Dînê Wêjdanê

Dînê Wêjdanê

Dînê Wêjdanê

Li gor çîrokan, di dema xwe de mirovahî ew qas têk çûye ku “dîn” jî xwe gîhandiye hewara mirovan. Niha jî dewletên ku dibêjin em xwedî dînê heq in, di nav xwe de rizîneke bê binî û zulmeke pir hovane dijîn. Yanê mirov rewşa hov ya van dewletên “dîndar” dibîne, bi rastî hezar caran rihmet tîne serdema “bêdîniyê”.

Êdî yan ew dewletan wek welatên rojavayî xwe ji nûve modernîze bike, rizîn û zulma nav xwe islah bikin, yan jî mirovahî ji nû ve vegere serdema “bêdîniya” xwe û xwe bigîhîne hewara xwe. Eger ji min pirsiyar bikin dînê herî rast û bêziyan, dînê wêjdanê ye. Jiber ku bi tenê di dînê wêjdanê de civa narizin û zulim nabe… Dînê ku mîna roniyeke birqîn ji kaniya wêjdana mirovan dizê û ew ronî dibe pireyeke rast û bê xîlaf di navbera mirov û xwedayê xwe de…

Zeynel Abidîn

Bersivekê binivîsin