Diyariya Serê Salê

Diyariya Serê Salê

Diyariya Serê Salê… 

Mirovekî, ji bo ku keça wî kaxêzeke giranbiha di ber qûtîkeka biçûk de zehî kiribû, gellekî ji keça xwe aciz bibû. Keça wî ya biçûk, paketeka mezin ya kaxêzên avzêrîn, wisa xwaro-maro li qûtîkeka biçûçik pêçabû. 

Keçika biçûk roja serê salê, sibekî zû qûtîya ku bi kaxêzên avzêrîn pêçabû anî û da bavê xwe. 

Keçkê ji bavê xwe re got: – Ev ji te re ye bavo. 

Li ser vê gotina keçka biçûk, bavê wê hebekî xemgîn bû û li ser helwesta xwe fikirî… 

Gelo ma ew zêde qehirîbû? Wisa bi xemgînî û hinek jî şermoker, rahişte qûtîya ku keça wî dirêje wî kiribû û qûtîyê vekir. Lê qûtî vale bû. 

Carekê din ji keça xwe aciz bû û jê qehirî. 

Wiha bang li keça xwe kir: – Ma tu nizanî dema ku mirov qûtîyeke diyarî bide, divê tiştek têde he be?.. Lê lê, xanima biçûk… 

Keçika biçûk bi çavên girînokî li bavê xwe mêze kir… 

– Ev ne vale ye bavo. Min ew bi maçên xwe tije kiribû!… 

Bavê keçikê gelekî xemgîn bû, çû cem keça xwe û wê hembêz kir. 

Bavê keçikê, heta dawîya imrê xwe, wê qûtîyê veşart… 

Kengê ji tiştekî aciz bibe, kengê tiştek dilê wî biêşîne, kengê xwe wisa bi tenê hîs bike, kengê xwe di tengasîyê de hîs bike; radibe devê qûtîya keça xwe vedike û maçeka keça xwe jê derdixe… 

Mirov dikare bibêje ku her kesekî di demekî de qûtîyeka wiha sitandiye. Lê divê mirov di rojên zor û zehmet de bikaribe devê vê qûtîyê veke û xwe bextewar hîs bike… 

Ali Gurdilî

info@felsefevan.org 

Ger çavkaniya malperê neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin