Dilêrîna Felsefî ya Tevgera Mutezîle

Dilêrîna Felsefî ya Tevgera Mutezîle

Dilêrîna Felsefî ya Tevgera Mutezîle  

Li Gor Beşdarên Tevgera Mutezîle; bi riya aqil, mirov dikarin Qûranê şirove bikin û ev yek pêkan e. Peyva <Mutezîle> ê, di wateya <kesên ku xwe cihê kirine, kesên ku veqetiyane, kesên ku xwe dûr kirine, yan jî kesên xwe dane alî> de ye. Kesên ku baweriya xwe bi vê mezhebê tînin yan beşdarên vê tevgerê bûne, ji wan re jî <Mutezîlî, Mutezîleparêz> hatiye gotin.

Mutezîleparêzan, dilêrîneka serbest ya felsefeyê parastine û wekî tevgereka rasyonalîst/aqilperest hatine dîtin. Dîsa li ser tiştên ku divê em îmana xwe bi wan bînin û li ser tiştên ku divê ku em îmana xwe bi wan neynin, rawestiyane û li wan babetan hûrbûne. Li gor baweriya Mutezîleparêzan; Xwedê tekane afirander û heyînê afirander e û ezelî/bêdestpêk e. Li dijî, baweriyên derveyê aqil derketine. Mutezîleparêzan wiha bawer kirine ku mirov bi xwe jî dikarin biryara kirin û tevgerên xwe bidin û ev yek, ne girêdayî qederê ye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

02.05.2014

Bersivekê binivîsin