Doktrîna Xellac

Doktrîna Xellac

Doktrîna Xellac

Hallac ji hêla jiyana xwe û ramanên xwe ve, riyaka biryardar û darîçav şopandiye. Ji Quranê dest pêkiriye û bi rêbaza çavdêriya hindûrîn, xwestiye ku xwe bigihîne Xwedê. Bi vê rêbaza xwe re jî; di cîhana Îslamê de riya guftegoyan vekiriye û ev guftegoy hêjî berdawam in.

Bêguman, Hallac mirovekî Misilman e, lewra di doktrîna wî de çavkaniya yekem Quran e. Pirsgirêka mezin, bi riya wehiyê gihêjtina Xwedê ye. Gelo bi riya wehiyê, gengaze ku pêxember bigihêjin Xwedê an, na?

Li gorî baweriya misilmaniya gelemper: Ne gengaze ku Hallac bi rêbaza çavdêriya hindûrîn, têkiliyê bi îradeya Xwedê re deyne. Lewra ew, ne pêxember e.

Li gorî dilêrîna sûnnî ya kevneşopî: Ji bona misilmanekî, jiberkirina Quranê û îbadetekê ji dil, bes e.

Heçku li gorî nêrîna Hallac, divê ku mirov xwe berde kûrahiya hilikê.

Dema ku Hallac doktrîna xwe ava dikir, mîna sûfiyan ne di rewşekê qemirî de bû. Ew li “Fıkıh” û li hedîsê hûr bibû, xwe berdabû nav felsefeya antîk yewnanî û berhemên zilamên zanist yên şîî xwendibû. Bi van zanayiyan re jî, gihêjtibû encamê.

Li gorî dîtina Hallac: “Mirov dil e, dilîn e. Xwiyakirina wî, (zahir) mîna guldangê ye û bimirin e. (Ango, fânî ye.)

Mirov ketiye şeklekî daringî, ango maddî. Heçku, ji hêla hindûrîn ve (bâtın) xwe di şeklê dil de nîşan dide. Hemû tişt, ji aliyê dil ve têne diristkirin û hemû tiştî dil dikargerîne. Dil, bêhn dide giyan û giyan, mirovan raserî alema daringî dike.”        

 Pirsgirêka “giyan- laş” û  “dil- eqil” pirsgirêka sereke ya felsefe û teolojiyê (ol- zanist) ye. Ji fîlozofan hinekan, giraniyê dane eqil û tiştên daringî, yên din jî;g iraniyê dane “dil- giyan” û wateyê derxistine pêş. Di felsefeya Îslamê de xwendegeha (ekol) mutezîle, giraniyê daye madde û bikaranîna eqil jî, gellekî girîng dîtine. Sûfî û mîstîkan jî, zêdetir bala xwe dane dil û giyanê.

Li gorî nêrîna Hallac: “laş di nav danûstandinên daringî de ye. Gurza mebestê, di zincîra têkiliyan de delka resen e. Madde, mirovan diavêje nav dinyaya wanekan. Mirovên ku di têkiliyên maddî de girêdayî bimîne, êsîr e. Divê mirov ji madde derbas bibe û bikeve nav dinya wateyan. Rêzanê giyan, dil e. Ev rêzan, mirovan radigihîne qata Xwedê û ji êsîriya madde, mirovan azad dike. Mirov, divê guh bide dengê dilê xwe û ya xwe ji madde, rizgar bike.

Dil ji bona dîtina delaliya Xwedê, ji aliyê Xwedê ve bi awayekî xwemal hatiye afirandin. Hege kurê mirov bizanibe dilê xwe veke, wê Xwedê dilê wî bi dilînê dagire. Xwedê afiraner e û ji hemû tevgerên mirovan; ji, yên hindûrîn û ji yên der, berpirsiyar e. Yên dikûje û yên vedijîne jî, dîsa Xwedê ye.

Ecel (akam) û roja mexşerê, ji ewilî ve hatiye destnîşankirin. Di rêwitiya jiyanê de, (ya ku ji zayinê ve dest pê dike û heta dema mirinê didome) qûtê mirovan dîsa Xwedê dide mirov. Ji bona mirovan tiştê girîng, hilbijartina başî û xirabiyê ye. Yên rê nîşanê mirov dide, zanist e. Mirov dikare bi hêza xwe, hestên xwedbîn dahf bide aliyekî û bigihêje delaliyê. Di vê domanê de, wê dil jêre rêzaniye bike. Waswas, çavê dil digerimîne û nezanî jî, mirovan ji Xwedê dûr dike. Dil û eqil, divê ku hevdû temam bikin.”       

Xwedê, xezîneyeke veşartî ye û li gorî Quranê, herkes nikare bigihêje vê xezîneyê.

Li gorî aligirên “Îmamiye” jî, bi tenê Hz. Muhammed, Hz. Elî û yên ku ji bavika wan tên, bi tenê ew dikarin têkiliyê bi xezîneya Xwedê re deynin. Ji bilî wan Selmanê Farisî heye, ku Hz. Muhammed  jêre gotibû ku tu ji malbatê yî. Tu dibêkê, ehlî beyt giyanekê pîroz e û li hember vê giyana pîroz, sitûxwarkirin bênev e. Heçku, di vê babetê de Hallac tu ciyawaziyê nexistibû navbera mirovan.

Li gorî dîtina Hallac: “Kesê ku çavê dilê xwe bikaribe veke, ew mirov dikare ji hêla dil û giyanê ve bi Xwedê re bikeve têkiliyekê ragihanî. Ragihan,dikare gellekî bi pêşve biçe û di vê demê de mirov, bi Xwedê dibe yek. Tevgera mirov, di vê domanê de êdî tevgera Xwedê ye.

Ji bona vê yekê jî, ne pêwîste ku ew mirov di pêşiyê de mirovekî hilbijartî be. Piştî sê domanan, mirov dikare bigihêje Xwedê. Domana yekem ew e ku, mirov xwe ji hemû zewqan dûr dike û fêrî tinebûnê dibe. Domana duyem de, mirov digihêje zelaliyeke tebatî. Di domana sêyem de jî, yekbûn heye û di van hemû domana de rêzan, dil e.”

Wek tê zanîn, li gorî baweriya ola îslamê jî: Xwedê, mirovan mîna xwe afirandiye. Çavkaniya vê baweriyê hedîs in û her xwendegeha misilmaniyê, li gorî baweriyên xwe vê yekê rave kiriye.

Wek mînak, li gorî mutezîliyan: Xwedê kûllî eqil e. Xwedîaqilbûna mirovan jî, ji vê yekê tê, ku ew dişibe Xwedê, an encama vê yekê ye.

Li gorî baweriya Hallac jî: “Mirov dişibe Xwedê, lewra hemû rûçikên Xwedê li ba mirovan jî hene. Xwedê  zanist e, eqil e, hêz e û dilîn e. Efûkirin e, pîrozî ye, delalî ye û rewnak e. Mirov jî, xwediyê van rûçikan e, bes ku çavê dilê xwe vekin. Belam, mirov ancax di helwistekê pisporiyê de, dikarin bigihêjin van rûçikan.”

Raveyeka mîna vê, mirov dikare di felsefeya Platon (Eflatûn) de jî bibîne…

Pirsgirêka felsefeya îslamê ya sereke, çarenûs e.

Bawerî an nebaweriya çarenûsê; ji aliyê xwendegehên misilmaniyê ve, bi awayên cihêreng hatiye guftegoy kirin.

Di ola îslamê de li gorî tevgera Cebriye: Li vê dinyayê tevgerên hemû mirovan, ji aliyê Xwedê ve hatiye destnîşankirin.

Tevgera Mutezile jî; li hember vê angaştê radibe. Lewra li gorî wan angaştekê wiha, rê li berpirsiyariyê dadi de û rolê eqil jî, li derve dihêle.

Li gorî Muteziliyan: Semaxa mirov azad e. Mirov bi alikariya eqil dikare başî û xirabiyê ji hevdû veqetîne û çarenûsa xwe destnîşan bike. Belam ehlê sinetê; di navbera Mutezîle û cebriye de, rêyêka navîn dişopînin.

Di bûyêra Hallac  de ji ber ku, Hallac xwe bi Xwedê re dike yek, an bi Xwedê re di yekbûnekê de ye, ew dîtin wî dike perçeyekê Xwedê û wî nêzîkê Cebriye dike.

Ancax, Hallac dil û hesta eşqê dixe nav çarenûsê û bi vê yekê re jî, ji wî Xwedayê ku mirov jê ditirse dûr dibe. Dawîn, çarenûsa mirovî di nava dilînê de dihelîne.

Pirsgirêka hikmeta afirandinê jî,babetekê sereke ya felsefeya îslamê ye.

Li gorî Îmamiye: Xwedê cara pêşîn, ronahiya Hz. Muhammed  afirandiye.

Li gorî “Nuseyriyan” jî: Ronahiya (nûra) Hz. Muhammed veguheriya ye ronahiya gerdûnî, piştra sitêrk çêbû ne.

Li gorî nêrîna “Durzuyan” jî: Xwedê beriya her tiştî, eqlê gerdûnî afirandî ye.

Li gorî nêrîna Hallac jî: “Beriya her tiştî, Xwedê ronahiyê afirandiye û piştra, giyanê û nefsê afirandiye.

Piştî van hemûyan, Xwedê şekil û nav an, reng, tam, bêhn, dem û war aniye gerdûnê. Ji bona takêşîkirinê jî, nakokiyên ronahî- tarî û tevger- bêtevgerî û hebûn- tinebûnê afirandiye.

Xwedê, xezîneyeka veşartî ye. Mirov, rasterast nikare wî binase. Mirov, ancax dikare rûçikên wî binase. Yên diparêze û yên efû dike jî, e we. ” 

Notûneh (99) rûçikên Xwedê, ji aliyê Hallac ve jî hatiye pejirandin.      

Di babeta piştî mirinê de jî; dilêrîna îslamê bihûşt û dojehê derdixe pêş.

Lê Hallac, guh nade wan. Lewra li gorî nêrîna wî: tiştê girîng yekîtiya Xwedayî ye, yekbûn e.

Li gorî baweriya ola îslamê: Di roja qiyametê de wê İsrafîl nefira xwe lêxe û wê mirî zindî bibin û wê darazandina îlahî dest pê bike.

Beriya vê yekê jî, wê Hz. Îsa were ser rûyê erdê û wê mizginiya (çavroniya) roja qiyametê bide mirovan. Di roja darazandinê de Hz. Îsa, dîsa li pêş e. Piştra, wê yên bihûştî û yên dojehî ji hev veqetin.

Li gorî Hallac : “Yên diçin bihûştê jî du beş in. Bawermendên basîd û yên nêzîkê Xwedê.” (1)

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com  

TÊBİNÎ: Di ravekirina ola îslamê de du rê (rêbaz) hene.

1- Xwedê di pêşiyê de hemû tevgerên me kifş kiriye û ev bi xwesteka Xwedê re girêdayî ye. Lewra semaxa insan ne azad e. Ji vê ravekirinê re “Cebriye” hatiye gotin.

2- Mirov bi temamî di karûbarên xwe de (di biryarên xwe de) azad e. Ji vê ravekirinê re jî “Qaderiye” hatiye gotin. Qaderiye, mîna wek hêza karinê tê dîtin. (2)

Çavkanîyên Vê Beşê

1) Louis Massignon. Yên vediguhêzîne: Prof. Dr. Niyazi Ökten. Dar-ı Mansûr. Weş: Ant. R: 85-88

2) Dengê felsefeyê. Ali Gurdilî. Weşanên Dozê. Rêbendan 2006- Rûpel: 84 

Ev nîvîsar, beşa 16 an, ya kitêba mamoste Ali Gurdilî ye…

Hege çavkaniya nivîsaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye… 

Ferhengoka Tevlîhev (Bi Kurdî- Tirkî)

Biryardar: Kararlı.

Guftegoy: Tartışma.

Darîçav: Belirgin. Belirmiş olan, besbelli,meydanda.

Rêbaz: Yöntem, metot.

Wehî: Vahi.

Gengaz: Mümkün, olabilirlik.

Gelemper: Genel.

Heçku: Oysa.

Encam: Sonuç.

Guldang: Vazo.

Giyan: Ruh.

Diristkirin: Düzeltmek, düzgün duruma getirmek.

Kargerandin: İdare etmek, yönetmek.

Wate: Anlam.

Gurz: Bağ, bağlam.

Resen: Asıl.

Delk: Kural.

Wanek: Nesne.

Ragihandin: Ulaştırmak, ulaşmasını sağlamak.

Xwemal: Özel. Kişiye ait olan, hususi, zati.

Kurê mirov: İnsanoğlu.

Afiraner: Yaratıcı.

Berpirsiyar: Sorumlu.

Vejiyandin: Yaşatmak.

Destnîşankirin: Belirlemek. Belirli hale getirmek.

Qût: Zahire, aşlık.

Xwedbîn: Egoîst, bencil.

Waswas: Vesvese.

Gemirandin: Bulandırmak.

Nezanî: Cehalet, cahillik.

Bênev: Mecbûr, zorunlu.

Ciyawazî: Fark, ayrım. Başkalık.

Ragihan: Bildirişim, iletişim, komünikasyon.

Hilbijartî: Seçilmiş.

Ragihanî: İletişimsel.

Doman: Aşama.

Tebatî: Edilgen, pasif.

Yekbûn: Birleşmek. Ayrı iken tek bir bütün haline gelmek. Kaynaşmak.

Rêzan: Yol gösterici.

Zanist: Bilim.

Hêz: Güç.

Rewnak: İhtişam.

Çarenûs: Alın yazısı, kader, yazgı.

Semax: Îrade.

Ronahiya gerdûnî: Evrensel ışık, evrensel aydınlık.

Veguherî: Dönüşüm.

Eqlê gerdûnî: Evrensel akıl.

War: Mekan, yer.

Xwedayî: Tanrısal.

Nefir: Borazan. Komutları ileten perdesiz çalgı, boru.

Darazandina îlahî: İlahi yargılama.

Bersivekê binivîsin