Dîroka Mirovahiyê

Dîroka Mirovahiyê

Dîroka Mirovahiyê

 Dîroka mirovahiyê kengê û ji ku dest pê kirîye?

Yên dîrok nivîsine û yên lêkolîn dikin,her kes li gor zanîn û karîna xwe sura “Dîroka Mirovahiyê” azorû dikin. Lê gelo ew yek, bi encama gelek lêkolîn û lêgerînên zanistî ve peytandî ye? Dîroka mirovahîyê çawa hatiye nivsandin? Bersîva vê pirsê jî helbet heye. Di pêşî de divê bê gotin ku dîroka mirovahîyê û şaristaniyê, ji Herêma Navbera Dîcle û Ferat,ji dorberê çiyayên Araratê (Agirî) awa gotî ji Mezopotamyayê hema mirov dikare bêje ji Medyayê dest pê kiriye. Ev yek, bi encama gelek lêkolîn û lêgerînên zanistî ve peytandî ye. Yek ji sedemên vê yekê jî peydakirina nivîsê ji Pirtûka Pîrozê (Bîblîyayê) ve ye.

Ev yek ji aliyê zanyaran ve hatine îzbatkirinê. Em dizanin û Pirtûka Pîroz jî me fêr dike, ku dîroka kevnar a erdnîgariya Medayê û niştecihên wê, dighîje destpêka mirovahiye. Dîcle,Ferat û Agirî Destpêka Dîroka Mirovahiyê Mirovên pêşî guhê xwe nedidan Xwedê û hê ji hingê ve dinya xerab bû.Mirov li ser gotinên Xwedê nedifikirîn û nêt û daxwazên dilê wan pîs bûn.Mirov xêrnaxwaz bûn,şer dikirin û hevdu dikuştin.Wext derbas dibû û hal ewqas xerab bû,Xwedê poşman bû ku wî meriv çêkirin. Di wan rojan de di hemû dinyayê de mirovek bi tenê hebû ku bi dilê Xwedê bû. Ew zilamek rast û qenc bû û ji Xwedê ditirsiya.

Navê wî Nuh bû. Xwedê ji Nuh re got : «Dawiya hemû mirovan hat. Çimkî ji rûyê wan erd tije zordarî bûye. Ezê wan ji rûyê erdê helak bikim. Ji xwe re gemiyekê çêke. Ezê tofanekê mezin rakim û her tiştê ku bîhna jiyanê di wî de heye,wê helak bibe. Lê ezê peymana xwe bi te re girê bidim. Tu û kurên te û jina te û bûkên te, hûnê bikevin gemiyê.»

Nuh jî her tişt ku Xwedê jê re gotibû kir. Li ser erdê çil rojan tofan çêbû. Av zêde bû, gemî ji erdê rabû û li ser rûyê avê diçû. Av li ser erdê zehf gelek bilind bû û hemû çiyayên bilind nixumandin. Av sed û pêncî rojan li ser erdê bilind mabû.Hin bi hin av li ser erdê kişiya û di roja 17ê meha 7’an de gemî li ser çiyayên Araratê (Agirî) rûnişt.

Xwedê Nuh û kurên wî bimbarek kirin û ji wan re got : «Zêde bibin û rûyê erdê tije bikin(berdar bibin û zêde bibin; li ser erdê zêde bibin).» Kurên Nuh ên ku ji gemiyê derketin, Sam, Ham û Yafet bûn. Hemû mirovên ku li ser rûyê erdê belav bûn, ji wan çêbûn. Mediya – Herêma Navbera Dîcle û Ferat,Dergûşa û Destpêka Şariştaniyan E Gelê Med ji nijada ariyan bûn û ji ber vê yekê hîmê wan ji Yafet e.Bizelalî dikare bê gotin ku, ew ji lawê Yafet Maday tên.

Med bi şêweyekî gel di dîroka Pirtûka Pîrozê de di sedsala 8 an de Berî Zayînê derdikeve meydanê.

1) Em di ferhenga Bîblîyayê de dixwînin û hîn dibin,ku Med dewletekê kevnar e,ya Asya yê y û li başûrê Behra Hazarê,li bakurê Elama,li rojhilata herêma çiyayî ya Zagrosê û li rojhilatê Parta nin. Ji Yewnanîstan heta Tehranê di bin serwêriya Medan de bû. Di wê demê de Med serwêrê gelekî herêmek mezin bûn. Med, navê bereke dîrokî û desthilatdariya wan e.

2) Lê belê di dîroka dunyayê de cara yekem ew di dema padîşahê Asûr Salmanasarê sêyem de, ku hemdemê padîşahê Îsrael yê Yehû ye, yanî kêmzêde B. Z. di salên 904 – 877 an de tên îşaretkirin. Li gor bidestxistinên arkeolojî û vekolandinên din, tê gotin ku, gelê Med di navîna hezarsaliya duyem de B. Z. li ser zozanên Rojavaya Îranê niştecîh û cîhwar bûne.

Yê ku B.M. (berî Mesîh) di salên 727 an de ji Atînê heta Tehran ê serwêrîyê ajotine û qralên mîna Ûrartîer û Manaeaner daqurtandiye (xera kirîye) ji Med in. Divê hişê kê heye bira bifikire: Gelo dîrok şadê herî mezin û hêja nîne ? Ez di wê baweriyê de me ku rojek dê rastiyên dîrokê derkevine meydanê.Lê gere ji me her kes dîroka miletê xwe baş bizanibe,wekî dîrok me dûbare nebe. Dîroka xwe mêzze kin şaşîyên xwe bizanibin bikolin û dersê hildin bê kêmasî pêşda herin…

Têngîz Siyabendî

24.01.2017

Bersivekê binivîsin