Dojehîn Kî Ye?

Dojehîn Kî Ye?

Dojehîn Kî ye?

Cefer bîn Yûnês ku bi navê “Şiblî” meşhûr u navdar e, ji arifên bi nav u deng yên sedsala siyem u çarema hicrî ye. Ew di warê îrfan u tesewwufê de şagirdê Cuneydê Bexdadî ye u her wisa memosteyê gellek arifên di pey xwe re bûye.

Li bajarî ku Şiblî lê jiyan dikir de hem alîgir hem jî dijberên wî hebûn. Hinekan zehf jê hezdikir u hêndek kes jî habûn ku dixwastin wî ji bajêr derxin. Di nava girseya dost u hogirên wî de nanpêjek hebû ku hîna Şiblî qet nedî bû, tenê nav u hikayetên li ser wî bihîstî bûn. Rojekê Şiblî di ber dûkana wî re derbas dibû. Birçîbûnê ew wisa bê taqet kiribû ku ji xeynî nan xwastinê çareyek nedî. Ji nanpêj xwast ku nanekî bi deyn bide wî. Nanpêj hêrs bû u ji wî re çêr kirin. Şiblî da ser rêka xwe u çû.

Di firina nanpêj de peyakî din rûniştî bû u wî, Şiblî nasdikir. Wî berî xwe da nanpêj u got: Ger te Şiblî bidîya teyê çi bikira? Nanpêj got: Minê zehf jê re îkram bikra u her çi bixwasta minê bidayê. Hevalê nanpêj jê re got: Ew kesê ku te nika ji xwe qewitand u parîyek nan jê texsîr kir, Şiblî bû. Nanpêj ji vê yekê zor fedî kir u ket bin bandurê, wilo hesret kişand mîna ku agirek berda bin canê wî. Perîşan u şitaban (bi lez) li pêy Şiblî ket u herî dawîyê ewe li çolê peyda kir. Cide xwe avête ber dest u lingên Şiblî u jê tika kir ku vegere daku xwarinekî bona wî amede bike. Şiblî tu bersivek nadeyê. Nanpêj israr kir u lê zêde kir: Minneta xwe li min bike u kerem ke şevekê li mala min mêvan be daku ji ber serferazî u şanazîya ku tu diki nesîbê min spasî te bikim u ji gellek mirovan re xwarinekê bidim çê kirin. Şiblî daweta wî pejirand.

Bû şev u dawetekî mezin pêk hat. Bi sedan kes hatibûn dawetê u li ser sifreyê rûniştibûn. Nanpêj bona vê ziyafetê sed dînar pere xerç kiribû u hemû xeberdar kiribûn ku Şiblî mêvanê wî ye.

Li ser sifreyê, mirovekî dilnas (ehlê dil) berî xwe da Şiblî u got: Ya Şeyx! Nişana kesê dojehîn (cehennemî) u yê bihiştîn çi ye? Şiblî got: Yê dojehîn ew kese ye ku perçek nan di riya Xwedê de nade lê semedî (bona) Şiblî ku bendeyê reben u acizê Wî ye, sed dînar pere xerç dike! Yê bihiştîn ne wisa ye.

Ferzan Yezdanî

Çavkanî: Ettar Nîşabûrî, Îlahîname, teshîha Fûad Ruhanî, s. 72.

Bersivekê binivîsin