Du Rê

Du Rê

Du Rê  

Xwendevanêd hizkirî serîda dixwezim derheqa sernavêd bi çend gilîyava biaxivim. Çima “Du Rê ,, ? Çimkî min fikirî, ku ev sernav wê bi kûrayî û firehî nêrîna min azorû ke. Armanca min çî ye? Em di sedsala 21’an de jîyîna xwe derbas dikin û îro ber bi çevê cîhanê hezaran kes tên kuştinê. Ew qey bêjî îdî tiştek “normal,, bûye… Qey bêjî axirîyê dinê nêzîk bûye… Armanca min ew e, ku bigihîjim wê yekê, ku her kes bona ruhê xwe jî xem bike. Bifikirin, wekî tenê xwerin, vaxwerin û xwekirin nîne û bi mirin jî her tişt xilaz nabe… Her kes tê dinê, jîyîna xwe derbas dike û roj jî tê dimire, heta niha ew usa ne. Ê paşê? Emê vê nivîsarê de çend pisên ewil binin ber bi çeva, kîjan di dîroka mirovhatîyê de hebûne. Xwedê heye? Ruhê meriv heye? Pey mirinê jîyan heye? Tev ruhê çi diqewime? Wekî tune ma em robot in? Kîjan e rê-dirb? Zanim, pirsêd te jî hene, ku hewcê bersivê ne. Lez nekeve û gumana xwe nebire.

Du Rê heye dinê de Yek ya fire ye Yek jî ya teng e Yek dive azayê Yek jî dive cenimê. Xwedê Du Rê hazir kirîye Kîjan rê bi kêfa te ye Yek undabûn e Yek jî xilazbûn e, Lê îzin daye te: Qebûl ke Yan jî înkar ke.

Kîjan Rê tu dixwezî ?

Pirs,pirs,pirs û dîsa pirs… ? Eyan e,ku di jîyîna meriv de pirsên cûre,ewil û çetin pirr hebûne, hene û timê jî meriv ber bi bijartinê rû bi rû sekinîne. Bijartin ew tiştekî pirr dijwar e… û ji wan yek rastî ye, ya din jî şaş. Her kes jîyîna xwe de serbest e, aza ye bi femîna xwe, hilbijartina xwe, rabûn – rûniştina xwe û hewd. Azayî ji Xwedê tê… Xwedê îznê daye…

Kîjan rê tu dixwezî?

Xwedêyek, rêyek xilazbûnê û Xilazkarek heye… Îro dinyayê de olên cûre-cûre hene, ku Xwedê qebûl dikin. Fêr dikin, ku bona ruhê xwe xem nekin, hûnê xilaz bin, yan jî ruhê meriv tune, yan pey mirinê ruhê meriv gerdûnê de aza difire û hewd. Lê eger usa nîne ? Pirtûk du alîyava dixwînin. Hene jî, ku Xwedê qebûl nakin û reddikin, mesele Ateîzm an jî bêbawerî redkirina baweriya Xwedê ye. Ango kesên bê Xwedê ne û di wê baweriyê ne, ku Xwedê nîne. Yek ji wan Agnostîsîzm e, li gorî felsefeyê meriv ji aliyê dînîva nikare bizanibe ka Xwedê heye yan na û ji aliyê zanîstêva jî nizane gerdûn çawa hatiye efirandin.

Kîjan e rastî?

Serwextî, zanebûn, jîyîn, mirin û her tişt di destê Xwedê de ne. Di destpêkê de Xwedê erd û ezman efirandin. Di wê demê de erd virt û vala bû û li ser erdê tiştek nebû; bi tenê tarîstanî hebû. Xwedê, ku erd û ezmên efirandin û her tişt di nava wan danî mirov jî ji axa erdê çêkir û bîhna jiyanê pif kir pozê wî. Û bende bû canê jîndar. Wî ew nêr û mê efirandin, wekî bibin serwêrê hemû erdê û serwêrê masiyên avê,teyrên ezmên, heywanên kedî û hemû heywanên, ku li ser rûyê erdê ne.

Xwedê ew bereket kirin û ji wan re gor:《Berdar bin û zêde bibin.Erdê tije bikin û wê bixin bin destê xwe. Em zanin, ku merîya berê xwe ji temîyêd Xwedê guhestine, ew ji Xwedê dûr ketine û ji kerema Wîye Pîroz hatine merûmkirinê. Merivêd pêşin-Adem û Hewa hatibûne efirandinê seb Xwedê re bêne girêdanê,em zanin, ku ewana guh dane ser gotinêd Mîrecinê derew û búne gunehkar.

GUNEH-ew kirinekî neheqî ye, ku berî pêşin dilê Şeytan (mîrecin)de pêşda hat û bi destê wî jî hate dinyayê, lê bi Adem kete dinyayê û bi wî gunehî mirin belayî mîna nexweşî ser hemû merivan bû. Merivê dilqê Xwedê xuliqî ji rewş-rûmeta wî qetya û dewsa jîyîna heta-hetayê dîwana mirinê hate ser wî, dewsa qanûna jîyîn, nava meriv de qanûna mirinê destpêkêkir hukum bike. Lê Xwedê evîn e û qirara Wî ew e, wekî her merivek vegere ber bi Wî, wekî tevî Xwedê bi ruhanî bê girêdanê, wekî layîqî rema Wî be, edlayê û jîyîna heta-hetayê bistîne. Xwexwe bifikire. Me dît, ku bi merivê pêşin hemû kes bûne gunehkar, çimkî silsileta wana ne. Hemûya gune kir û negihîştine rûmeta Xwedê. Maşê gune mirin e û ew orta me û Xwedê bûye sûr. Mirin dide kivşê, wekî heta-hetayê ji Xwedê dûrkevin. Xwedê Pîroz e, lê merî nevsa nava gunada undabûyî ye. Bona wê yekê jî orta wan de bîra bê bin heye. Qebûl ke yan înkar ke.

Mirov dikare xwe ji cenimê xilaz ke?

Her tim merî dicedîne bi hereketê xwe nêzîkî Xwedê be b karê qenc, jîyîna maqûl, fîlosofîayê, lê nikare ji çencikêd guna/hesîn, xwestinêd xirab û şêwirêd ji alîyê Xwedê de înkarkirî/xilazbin û ser bîra bê bin re berbaz bin.

Kîjan e rê-dirb?

Xewixîyo, hişyar be bona ruhê xwe xem bike ! 《Ji wan netirsin yêd,ku bedenê dikujin,lê nikarin ruh bikujin. Lê hûn ji wî bitirsin,yê ku dikare ruh û bedenê cenimê de unda ke》{Metta 10:28}. 《Berî efirandina dinyayê Xwedê yekîtîya Wî de em bijartin, wekî em pîroz û bêqusûr bin, li ber wî hizkirinê de bijîn. Ewî em pêşda kifş kiribûn, çawa li qirara Wî xweş hat, ku me bi destê Îsa Mesîh bikişîne pêşîra xwe》{Efesî 1:4,5} 《…lê emê çawa xwe xilaz kin heger em guh nedine wê xilazbûna mezin? Bona vê xilazbûnê Xudan pêşda dannasîn kir û yêd, ku dengê Wî bihîstin me ve eseyî kirin》{Îbranî 2:3}. 《Lê t bi serhişkî û dilkevirîya xwe xezebê ser xwe de dicivînî,bona Roja Xezebê, gava dîwana Xwedê ye rast xuya be》{Romayî 2:5}. 《Xudan sazê xwe derengî nayêxe,çawa hinek difikirin. Ew bi dûmika dirêj li we sebir dike,naxweze tu kes unda be, lê dixweze, wekî hemû ji gunekirinê vegerin》{2Petrûs 3:9}.

《Hemû pêxember şedetîya wî didin,ku hemûyêd bawerîya xwe Wî bînin, wê bi saya navê Wî baxşandina guna bistînin》{KarêdŞandîya 10:43} 《Lê belê ev hatine nivîsarê,wekî hûn bawer bikin, ku Îsa ye Mesîh, Kurê Xwedê û bi vê bawerîya pê navê Wî jîyîna we hebe》{Yûhenna 20:31}. Hîmê bawerîyê gotinêd Xwedê ne, lê ne ku hesînê meriv in. Merivê, ku bawer dike bi bawerîya ber bi Xwedê û gotinêd Wî dijî.Merivê, ku bawer dikin, gerekê hesîn yanê hal-wextê xwe re girêdayî nîbin.

《Çimkî em bi bawerîyê dijîn,ne ku bi dîtina çeva》{2Korintî 5:7} Bawerîya ruhanîyê rêzûltata wê yekê ye, wekî gumana xwe didine ser Îsa Mesîh. 《Yê rast wê bijî,çimkî bawer dike》{Galatî 3:11} Mixabin! Xwedê eşkere dibêje, ku rojêd axirîyê de hinek wê ji bawerîyê bikevin,guh bidine ruhêd derewîn û hînkirinêd cina. Ew hînkirin bi durûtîya derewîn dibin,îsafa kîjana kizirî ye.Lê gava her tişt ber ronayê,eşkere dibe, çimkî her tiştî,ku eşkere dibe,dibe ronayî.

《Bê xeberdan,gelekî kûr e sura xwedêparastîya me: Ew bi bedenî xuya bû,Ruh ve rastîya wî hate îzbatkirinê, milyaketava hate dîtinê,nav mileta hate dannasîn kirinê,dinyayê de hate bawerkirinê û rûmetêra hate hilatinê》{1Tîmotêyo 3:16}. Hilbet,ev ew pirs e, ku tabetîyê nade te, xewa te û hêsabûna te tevîhev dike. Eger te hela derheqa hebandina xwe de negotîye Îsa, tobe nekirîye, telebextra tu xilaz nebûyî û emrê teyî heta-hetayê tune. Neê xapandinê! Ser hişê xwe de were. Mirin bi bengzê jîyînê rex te sekinîye. Xwedê rîya xilazbûnê hazir kirîye: 《Ew e Xwedayê rast》{1 Yûhenna 5:20} 《Ew e rê,rastî û jîyîn》{Yûhenna 14:6}

Bûyîna Wî ye ecêb,jîyîna Wî ye pîroz,ecêbêd zor,mirina ser xaç,ji mirinê rabûna altindar û çûyîna ezmîn îzbatîyêd eynsîne, wekî Ew e xilazkirinê merivayêyî tek-tenê. 《Heger em şedatîya meriva qebûl dikin, şedatîya Xwedê hê zêde y,çimkî eva şedatîya Xwedê ye, ku bona Kurê xwe şedatî da》{1 Yûhenna 9:10} Xwedê Rîya xilazbûnê hazir kirîye, lê îzin daye te xwestina Wî qebûl kî yan jî înkar kî. Eger qebûl wê ji cenimê xilaz bî.

Têngîz Sîabendî

17.01.2016

Têngîz Sîabendî: Ji kurdên Ermenistanê ye. Înstîtûtê Bilind ya Ermanîstanê (Polîtêxnîk) kuta kirîye, ya beşa Polîgrafîya û karên neşiretê. Niha jî Mekteba Xwedêzanîstîyê de xwendekar e.

Bersivekê binivîsin