Dilovan Altuboga: Felsefe, zanîsteke fikirînê ye.

Dilovan Altuboga: Felsefe, zanîsteke fikirînê ye.

Dilovan Altuboga: Felsefe, zanîsteke fikirînê ye.

Felsefe, ji bo mirovan zanîsteke fikirînê ye û bi fikirînê jî, mirov di destpêkê de xwe nas dike. Mirovên pirs nekin, meraq nekin û nefikirîn; ew nikarin bijîn jî, xala felsefeyê ya herî girîng ew e ku wek zanîsta fikirînê, mirovan fêrî fikirîna rast dike. Felsefe, qabîliyeta mirovan a şîrovekirinê bi pêş dixe, da ku mirov bikaribe çawaniya tiştên li hawirdorên xwe û yên ku bi riyên sehekan tên hîskirin, têbigihîje. Felsefe, li gorî bûyerên ku rûdidin bi pirsên weke “çawa, çima…” dest bi lêkolînan dike û ji xwe re fikrên xweser bi dest dixe. Ango felsefe, tiştên heyî tenê ji ber hebûna wan, wan qebûl nake; di derheqê wan de pirsan dike. Felsefe, jiyana mirovan watedartir dike. Aliyê jiyanê xweşik û zişt (xirab) radixe ber çavan. Felsefe, bi lêkolînên zanîstî bi riya hiş û aqil û bi azîneyên (metodên) mantiqî û lojîk bi mirovan felsefeyê dide avakirin .

Sokrates dibêje : “Jiyaneke ku nehatibe pirsjêkirin, ew ne hêjayî jiyînê ye.” Fikirîn, çawaniyeke bingehîn a ku mirovan ji heyberên din vediqetîne/cuda dike ye. Mirov, çiqas bifikire û bipirse ewqas nêzî başiyê, rastiyê û xweşikiyê dibe. Mirov, bi fikirînê û pirsjêkirinê ji bandora jiyanê rizgar dibe û bixwe bandorê li jiyanê dike. Bi vî awayî  felsefe dibe karekî ku nirxên mirovan bilind dike û bi vî hawî derdikeve pêşberî me mirovan. Ji ber van hinek hincetan û gelek hincetên ku nikarim bînim zimên , dibêjim felsefe ji me re pêwîst e wek nan û avê.

Dilovan Altuboga

02.03.2016

Bersivekê binivîsin