşiye. Tiştê ciwaniyê bi wate dike jî kirêtiye. Wekî ola Zerduştî di nava derunê mirovan de pevçûnekî derunî ya dijwar birêve diçe. Lê ev pevçûn gelo em dê wekî baweriya Zerduştî bêjin ku ji bo serkeftina qenciyê divê em tevbigerin û di nava şer de bin, an jî bi awir û nêrînekî dî divê em temaşe bikin.? Gelo çi ji bo jiyana me başe? Gelo çima em divê vê dualîtiyê bizanin û çima divê em sudekê jê wergirin.?  

Di vê sedsala 21 an de ew hizrên ku mirovan berî 3 hezar sal aşkere kirî em dê çawan bo xwe bikar bînin? Wekî mirovekî Kurd, rewşa xwe em dê çawan karibin di vî warî de hilgirine dest? Gelo di warê derûnî de rêkên me yê xelet çine, derûnê me di çi rewşê de ye.? 

Agirî Soran 

agiri.soran@me.com

25. 12. 2013

Ev nîvasar beşa yekemîn e û wê bidome…

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîskaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin