Dîrok Û Zanîn Jî Bi Gen’an Re Derbasî Nijadan Bibûya…?

Dîrok Û Zanîn Jî Bi Gen’an Re Derbasî Nijadan Bibûya…?

Dîrok Û Zanîn Jî Bi Gen’an Re Derbasî Nijadan Bibûya…? 

Li gel pirsa ku xwe di sernivîsê de beloq kiriye ez ê bêjim ger ku dîrok û zanîn; xwerû, eşkere, serav, berçav û berdest di genetîkê de xwedî bênder bûya dê dîsa jî ev gengeşî û binketina mirovahiyê bela serê mirovî û xwezayê bûya gelo?

Ji bo çi min “xwerû”, “eşkere”, “serav”, “berçav”, û “berdest” giş bi kar anîn? Ji ber ku mirov carcaran lê bi guman dikeve ku; ma gelo gengaz e “dîrok û zanîn” jî bi gen’an re derbas bûna xwe her û her didomînin?

Lê tiştekî teqez hebe ev e; ger ku derbas dibe jî bi rewş û diqlekî ji weteya van bêjeyên ku min rêz kirine dûr û cuda derbas dibe.

Dibû ku zanîn û çîroka jiyana pêşiyên me (dê û bav) bi genan re derbasî me bibûya jî dê rewşek ji ya anha cudatir di derbarê dîrokê de tunebûya. Ji ber ku bandorên derdorê û têgihiştina takekesekî cuda- cuda ye. Dê her takekesî zanînên (li gor dîtin û şîrove û baweriyên pêşiyên xwe) xwe li gorî dîtinên xwe bi nirxandana û dîsa rastiyek teqez dernediket holê.

Bifikirin ku bavê we ca we bapîrê we an bapîra we, bapîr û dapîrên bapîr û dapîrên wan… di wê pêvajoya temenên xxwe de tiştinan dielimin û piştre koç dikin ji vê jiyanê. Yanî hemû danserhevdana zanîn û çîrok û hestan di derbekê de tune dibe.

Ger em bawer bikin ku hetta bi dengan jî bi tûmî ji gerdûnê tune nabin, ka gelo hêstên û zanînên pêşiyên me wenda dibin an gelo vana giş di dereke genên me jî de veşartînin?

Gelo çima hêstên wek tirsê, adiziyê, şadiyê yên beloq ji kêlîka ewil ve bi mirovan re heye û ew zanin ku li ber êşê dê bigirîn bi mirovan re heye çima hest û zanînên din tunebin?

Her mirovê ku tê rûyê erdê bi zanînek tune hatta, bê zanîn tên. Lê ger ku rojekê hinek li vê genê rast bên (heger ku hebe) an rojekê tiştekî wiha bê çêkirin gelo dê çawa be?

Her mirovek emrê xwe bi elimandin têgihiştin û hînbûna zanînên çîrokên danserhevdanên pêşiyên xwe derbas dike. Bifikirin ku vana di cihekî mejiyê me de tomarkirî bin û çawa em di elimin peyvê an masûlkeyên me digihên wê qabiliyetê çawa piştî ku masûlkên me qewî dibin em pêdiviyên xwe yên valakirina nebikêrhatinên laşê xwe bi vîna xwe êdî tînin cî piştî stewandî bûnek ku mejî digihaşt wê astê mejî rê ya van zanîn û tecrubeyan jî bi elimiya dê mirovahî çawa bûya? 

Belkî ew ê ji niha xerabtir bûya em nizanin. Belkî qirnekî wilo hebû lê belê lê nerîn ku nabe ew gena betal kirin an tepisandin ku mirov nikaribe lê hay bibe. Belkî, belkî…

Belkî tiştê ku tê gotin ku re-enkarnasyon ji ber van zanînan e. Ku pêşiyên me jî tiştên wek ku em dijîn jiyabin û em hewka be jî xwe digihînin wê bîra, bîra bîrê an wê bîra tepisandî.

Bi rastî di derbarê dîrokê de pergal û otorîte û desthilatdarî wer dike ku em bibêjin qey zanyariya dîrokî (an zanînên di derbarê dîrokê de) teqez û genetîk be. Çiqa eşkere be ku me ew bûyer û diyarok bi çav nedîtine jî bi me werê didin qaîl kirin ku em dibên qey cirgî em hene ev zanîn jî hene. Lê mixabin rastiya dîroka encax di genan de kifş bibe nêzîkî rastiyê bibe. Weke min li jor jî gotibû di genan de veşartî be û em lê haybibin an em xwe bigihîninê jî ew zanîn û dîrok li gor dîtina xwediyê wan genan be. De îja ka em bihizirin ku dîroka îro bi me didin qebûl kirin çiquwa raste gelo?

Denîz Şan

12.02.2014 

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye… 

Bersivekê binivîsin